Keça wê di êrîşa DAIŞ’ê de mir: Divê em ji bo Rojava dengê xwe bilind bikin
Hatîce Çevîk keça xwe û meta keça xwe di êrîşeke xwekujî ya DAIŞê de winda kir. Dema ku behsa bûyerên li Rojava kir, got, “DAIŞ li welatekî hatiye ser desthilatê. Ez vê yekê bi xemgînî dibêjim, komkujiyên nû li ber çavan in.”
ARJÎN DÎLEK ÖNCEL
Amed - Piştî hilweşandina rejîma Baasê li Sûriyeyê, rêxistina cîhadîst HTŞ’a ku bû desthilatî, li dijî Rojavayê Kurdistanê komkujî pêk anî.
Parvekirina wêneyên li ser medyaya dîjîtal ên îşkence û komkujiyên sivîl û şervanên ku ji hêla çeteyên HŞT û DAIŞ’ê ve piştî êrîşên wan hatine girtin, careke din "sûcên şer" eşkere kir. Bi taybetî, êrîşên li ser zindanên ku endamên DAIŞ’ê lê dihatin girtin, bûn sedema reva bi dehan terorîstan.
Ev rêxistina ku di sala 2006’an de li Sûriyeyê wekî Dewleta Îslamî ya Iraqê bi armanca "avakirina dewletek Sunnî" çalak bû, paşê navê xwe guherand û bû Dewleta Îslamî ya Iraq û Sûriyeyê (DAIŞ).
Pirsûs, Enqere, Dîlok…
DAIŞ’a ku li Tirkiyeyê jî xwe bi rêxistin kiribû, gelek êrîş pêk anîn. Çend mînak ev in: “Di sala 2014’an de, çeteyên DAIŞê li Nîgdeyê cendermeyek, polîsek û sivîlek kuştin. Di sala 2015’an de, li Pirsûsê di êrîşeke xwekujî de 33 kes hatin kuştin. Her wiha di heman salê de, li Enqerê di du êrîşên xwekujî de 104 kes hatin kuştin. Di sala 2016’an de, rêxistinê li Kolana Îstîklal û paşê li Balafirgeha Ataturk êrîş pêk anîn, ku bû sedema mirina gelek sivîlan. Di sala 2017’an de, di êrîşa li ser Klûba Şevê ya Reina de 39 kes hatin kuştin. Di Kanûna 2015’an de, di operasyona polîsan a li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê de, endamên DAIŞ’ê 3 polîs kuştin.”
Keça xwe di Komkujiya Enqerê de winda kir
Êrîşa li ser mîtînga "Ked, Aştî û Demokrasî" li Enqerê di 10’ê Cotmeha 2015’an de (Komkujiya Îstasyona Trenê ya Enqerê) di dîroka Tirkiyeyê de wekî "êrîşa herî xwînî" hat tomarkirin. Hatîce Çevîk, ku di sala 2015’an de namzeta HDPê ya Enqerê bû, keça xwe ya xwendekara zanîngehê Sîdar Başak û meta keça xwe, di vê komkujiyê de winda kir. Ew û mêrê wê jî birîndar bûn. Ev wêneya Hatîce Çevîk û mêrê wê yên ku hevdû hembêz dikin ku mezinahiya komkujiyê nîşan dide, wekî wêneyek êşê di bîra mirovahiyê de hatiye neqişandin.
Hatîce Çevîk komkujiyên nû yên li Rojava ji hêla HTŞ û DAIŞ’ê ve, bi fikar û hêrs dişopîne. Hatîce diyar kir ku tevî kiryarên xwe yên dawî li Tirkiye û cîhanê, DAIŞ hîn jî tê destekkirin û hebûna xwe didomîne. Hatîce wiha got: “Di Komkujiya Îstasyona Trenê ya Enqerê ya 10’ê Cotmehê de, me 104 hezkiriyên xwe veşartin. Êşa zarokên me yên winda dê heta ku em bimirin di dilê me de bimînin. Ne mimkûn e ku ev komkujiya hovane were jibîrkirin, ji bîra me bê jêbirin. Em ê bîranînên hezkiriyên xwe yên winda, zindî bihêlin. Em ê heta dawiyê têkoşîna ji bo kesên ku me winda kirine bidomînin.”
‘Endamên DAIŞ’ê hatin berdan’
Hatîce Çevîk destnîşan kir ku lêpirsîn û darizandinên piştî Komkujiya Enqereyê, eşkere kirin ku rêxistineke terorîst çawa bi zanebûn kiryarên xwînî pêk aniye û bi bîr xist ku di dozê de tenê 17 bersûc hatine cezakirin.
