Ji xelatgira Nobelê Malala Yusufzaî rexneya li YE’yê
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Malala Yusufzaî, li ser hesabê xwe yê X’ê bal kişand ser zilm û zordariya Talîbanê ya li hember jinan û got ku divê rewatiya Talîbanê neyê dayîn.
Navenda Nûçeyan – Malala Yusufzaî ji ber vexwendina Talîbanê bo Brukselê, rexne li Yekîtiya Ewropayê kir û diyar kir ku divê rewatiya Talîbanê neyê dayîn.
Malala Yusufzaî di peyameke ku li ser hesabê xwe yê X (berê Twitter) weşandi de, wiha got: “Vexwendina berpirsên Talîbanê ji bo Brukselê ya ji bo nîqaşkirina peymanek koçberiyê, peyamek xeternak hildigre. -Ango, rejîmek dikare bi awayekî sîstematîk jin û keçên Efgan binpê bike û dîsa jî wekî hevkarek dîplomatîk bê qebûlkirin.”
‘Ev heman rejîm e ku li Heratê komkujî pêkaniye’
Yusufzay zilm û zordariya li ser jinan a li Efganistanê ya hefteya borî bi bîr xist û wiha vegot: “Ev heman rejîm e ku hefteya borî li Heratê herî kêm 30 jin û keç ji ber cilên wan girtin, gule li kesên ku li dijî girtinê xwepêşandan dikirin reşand, zarokek kuşt û gelekên din birîndar kir.”
‘Divê Ewropa pêwendiyê bi Talîbanê re daneyne’
Malala Yusafzaî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Sîstema apartheidê ew rejîmek nijadperest, cudakar û zordar a li ser bingeha zayendî ya Talîbanê, jin û keçan ji jiyana giştî dûr xistiye. Bi rêya bêparkirina wan ji perwerde û kar, sînorkirina giran a azadiya wan a tevgerê û bi zewaca bi zorê wiha dike. Divê Ewropa li ser mijûlbûna bi rejîmek ku berpirsyarê yek ji krîzên mafên mirovan ên herî xirab ên cîhanê ye re, nefikire.”