Jineke 70 salî xizmeta nexweşên derûnî dide

Meryem Saleh a 70 salî tevî temenê xwe yê mezin, ji bo nexweşên li nexweşxaneya tenduristiya derûnî û girtiyên li girtîgeha navendî, bûye rûyek naskirî û penagehek.

REHMA ŞENAZÛR

Yemen - Xebata dildarî ya Meryem Saleh ne dildariyek demkî bû; ew veguherandiye peyamek jiyanê ku nîşan dide ka meriv çawa dikare êşê veguherîne çavkaniyek hêviyê ji bo yên din.

Li taxek Taîza li başûrê Yemenê, Meryem Ehmed Ebdu Saleh a 70 salî ku ji hêla niştecihên bajêr ve wekî "Umm el-Xeyr" (Dayîka Qenciyê) tê nasîn, her Duşem û Pêncşemê bi xwarin û cil û bergan, bi qasî ku dikare bikire, diçe nexweşxaneya tenduristiya derûnî. Wê ev xebata mirovî ji 40 salan zêdetir bênavber domandiye. Tevî barê giran ê pevçûn û şert û mercên aborî yên ku li ser milên Yemeniyan giran in jî. Çil salan, wê rojek ji serdanên xwe yên birêkûpêk jî winda nekiriye. Bi gotinên wê, "ne şer... ne xizanî... ne jî êş" nikarîbû wê ji deriyên nexweşxaneyê dûr bixe. Tevî vê pabendbûna dirêj, wê qet ji rêxistineke xêrxwazî an mirovî piştgirî negirt; ew her tim xwe dispêre derfetên xwe û paşê jî piştgiriya zarokên xwe.

Biryardariya li hember zehmetiyan

Çîroka Meryem Salih bi qasî 45 sal berê dest pê kir, dema ku 30 salî bû. Wê demê, wê qet xeyal nedikir ku rojekê ew ê bibe beşek ji jiyana nexweşên derûnî. Wê dest bi serdana dildariyê kir nexweşxane. Dildarî veguherî adetek û ew adet bû pabendbûnek giyanî ya neçar. Meryem destpêka rêwîtiya xwe wiha vedibêje: “Di destpêkê de, dikaneke min a biçûk hebû ku ez lê dixebitîm. Lê gava min top avêt, neçar mam ku wê bigirim û li karekî din bigerim. Piştre min dest bi firotina sebzeyan kir da ku debara xwe bikim. Paşê, fikra dildariyê hat bîra min. Min dît ku ez di navbera nexweşxaneya psîkiyatrî û girtîgeha navendî de diçûm û dihatim, alîkariya girtiyan dikir û wateyek din a jiyanê vedijîm.”

Malbata wê nexwest

Şert û mercên jiyanê dijwar bûn, lê wê bawer dikir ku windakirina darayî ne dawiya rê ye. Wê bi qasî ku dikarî alîkarî kir, her tiştê ku dikarî pêşkêş kir. Lê belê, ev çalakiya xêrxwaziyê malbata wê kêfxweş nekir. Meryem got ku: “Zarokên min digotin, 'Çima tu li dikana ku tu kartol difiroşî rûnanî? Tu diçî ku derê?' Û ji bo ku ew ji bavê xwe re nebêjin û rê li ber min negirin ku ez biçim nexweşxaneyê, min digot 'Ez diçim serdana hevalekî nexweş.' Jiyana min bi mirina hevjînê min guherî. Divê ez ji bo wan hem dayîk û hem jî bav bim, da ku ew ne girêdayî kesî bin.”

Meryem Salih bi salan xebitî da ku zarokên xwe mezin bike û perwerde bike. Wê şert û mercên aborî yên dijwar red kir. Piştî ku zarokên wê mezin bûn, dibistan qedandin û serbixwe bûn, wan dest bi dayîna piştgiriya alîkariya wê kirin.

Berî xebata dilxwaziyê erkeke ehlaqî ye

Ji sala 2011’an vir ve, zarokên wê ji bo xebatê çûne Sana'ayê û ew bi tena serê xwe dijî. Lê belê, ew bawer dike ku ew vê valatiyê bi serdanên xwe yên heftane tijî dike. Ew bi nan, xurmeyan, fêkiyan, an jî perçeyek cil û bergên ku bi derfetên xwe yên sînorkirî dikare peyda bike dikeve nexweşxaneyê. Serdana nexweşan dike, nav û çîrokên wan fêr dibe û vê alîkariyê pêşkêş dike, ku ew wekî erkek ehlaqî berî xebata dilxwazî dibîne.

Nexweş beşek ji malbata wê ne

Tiştê ku îro herî zêde Meryem Salih diêşîne ne tenêtî ye; lêçûna jiyanê ya bilind, rewşa aborî û nekarîna wê ya ku ji ber temenê xwe yê mezin wekî berê alîkariyê bike ye. Meryem da zanîn ku gelek pêdiviyên pêwîst ji nexweşan re dianî, lê îro nikare vê yekê bike. Tevî vê yekê, qet nefikiriye ku dev ji vî karî berde. Ji bo wê, nexweş beşek ji malbata wê ne; li cem wan mayîn bûye berpirsiyariyek neçar.