Jinan koçberiya bi darê zorê û vegera bi ewle nîqaş kirin

Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan ya Partiya Sûriya Pêşerojê a Şehba û Efrînê, panêlek di bin dirûşmeya “Koçberkirina Bi Darê Zorê, Zehmetiyên Jiyanê û Vegera Bi Ewle” li dar xist.

Qamişlo –Meclisa Jinan a Meclisa Şehba û Efrînê ya Partiya Sûriya Pêşerojê li Qamişlo panêlek di bin dirûşmeya “Koçberkirina Bi Darê Zorê, Zehmetiyên Jiyanê û Vegera Bi Ewle” li dar xist. Panêl bi amadebûna endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên Rêveberiya Xweser li parka xwendinê ya bajêr hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, panêl li ser mijara sereke ya koçberî û bandora wê li ser jin û civakê hate nîqaşkirin. Panêl ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan ya Partiya Sûriya Pêşerojê a Meclisa Şehba û Efrînê Newroz Hisên û Cîgera Berdevka Meclisê Nîhal Îsmayîl ve hate birêvebirin.

Ji bo vegera bi ewle xurtkirina berxwedanê

Armanc ew bû ku dengên jinan û çalakvanên siyasî li hev bicivin da ku bi têgihîştineke kûr li ser pîvanên vê pirsgirêka mirovî û bandorên wê yên civakî, psîkolojîk û aborî nîqaş bikin. Panêl rêbazên xurtkirina berxwedanê û pêwîstiya xebatê ji bo misogeriya vegera ewle û bi rûmet ji bo koçberan nîqaş kir, di heman demê de rola çalak a jinan di ji nû ve avakirina tevna civakî û rûbirûbûna hewldanên guhertina demografîk ên ku nasname û dîroka herêmê armanc digirin, tekez kir.

Di dawiya panêlê de pêwîstiya berdewamiya çalakiyên bi vî rengî hate tekez kirin, pêşkêşkirina pêşniyarên fermî ji bo birêxistinkirina jinan û lidarxistina panêlan ji bo çareserkirina bandorên psîkolojîk ên ji koçberiyê û şer. Pejirandina rola pêşeng a jinên Efrînî di berxwedana civakê de û pêwîstiya berdewamiya piştevaniya wan ji aliyê psîkolojîk, civakî û aborî ve heya vegera wan a bi rûmet.

Parastin û piştevaniya jinan kevirê bingehîn e

Herwiha di panêlê de hate tekez kirin ku ezmûna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînakek e ku ji aliyê hemû jinên Sûriyeyê ve were şopandin û xurtkirina wan di warê mafên wan de û berdewamiya piştevaniya wan rêya misogeriya ji nû ve avakirina civakeke hevgirtî û dadperwer e, ku dikare bandorên neyînî yên koçberî û pevçûnan derbas bike. Parastin û piştevaniya jinan kevirê bingehîn ê ji nû ve avakirina aştî û xurtkirina demokrasiyê ye.

Panêl bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.