‘Jinan ji Şoreşa Rojava re pêşengî kir’
Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên da zanîn ku bandora tevgera azadiyê li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çêbûye û da zanîn ku zemînê şoreşa civakî li Bakur Rojhilatê Kurdistanê xwedî ked û bîra têkoşîna neteweyî ye.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo- Bi tevgera azadiyê re gelek kevir ji cihê xwe leqiyan û di nava civakê de guherînên mezin çêbûn. Projeyên rizgariyê û avakirina civaka azad pêdiviyek stratejîk bû ji bo pêkanîna guhertinên civakî û siyasî. Ji vê perspektîfê, jinan Şoreşa Rojava weke sembola azadî û berxwedanê destnîşan kiriye û rola wan a girîng di parastina axê de sereke ye.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên ji ajansa me re anî ziman ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan hatiye lidarxistin.
Jiyan Hisên da zanîn ku di şoreşên cîhanê de mafên jinan misoger nebûn û wiha dest bi axaftinan xwe kir: “Ji dîroka kevnar ve heta roja îro dema ku şoreş dihatin lidarxistin, jinan roleke çalak dilîstin. Serokên ku ew şoreş bi rê ve dibirin, dema ku şoreş bi ser diket an jî bi bin diket, rola jinan a di şoreşê de nedihat dîtin mafên wan di şoreşê de nedihat parastin. Maf û hebûna jinan dihat paşxistin û digotin heta ku em şer bi dawî bikin, piştre mafên jinan bidin wan û hebûna wan misoger bikin. Şoreşa Lenîng û yên beriya wê û yên piştî wî, di wan şoreşan de dihat xuyakirin ku çiqas jinan pêşengî kirin, di aliyê leşkerî, hiqûqî, civakî û rêxistinbûnî de lê di wan şoreşan de, ew mafên sereke yên ku hebûna jinan misoger dikirin, dihiştin herî dawî û dema ku şoreş bi ser diket, xwedî li mafên jinan dernediketin.”
‘Hemû pêkhateyan cihê xwe di tevgera azadiyê de girtin’
Jiyan Hisên destnîşan kir ku hemû pêkhateyan cihê xwe di tevgera azadiyê girtine û wiha berdewam kir: “ Dema ku Rêber Apo tevgera azadiyê da avakirin û her kesê berê xwe da vê tevgerê, hemû pêkhateyan cihê xwe tê de girtin. Kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdida, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û tevlî refên azadiyê bûn. Rêber Apo got eger ev Şoreşa Rojava şoreşeke civakî be, şoreşeke ku mafên her kesê tê de were misogerkirin be, pêwist e ji despêkê ve wekhevî di navbera jin û mêr de were çêkirin.”
Jiyan Hisên diyar kir ku bi tevgera azadiyê re jinan di her milî de xwe îsbat kirin û wiha got: “Yekem car dibînin di hundirê tevgera azadiyê de, artêşa jinan tê avakirin. Dema ku artêşa jinan hat avakirin, jin dikaribûn di aliyê leşkerî de xwe birêxistin bikin, leşkerên xwe bidin avakirin û di çeperên şer de li ber xwe bidin. Ev Yek ji encamên serkeftina tevgera azadiyê û bîrdoziya Rêber Apo bû ku ji bo azadiya jinan di nava civakê de bû. Rêber Apo got bila partiyeke jinan were avakirin. Ev gavek bû ji bo jinan da ku di milê siyasî de xwe xurt bikin, ji bo ku bibin pêşengên civaka xwe, bibin siyasetmedar û mafên xwe biparêzin.”
‘Gel daxwaza maf û hebûna xwe kir’
jiyan Hisên diyar kir ku di sala 2011'an de li sûriyeyê şoreşek bi navê bihara Gelan destpê kiriye û wiha pêde çû: Di destpêka sala 2011'an de, şoreşek li Rojhilata Navîn bi navê Bihara Ereban destpê kir lê di Sûriyeyê de me navê wê kir Bihara Gelan. Ji ber ne tenê pêkhateyek rabû gel bi tevbahî rabûn, li hemberî rejîma Beasê derketin. Gel di wê demê de serê xwe rakir û daxwaza maf û hebûna xwe kir.”
‘YPJ bû mînak ji bo tevahî jinên cîhanê’
Jiyan Hisên da zanîn ku dema ku Kongra Star hat avakirin gelek zehmetî hatin kişandin û wiha got: “Kongra Star di sala 2005`an de hat avakirin, ji bo ku jinan birêxistin bike, li taxan, li malan û di milê perwerdeya ziman de, Ji bo ku jin çanda, nasname û hebûna xwe biparêzin. Dema ku Şoreşa Rojava li Sûriyeyê destpê kir, jinan serê xwe rakirin. Jinên Kurd pêşengiya Şoreşa Rojava kir. Jinên ji pêkhateyên din jî dema ku dîtin jinên Kurd pêşengî dikin ew jî rabûn. Jinan artêşek bi navê Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) ava kir.”
‘Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava sîstema hevserokatiyê bû’
Jiyan Hisên da zanîn ku sîstema hevserokatiyê bûye nimûneyek li cîhanê bi tevahî û wiha got: “Gelek hevalên me di vê şoreşê de gihîştin asta şehadetê, em soza xwe nû dikin, em ê xewn û xeyalên wan yê ji bo welatekî azad bi cih bînin. Bi Şoreşa Rojava re gelek destkeftî çêbûn. Yek ji wan pergala hevserokatiyê bû, jin di hemû qadên civakê de, bûn xwedî biryar, helwest û civaka xwe bi rêxistin kirin.”
‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî pêl bi pêl mezin dibe’
Jiyan Hisên anî ziman ku Rêber Apo gotiye ‘Wê Sedsala 21`ê bibe sedsala azadiya jinan’ û wiha bi dawî kir: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî hişt ku em li ser lingan bimînin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî her diçe berfirehtir dibe, li Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedide û bûye dirûşmeke cîhanî. Gelek jinên li derveyî welat jê bi bandor dibin dixwazin, bi wê hêz û îradeyê kar û xebatên xwe bidin meşandin.”