Jin zimanê xwe yê dayikê bi pêş dixin: Ziman nasnameya me ye

Jinên li Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi saya Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, fêrî zimanê Kurdî dibin. Jin dibêjin ku zimanê Kurdî hebûn û nasnameya wan e.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Berî ku Şoreşa Rojava li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest pê bike dewleta Şamê hemû mafên Kurdan xwaribû. Navê Kurdî qedexe bûn, mafê wan hebû bi zimanê xwe bixwînin an jî biaxivin lê ew jî xedexe kiribûn. Piştî Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan hat avakirin, her Kurdek bû xwedî îrade û bawerî û daxwaza mafên xwe kir. Ev jî yek ji mafên wan ê rewa bû ku bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin. Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ya taxa Qidûrbega bajarê Qamişloyê, ji bo jinan dest bi dayîna dersên astên zimanê Kurdî kir û wan fêrî zimanê Kurdî dike.

Xewn û xeyala me ew bû ku em bi zimanê xwe bixwînin’

Rodîn Îsa ya bi temenê xwe 38 salî ji bajarê Qamişlo taxa Qidûrbek e behsa jiyana Kurdan a ku beriya şoreşê dewleta Şamê çawa mafên wan çewisandibûn kir û got: "Beriya ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê bike, dewleta Şamê dewleteke netewperest bû nedihişt kes bi zimanê dayika xwe biaxive, ji bilî zimanê Erebî. Li dibistanan, kolan û di nav hevalên xwe de, yan jî kesek navê wî/ê bi Kurdî bûya xeta sor li bin navê wan dixistin. Xewn û xeyalên me ew bûn ku em bi zimanê xwe biaxivin û fêrî zimanê xwe bibin."

‘Bi felsefeya Rêber Apo her Kurd bû xwedî îrade’

Rodîn Îsa bal kişand ku piştî Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan dest pê kir û rê vebû ku Kurd bibin xwedî ziman û her Kurd bi fermî bi zimanê dayika xwe bixwîne, wiha berdewam kir: "Bi saya mamosteyê mezin Rêber Apo, bi fikir û felsefeya wî Şoreşa Rojava li dar ket. Her Kurdek bû xwedî nasname, dibistanên me hatin avakirin û jinan di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girtin. Weke jineke Kurd di temenê min de kes ji bo dibistanê nayê qebûlkirin lê astên yekem, duyem û sêyem ji me re hatine avakirin. Em tên fêrî zimanê xwe dibin, mamosteya ku me fêrî zimanê Kurdî dike pir hêja û bi qîmet e heta ku em baş fêr nabin waneya me bi dawî nake."

‘Ziman hebûn û nasnameya me ye’

Rodîn Îsa bang li her kesê kir ku bi zimanê xwe bixwînin û zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin da ku bibin pêşeng ji nifşên li pêş re û wiha bi dawî kir: "Ez bang li her kesê dikim ku werin fêrî zimanê xwe bibin ji ber ku 13 hezar şehîd hatin dayîn, ji bo ku em Kurd bibin xwedî nasname. Yên ku bi temenê xwe mezin bin werin asta ku fêr bibin, zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin ji bo bibin pêşeng ji nifşên pêşerojê re, ji ber ku ziman hebûn û nasnameya me ye."