Îlham Ehmed: Zimanê kurdî di destûrê de bicihkirin mafek rewaye
Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, di semînerekê de li Silêmaniyê axivî û bal kişand ser temsîliyeta jinan di mekanîzmayên biryardayînê de û diyar kir ku divê zimanê Kurdî di destûrê de were bicihkirin.
Navenda Nûçeyan – Li Hola Rektoratê ya Zanîngeha Silêmaniyê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, semînerek li ser pêşketinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed wekî axaftvan beşdar bû û li ser pêşketinên siyasî, pêvajoya entegrasyonê, mafên Kurdan û beşdariya jinan di mekanîzmayên biryardanê de axivî. Semîner, ku gelek kesayetên siyasî, akademîsyen û welatî beşdar bûn, bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir. Piştî vê yekê, biyografiya Îlham Ehmed hate xwendin û agahî li ser xebat û têkoşîna wê hatin dayîn.
Îlham Ehmed pêşketinên li Rojava nirxand û diyar kir ku asta Kurd îro gihane encama têkoşîn û fedakariyê ye û got: “Ev pêşketinên li Rojava gihane astek ku em dikarin bi saya têkoşîn û fedakariya şehîdan hebûna xwe îspat bikin. Niha Kurd xwedî nasname û hebûnekêne; fedakariyên hatine kirin ne vala bûn. Dema ku em li paşerojê dinêrin, rewşek bê nasname hebû. Li Sûriyeyê, Kurd wekî neteweyek nedihatin nasîn, ew bi berdewamî rastî zilmê dihatin û qanûnên neheq li ser wan dihatin ferzkirin. Lê belê îro Kurd li Sûriyeyê gihane astek ku hebûna xwe bi tevahî îspat kirine.”
Garantiya destûrî ya ji bo zimanê Kurdî.
Îlham Ehmed behsa pêşketinên di warê perwerdeyê de kir û got ew bi ti awayî dûrxistina Kurdan ji sîstema perwerdeyê û bêparhiştina wan ji mafên wan qebûl nakin. Wê diyar kir ku zimanê Kurdî bi guhertinên dawî yên di sîstema perwerdeyê de gihîştiye astek pêşketî û teqez kir ku divê zimanê Kurdî weke mafek rewa di destûrê de cih bigire.
Îlham Ehmed li ser pêvajoya entegrasyonê axivî û diyar kir ku hêzên QSD'ê weke hêzeke bingehîn tevlî sîstema dewletê bûne û di Rêveberiya Xweser de guhertin çêdibin. Di axaftina xwe de bal kişand ser beşdariya kêm a jinan di mekanîzmayên biryardanê de û wih got: “Asta beşdariya jinan di navendên biryardanê de hîn jî qelse. Sîstema Sûriyeyê qebûl nake ku jin bi tevahî û bi bandor rolên xwe bigirin ser xwe.”
Pêwîste ji sedî 20 nûnerên Kurd di parlamento de cih bigre
Îlham Ehmed diyar kir ku divê welat bi awayekî were organîzekirin ku Kurd bikaribin rolek bilîzin û divê Ji sedî 20’ê parlamentoyê ji nûnerên Kurd pêk were. Wê zêde kir ku tê payîn parlamento rola xwe ya rastîn pêk bîne û divê komîsyonek were avakirin da ku maf û rola Kurdan diyar bike ji bo pêvajoyek entegrasyonê ya serkeftî, were misogerkirin.
Îlham Ehmed teqezî li ser pêwîstiya berdewamiya xebata li ser pirsgirêkên jinan û rêxistinbûna wan kir, diyar kir ku divê pergala perwerdehiyê ji bo her kesî bi awayekî wekhev were peyda kirin.
Bêrîvan Mihemed: ‘Têkoşîna jinan û gel hate nîqaşkirin’
Bêrîvan Mihemed, endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Başûrê Kurdistanê, li ser berxwedana xwendekaran a li Rojavayê Kurdistanê û kampanyayên parastina zimanê Kurdî axivî û got: “Me ev semîner wekî berdewamiya înîsiyatîfa ku me li Başûrê Kurdistanê bi armanca parastina zimanê Kurdî dest pê kir, li dar xist. Xanim Îlham Ehmed hemû pêşketinên derbarê pêvajoyê û pêşerojê de bi beşdaran re parve kir. Pêvajoyên entegrasyonê, rola jinan li herêmê û berxwedana gelê Rojava bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Nûnerên ji hemû beşên Kurdistanê beşdarî semînerê bûn. Têkoşîna jinan li herêmê û hevgirtina ku ji aliyê beşên din ve ji Rojava re tê pêşkêş kirin, hate tekez kirin."
Tavge Heme Salih: ‘Min moral û hêz ji rêbereke jin wergirt’
Tavge Heme Salih, rêvebera Komeleya Şehîd û Qurbaniyên Enfalê li Koye, hest û çavdêriyên xwe yên li ser semînerê bi van gotinan anî ziman: “Di dema semînerê de, min ji Îlham Ehmed pirsî gelo şehîdên Başûrê Kurdistanê û qurbaniyên kampanyaya Enfalê wekî şehîdên Rojava xwedî heman statû û rûmetê ne. Wê diyar kir ku hemû şehîdên Kurdistanê, tevî şehîdên Enfalê jî, xwedî heman rûmetê ne û hemû mafên wan derbas dibin. Ev nêzîkatî ji bo me cihê kêfxweşiyê bû. Wêneyek zelal derbarê pêşeroja Sûriyeyê û rêveberiya wê ya nû de derket holê. Guhdarkirina siyasetmedarek jin a Kurd a serkeftî hêz û moralek mezin da min.”