Jin bi xebatên xwe yê hunerî ji Newrozê re amade ne

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Guney Mustefa da zanîn ku bi agirê Newrozê dixwazin zor û zehmetiyên ku bi serê Kurdan de hatiye kirin, bi wê çirûska agirê Newrozê, li hember hemû êrîş û zehmetiyan rabin û asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya roja azadî û serkeftinê. Li seranserî Kurdistanê Newroza îsal bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ tê pêşwazîkirin.

Bi boneya nêzîkbûna Cejna Newrozê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekariyên xwe didomîne. Tevgera Hîlala Zêrîn a li bajarê Qamişloyê, dest bi perwerde û xebatên xwe yên ji bo pêşwazîkirina Cejna Newrozê kirin. Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Guney Mustefa behsa amadekariyên xwe yên ji bo cejna Newrozê ji ajansa me re kir.

‘Kes nikare roja me tarî bike’

Guney Mustefa behsa girîngiya meha Adarê kir û wiha got: “Meha Adarê ji bo me meheke pîroz e. Di vê mehê de em kar û xebatên xwe wekex bersivdayinek li hember zor, zehmetî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ku bi ser gelê me yê Kurd de, didin. Bi agirê Newrozê em dixwazin ew zor û zehmetiyên ku bi serê me Kurdan de hatiye kirin,  bi wê çirûska agirê Newrozê li hember hemû êrîş û zehmetiyan rabin û asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Gelek êrîş û komkujiî ji aliyê dewleta Tirk ve di vê meha pîroz de li ser me hatiye kirin. Dewleta Tirk dixwaze ku roja me tarî bike. Em weke gelê Kurd dixwazin ji dewleta Tirk re bêjin ku tu carî wê nikaribe roja me tearî bike. Ji ber ku em ê bi vêxistina agirê Newrozê û tekoşîna xwe ya bi salan, roja xwe ronî bikin.”

Amadekariyên Newrozê temam in

Guney Mustefa balkişand ser amadekariyên Tevgera Hîlala Zêrîn ên ji bo cejna Newrozê û wiha berdewam kir: “Em wek tevgera Hîlala Zêrîn xwedî wê erkê ne ku em roja cejna Newrozê ronî bikin û bi stran û govendên xwe, Newrozê geş û xweş bikin. Amadekariyên me ji bajarê Dêrikê heya Amûdê, em tevlî dibin. Ji bo ku li her bajarek  komên govendê, Şano, stran û yên dayîkan hene. Di heftiyê de em sê rojan perwerdeyên xwe dibînin. Bi coş û heyecaneke bi xurt û em li benda roja Newrozê ne ku bi stranên xwe govenda azadiyê bigerînin.”

‘Bi nameya Rêber Apo re em bihêztir dibin’

Guney Mustefa cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Em wek gelê Kurd, hêviya me ya mezin azadiya Rêber Apo ye. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e. Ji bo wê jî em her tim dibêjin berxwedan jiyan e, em ê têkoşîn û berxwedanê bikin, heta ku em azadiya Rêber Apo misoger bikin. Ev nameya Rêber Apo ya ku ji me re hatiye, bi wê nameyê bi em hêztir dibin. Em hêvî, bawerî û daxwazên xwe bi wê nameyê misoger dikin û em ê roja Newrozê bikin roja nûbûna gelê Kurd tevahî. Newroza sala 2025’an li Rêber Apo û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin û em ji hemû gelê Kurd re dibêjin werin qadên Newrozê, em Newroza xwe bi govenda azadiyê geş bikin.”