Mamoste Medya Omer: Bila zarokên otîstîk jî mîna zarokên din bên dîtin

Mamoste Medya Omer, tekez kir ku zarokên otîstîk jî mîna hemû zarokekî din xwedî mafê perwerdehiyê û mafên wekhev in û diyar kir ku astengiya herî mezin, nebûna hişyarbûna di nava civakê de ye.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Gelo pêşeroja zarokên bi otîzmê, heta çi aste bi awayê mezinbûna wan û kalîteya xizmetên perwerdeyî yên ku ji wan re tên pêşkêşkirin re girêdayî ye? Perwerda taybet, dikare bibe pirek ji bo pêşxistina şiyanên van zarokan, xurtkirina serxwebûna wan û afirandina derfetên fêrbûnê. Lê belê kêmbûna navendên pispor, nebûna karmendên perwerdekirî û astengiyên civakî hêj rê li ber gihîştina van zarokan a bi mafê wan ê perwerdehiyê digre.

Gelo pergala perwerdeyê dibe bersiva hewcedariyên van zarokan da an jî malbat ku hê jî neçar in vî barê giran bi tenê hilgirin? Mafê her zarokî heye ku bighîje derfetên fêrbûn û pêşveçûnê. Divê cudahiyên wan, nebin sedema windakirina pêşeroja wan. Perwerdeya taybet, ji bo avakirina paşerojeke baş ji bo zarokên otîstîk gaveke girîng e. Ji ber ku her zarokek xwedî şiyan, hewcedarî û şêwazên fêrbûnê yên taybet e. Ji bo pêşxistina potansiyela xwe û derbaskirina qonaxên cûda yên jiyanê, pêwîstiya van zarokan bi hawîrdoreke perwerdeyî ya guncaw heye.

Derfetên taybet ji bo van zarokan pêwîst e

Hebûna perwerdekarên pispor, amadekirina bernameyên perwerdeyî yên taybet û hevkariya berdewam a di navbera malbat û dibistanan de, dikarin roleke girîng di xurtkirina şiyanên van zarokan de bilîzin. Li gel vê yekê, gelek zarokên otîstîk û malbatên wan rastî astengiyên mezin ên kêmbûna navendên perwerdeya taybet, nebûna karmendên perwerdekirî, kêmbûna hişyarî û têgihiştina di nava civakê de û barê darayî yê li ser milê malbatên xwe tên.

Lewma pêwîst e saziyên perwerdeyê û aliyên têkildar girîngiyeke mezin bidin pêşkêşkirina xizmetên pispor û piştrast bikin ku ji bo hemû van zarokan derfetên fêrbûn û pêşveçûnê, tên peydakirin. Divê xeyal û jêhatîbûnên zarokên bi otîzme neyên sînorkirin, berovajî vê yekê ew hewceyî derfet, têgihiştin û piştgiriyê ne. Divê perwerdeya taybet ne tenê wekî xizmeteke zêde an jî alîkarî, divê wekî mafekî bingehîn û gaveke girîng a ber bi pêşeroja van zarokan ve bê dîtin. Sedem ew e ku pêşeroja wan bi awayekî kûr bi wan derfetên ku îro ji wan re tên pêşkêşkirin re girêdayî ye.

‘Her zarok cuda ye û bi hemû cudahiyên xwe xwedî mafê perwerdehiyê ne’

Pispora perwerdehiya taybet û koordînator Medya Omer, derbarê vê mijarê de ji ajansa me re axivî. Medya Omer, da zanîn her zarokên xwedî pêdiviyên taybet, hewcedariyên fêrbûnê yên cuda hene û ev tê wê wateyê ku rêbazên perwerdehiyê yên standard ji bo hemû kesan ne guncaw in.

Medya Omer, diyar kir her çend dibe ku ev zarok asteke bilind zîrek be jî divê ji bo têgihîştin û fêrbûna agahiyan, pêdiviya wan bi nêzîkatiyên cuda, ravekirinên berfirehtir û piştgiriya taybet hebe û got: “Li Herêma Kurdistanê mafê her zarokî heye ku li dibistana herî nêzî xwe bixwîne û perwerdehiyê bistîne. Ji bo pêkanîna vî mafî, divê pergala perwerdê bê guhertin û dibistan li gorî pêdiviyên zarokên xwedî hewcedariyên taybet bên amadekirin. Divê dibistan li gorî zarokên xwedî pêdiviyên taybet bên çêkirin û qadên taybet bên avakirin. Her wiha divê hişyarbûna di nav zarokan de bên zêdekirin û divê zarok fêr bibin ku her zarokekî bi hemû cudahiyên wan qebûl bikin û bizanibin ku mafê hemû kesan ê perwerdê wekhev e. Lewma bernameya “Zarok ji bo Zarokan” pir girîng e û armanca vê bernameyê xurtkirina hevgirtin û têgihîştina di navbera zarokan de ye.

