Di konferansa jinan a li Bogotayê de biryardariya têkoşîna hevbeş hate dayîn
Delegeyên jin ên ji Abya Yala û Kurdistanê di konferansek ku di navbera 11-15’ê Sibatê de li dar xistibûn de ragiyandin ku wan damezrandina toreke berxwedanê ya gerdûnî lidarxistine.
Navenda Nûçeyan – Tevgerên jinan ji Abya Yala û Kurdistanê di "1’emîn Konferansa a Tora Jinan a ku Pêşerojê Diçîne" de, ku di navbera 11-15’ê Sibatê de hate lidarxistin, dîrok nivîsandin. Konferansa ku bi sedan jin ji Haîtî, Kolombiya, Ekvador, Meksîka, Wallmapu, Qullasuyo Marka, Şîlî û Kurdistanê beşdar bûn, bi daxuyaniyekê ku avakirina toreke navneteweyî ya têkoşînê li dijî şer, qirkirinê, kapîtalîzm û baviksalariyê ragihand, bi dawî bû. Jinan biryar dan ku li dijî şer, qirkirin û baviksalariyê têkoşîneke hevpar bi meşînin.
Di rêveçûyîna konferansê de, jinan ezmûnên xwe yên li ser tenduristî, perwerde, xweparastin, konfederalîzma demokratîk, aborî û çandê parve kirin. Di daxuyaniyê de bi taybetî bal kişandin ser êrîşên li Filistîn, Rojava û Kolombiyayê û banga lidarxistina rojek çalakiya jinan a cîhanî hat kirin.
Di daxuyaniya bi slogana "Jin, Jiyan, Azadî" de jinan tekez kirin ku ew ê xeteke têkoşînê ya demdirêj û rêxistinkirî ava bikin.
Di deklarasyonê de wiha tê gotin:
Di navbera 11 û 15’ê Sibatê de, van axan şahidiya biryareke dîrokî kirin. Bi beşdarbûna delegeyên ji Abyad Yala û Kurdistanê, û her weha hemî heval û xwişkên ku beşek ji vê pêvajoyê bûn lê nekarîn beşdarî konferansê bibin, me nîqaş kir ka em ê çawa pêşeroja xwe ava bikin.
‘Şehîdên me li vir bi me re bûn’
Berta Cáceres, Julia Chuñil, Alina Sánchez, Bety Cariño, Sakine Cansız, û gelek hevalên din ên ku ji bo ji nû ve keskkirin û xemilandina axê şer kirin û di vê dozê de jiyana xwe ji dest dan; hemû jinên ku em navê wan nabêjin lê ji bo zindî hiştina hêviyê li ber xwe dan, îro li vir bi me re bûn.
‘Konferderalîzma ku li Kurdistanê bilind dibe me bi hêz dike’
Konfederalîzma, ku ji Kurdistanê derdikeve û di pêvajoyên di nav axa me de kok digire, me bihêz dike. Ew rêyên nû vedike û amûrên nû pêşkêş dike. Em bi biryar in ku li ber xwe bidin, bijîn û hêzên xwe rêxistin bikin. Em li kêleka gel û jinên ku li çaraliyê cîhanê li ber baviksalariyê, kapîtalîzmê, kolonyalîzmê û desthilatdariyê li ber xwe didin radiwestin.
‘Em biryariya xwe ya ku agirê têkoşîna xwe ya hevpar zêde bikin, îlan dikin’
Me li ser tenduristî, perwerde, jineolojîya jinan, zanist û zanîn, konfederalîzma demokratîk, xweparastina beden-erd, huner û çand, ragihandin û aboriyê nîqaş kir. Me dît ku di van waran de ezmûn û pêşniyarên me yên li ser cîhanên gengaz hene; ku ev îro rastiyên hêvîdar in. Em ê nîqaş û ezmûnên di van waran de parve bikin û pêşniyarên xwe yên li dijî pergala mirinê kûrtir bikin.
‘Emê xwe bi rêbazên xwe rêxistin bikin’
Bi konferansa xwe, me ji Abya Yala gaveke din avêt di avakirina vê torê de: “Tora Jinên ku Pêşerojê Diçînin.” Ev tor li seranserê cîhanê tê avakirin û armanc dike ku bi hev re ber bi xewnên me ve bimeşe. Ev rêwîtiyek dirêj e; lê gava ku em bi hev re, bi girêdanê, xurtkirina ramana xwe, nêzîkkirina pratîkên xwe, kok avêtina li ser axa xwe û bi awayekî rêxistinkirî yêkbin û bi hevre bin emê qezenç bikin.
Jin Jiyan Azadî