‘Wek sûcek li dijî mirovahiyê nayê hesibandin’
Hatîce Çevîk bi bîr xist ku hem di dozên Komkujiya Enqereyê û hem jî di dozên din ên komkujiyan de gelek endamên DAIŞ’ê hatine berdan û got, "Bersûc û plankerên rastîn ên komkujiyê niha azad in. Cihê wan, çawa hatine û çûne Tirkiyeyê û dermankirina wan li nexweşxaneyên Tirkiyeyê di belgeyên dadgehê de hatine tomarkirin.”
Xala 77’emîn a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ku derbarê "sûcên li dijî mirovahiyê" de ye, ji bo berpirsyaran derbas nabe û cezayê heta hetayê tê birîn.
Her çiqas parêzerên dozê serlêdan kirin ku ev êrîşên DAIŞ’ê wekî "sûcên li dijî mirovahiyê" werin hesibandin jî, ev serlêdan hatin redkirin. Hatîce Çevîk got, “Qirkirinek wisa, ji bilî sûcê li dijî mirovahiyê çi ye? Mirov bawer nake. Li vî welatî gelek tiştên din hene ku em nikarin fêm bikin. Her tiştê ku me digot naqewime, qewimî” û diyar kir ku endamên DAIŞ’ê, piştî serbestberdana xwe ji nû ve xwe birêxistin kirine.
Biryara Walîtiya Dîlokê ya nedayîna destûra ji bo lêpirsîna li dijî sê polîsên ku berî komkujiya 10’ê Cotmehê "giliyê gubreyê" veşartin, ji hêla dadgehê ve hate betalkirin. 10 sal piştî komkujiyê, destûr hate dayîn ku li hember sê polîsên wê serdemê lêpirsîn were kirin. Hatîce Çevîk got, “Daxwazên ji bo darizandina karmendên giştî, heta niha hatine redkirin. Bi vê pêşveçûnê re, em ê her tiştî bikin da ku rê li ber darizandina wan vekin.”
'DAIŞ li welatek anîn ser desthilatdariyê'
Hatîce Çevîk got, “Dema ku em li tiştê ku niha diqewime dinhêrin, endamên DAIŞ’ê yên ku li Sûriye û Tirkiyeyê hatine rêxistinkirin, li welatek wek 'rejîma Şerîetê' anîne ser desthilatdariyê” û got ku DAIŞ û HTŞ bi hev re tevdigerin.
Hatîce Çevîk wiha domand: “Dema ku hûn behsa 'Şara' dikin, 'Colanî' ji qada terorîzmê winda nabe. Di dawiyê de, Colanî şaxek rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ye. Şaxek El Qaîdeyê ye. Wezîrê Parastina Neteweyî û serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî bi berdewamî li Sûriyeyê ne. Ew bi berdewamî li Sûriyeyê bi Colanî re hevdîtinan dikin. Çima ew di van hevdîtinan de daxwaza radestkirina endamên DAIŞ’ê nakin? Bersiva vê pirsê pir zelal e; lê belê, em ê berdewam bipirsin. Ew daxwaza radestkirina gumanbarên ku ew cihê wan dizanin, nakin.”
‘Dema ku dor tê ser Kurdan…’
Di berteka li hember piştgiriya berdewam a ji bo DAIŞ’ê de tevî komkujiyên ku wan kirine, Hatîce Çevîk wiha got: “Berê, wêneyên du leşkeran ên ku bi zindî dihatin şewitandin dihatin weşandin. Wan serê mirovan jê kirin û ew berdan. Di demên dawî de, di operasyonek DAIŞ’ê de li Yalovayê, wan sê polîs kuştin. Û tevî vê yekê, DAIŞ berdewam dike û piştgiriyê distîne. Ji ber ku niha, dema ku dor tê ser Kurdan, her kes tercîh dike ku li aliyên cûda be.”
‘Yên ku dibêjin ez Misilman im çawa mirina van zarokan dipejirînin?’
Hatîce Çevîk, daxwaza bidawîanîna komkujî û dorpêça li Rojava kir û got, “Gelê li wir bi birçîbûn û sermayê re têdikoşe. Alîkarî tê astengkirin. Pitik û zarok hene ku ji sermayê dimirin. Çawa ew kesên ku xwe wek Misilman bi nav dikin dikarin mirina van zarokan bipejirînin? Bi navê Îslamê, bi navê cîhadê komkujî tên kirin. Êrîş li ser Kurd û Durziyan tên kirin. Divê em dengê xwe bilind bikin; divê em van komkujiyan rawestînin.”
Hatîce Çevîk axaftina xwe bi peyama yekîtîyê ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû bi dawî kir û got, “Berî vê pêvajoyê, komkujiyek li ser Elewiyan jî hebû. Bi xemgînî dibêjim, komkujiyên nû li ber çavan in. Eşkere ye ku komkujî dê berdewam bikin. Divê em yekgirtî bin û li ser vê mijarê dengê xwe bilind bikin.”