‘Nebûna têgihîştinê ya civakê, astengiya herî mezin e’

Medya Omer, ragihand ku astengiya herî mezin a li pêşiya zarokên xwedî pêdiviyên taybet, nebûna têgihîştin û hişyarbûnê ya di nav civakê de ye û wiha pê de çû: “Ev rewş bandoreke neyînî li ser malbatan dike, lewma divê zarok bi cudahiyên xwe bên qebûlkirin û divê malbat neyên sûcdarkirin. Her wiha divê medya di bilindkirina hişyariya giştî de roleke girîng bilîze û pêwîst e çalakiyên hişyarkirinê bên zêdekirin û mafên zarokên xwedî pêdiviyên taybet di warê perwerdehî, jiyana rojane û gihîştina cihên giştî de bên naskirin û parastin.”

Mamoste Medya Omer, destnîşan kir ku divê hikûmet ji bo pêdiviyên bingehîn ên zarokên xwedî pêdiviyên taybet bên peydakirin, piştgiriya darayî zêde bike û wiha domand: “Divê mûçeyê mehane ji 150 dînaran bibe herî kêm 400 dînar. Bihayên pêdiviyên van zarokan ên wekî xurek, paç, pêdiviyên bijîşkî, kursiyên bi teker û amûrên bihîstinê gelek bilind e. Divê civak piştgiriyê bide van malbatan û divê hikûmet qasî saziyên taybet girîngiyê bide saziyên giştî jî û kapasîteya xizmetên heyî berfireh bike. Yek ji pêdiviyên herî girîng a di perwerdehiya zarokên xwedî pêdiviyên taybet de, perwerdekirin û tayînkirina mamosteyên perwerdehiya taybet e. Zêdebûna hejmara van zarokan bûye sedema zêdebûna daxwaza ji bo perwerdekarên pispor. Lewma pêwîst e çavkaniyên pêwîst bên dabînkirin û zarok bên teşwîqkirin ku bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên cûrbecûr bibin.”

Pêwîst e hemû zarok bên hembêzkirin

Medya Omer, anî ziman ku civak bi gelemperî zêdetir hez ji zarokên aram, zîrek û jêhatî dike û gelek kes difikirin ku cîhan tenê ji van zarokan pêk tê. Medya Omer a got beşdariya zarokên xwedî pêdiviyên taybet a ji bo çalakiyan kêm dimîne û wiha pê de çû: “Çalakiyên ji bo zarokên xwedî pêdiviyên netêrker in û divê ev cure însiyatîf bibin domdar. Divê hikûmet çavdêriya van çalakiyan bike û rêxistinên civaka sivîl jî di vî warî de berpirsiyariyek mezintir bigirin ser milê xwe. Di temenekî biçûk de dayîna piştgiriyê ya ji zarokan re, dê tevlîbûna wan a nava civakê hêsantir bike. Her wiha ji bo baştir fêmkirina zarok û malbatan, divê hişyarbûna civakî bê zêdekirin.”

‘Malbatên zarokên xwedî pêdiviyên taybet ji civakê dûr dikevin’

Medya Omer, destnîşan kir ku dayîk û bav ji ber hemû astengiyên ku pê re rûbirû dimînin, ji civakê dûr dikevin û ji ber ne arambûna rewşa derûnî ya zarokên xwe nikarin derbikevin derva. Mamoste Medya wiha domand: “Carnan dibe ku zarok biqîre, dengê xwe bilind bike, tiştên li ser maseyê bixwaze, bi wan bilîze an jî tiştan bişkîne. Lewma ev malbat xwe ji civakê dûr digrin. Heta xizm û kesên nêzîk jî serdana wan nakin. Malbat bi zarokê xwe re wekî tune tên hesibandin. Pêwîst e hemû kes xwedî têgihiştin be û van malbatan tevî zarokên wan qebûl bike. Divê malbat ji ber zarokên xwe neyên vederkirin an jî biçûkxistin. Ez hêvî dikim ku hemû dezgehên medyayê ji bo bilindkirina hişyarbûna civakî bixebitin. Tu sedemeke maqûl tune ye ku zarokên xwedî pêdiviyên taybet ji civakê bên dûrxistin. Tevî ku tu sûcêk wan nîne, zarok rastî dûrxistina civakî û nebûna piştgiriya darayî tên. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê van zarokan li berçav bigre û mûçeyeke mehane ji wan re peyda bike. Civak jî divê li hember zarokên xwedî pêdiviyên taybet, xwedî têgihîştinê be.”