Oznur Deger: Qada çapemeniyê qada berxwedanê ye

Rêvebera Ajansa Nûçeyan a JinNews’ê Oznur Deger behsa polîtîkayên ku ji aliyê dewlet û feraseta mêrperest a ku li ser jinan tê meşandin kir û got: “Îro em wek rojnamevanên jin, bûne dengê jinên ku li kolanan diqîrin.”

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya sînorkirina karê rojnamegeriyê de, herêmên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rastî pêleke nû ya girtina rojnamevanên jin ên Kurd tên. Rêxistinên mafên mirovan ev gav wekî hewldaneke sîstematîk ji bo bêdengkirina dengê jinan û tepisandina ragihandina serbixwe ya di şert û mercên siyasî yên aloz de şermezar dikin. Ev pêşveçûn di demekê de tên ku saziyên navneteweyî banga parastina rojnamevanan dikin da ku pîşeyê xwe bêyî tirsa darizandina qanûnî an girtina kêfî bi cih bînin.

Rêvebera Ajansa Nûçeyan a JinNews’ê Oznur Deger derbarê polîtîkayên dewletê li dijî jinan û rojnamegerên jin ji ajansa me re axivî. Oznur tekez kir ku jinan bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ zincîrên koletiyê şikandine, meşaleya azadiyê berz kirine û jiyana azad hûnandine.

‘Rojnameger di bin zext û zordariyek mezin de dijîn’

Oznur Deger di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ku polîtîkayên ji aliyê dewletê û bi destê mêrperestan li ser jinan tê meşandin, ji xebatên jinan, azadî, bîrdoziya wan ne cûda û dûr e. Oznur wiha got: “Bi taybetî jî jinên ku li kolanan ji bo mafê jinan, ji bo azadiya wan, her wiha li dijî polîtîkayên qirkirina jinan ku her roj li ber xwe didin, hedef tên girtin. Nemaze jinên rojnamevan jî di nav de ne. Ew jî perçeyek ji vê qêrîna li dijî polîtîkayên qirkirinê ne. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê rojnameger di bin zext û zordariyek mezin de dijîn. Her çiqas herdu zayend rûbirûyî van zor û zehmetiyan bên jî, rojnamegerên jin bêhtir bi van kiryaran re rû bi rû ne.”

‘Qada çapemeniyê qada berxwedanê ye

Oznur Deger destnîşan kir ku jin wek zayend, hebûn û nasname ji aliyê dewlet, hişmendiya serwer û baviksalar ve tune tê hesbandin û wiha domand: “Her wiha em qada çapemeniyê wek qada berxwedanê dinirxînin. Ev qada berxwedanê jî tune tê hesbandin. Dema ku jin be û rojnamevan be, êrîş zêdetir dibin. Li bakurê Kurdistanê rojnamegerên jin ên Kurd rastî zexteke zêdetir tên. Dema ku em dadikevin kolanan da ku bûyeran bişopînin, binpêkirinan belge bikin û bûyerên qirkirina jinan, komkujiyan, qirêjiya ku sîstema baviksalar pêk tîne ji raya giştî û cîhanê re ragihînin û vê  feraseta kevneperest aşkera bikin, em jî wek rojnameger dibin hedef.”

‘Rojnamegerên jin dibin dengê tevahî bindestan’

Rojnamevan Oznur di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pergala desthilatdar ku çawa li ser jinan ferz dike ku bikeve bin serweriya wê û wiha pêl da nirxandinên xwe: “Li ser jinan ferz dike ku bibin milk û di bin desthilatiya wê pergala heyî de bin. Yan jin wê li gor vê yek ku wek pîvan jê re diyar kiriye li ser bimeşe yan jî rê nade ku jin di tu qadê de kar bike. Em jî wek jinên ku di nav qada çapemeniya azad de cih digirin bi van kiriyaran re rû bi rû dimînin. Ev yek jî ne bûyerk nû ye ku em dijîn. Ji dîroka çapemeniya azad ve ji salên 90’î ve em vê yekê dijîn. Jinên rojnameger wek berxwedêrên mezin tu car pênûsa xwe ji destê xwe bernedan. Her tim û demê heqîqetê dinvîsin, dişopînin û radighînin. Her wiha dibin dengê qêrîna jinên ku rastî polîtîkayên dewltê tên û jinên ku dixwazin ku dengê xwe bidin tevahiya cîhanê. Rojnamegerên jin dibin dengê tevahî bindestan.”

‘Îro em wek jinên rojnamevan bûne dengê jinên ku li kolanan qîr dikin’

Oznur Deger diyar kir ku pergala serdest polîtîkayên teknîkî li dijî xebatên rojnamegeriya Kurd pêk tîne û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dema ku pergala serdest nas dike ku bi girtin, êşkence û zextê nikare li pêşiya jinan bibe asteng, polîtîkayên curbecur bikar tîne. Wek polîtîkayên teknîkî ku bi riya wê dixwaze ku jin têk biçe. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi sedan jin hatin kuştin û bi sedan jin bi guman mirin. Dema ku mirov baş li vê tabloya heyî binhêre, mirov têdighîje ku ya tê hedefgirtin hebûn û nasnameya jinê ye, ji ber ku jin dixwazin azad bijîn. Mîna ku li Rojhilalta Navîn her wiha li tevahiya cîhanê bîrdoziya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng vedaye, li bakurê Kurdistanê jî jin dixwazin jiyana azada biafirînin û bijîn. Ji ber têkoşîna xwe jî jin tên hedefgirtin. Jin bi destê zilam û hişmendiya mêrperest tên qetilkirin. Îro em wek jinên rojnamevan bûne dengê jinên ku li kolanan qîr dikin, mafên xwe diparêzin û bi bîrdoziya ‘Jin Jiyan Azadî’ têdikoşin. Dengê wan dighînin jinên cîhanê û bi dengê wan ve girêdidin û dikin yek.”

‘Qada çapemeniyê dualî yê’

Oznur Deger wiha domand: “Ne tenê li Rojahilata Navîn li tevahiya cîhanê rewşek wiha tê jiyîn, kesên ku desthilatdaran naparêzin tên hedefgritin. Li her derê qada çapemeniyê du alî ye, aliyek mafên gelan diparêze û dibe dengê wan aliyê din jî dengê desthilatdaran ne. Dema ku çapemeniya azad dinirxînin em behsa mafên gelan dikin. Em dengê gel ji cîhanê re radigihînin dema ku em vê yekê jî dikin em bedêlên giran didin. Ji salên 90’î ve rojnameger bi awayek kiryar nediyar dihatin qetilkirin. Îro jî heman polîtîka ye ji ber ku her em dengê gelan in. Îro em mîrateya Apê Mûsa ne û berdewamiya wê dimeşîn in.”

‘Dîroka çapemeniya azad bi xwînê hatiye nivîsandin’

Oznur diyar kir ku di destpêka salên 2000’î de polîtîkayên dewletê guheriye zext û zorê, herî zêde jî rojnameger hatine girtin û binçavkirin. Oznur wiha domand: “Xwestin bi vî awayî çapemeniya Kurd û azad lawaz û tune bikin. Dîroka çapemeniya azad bi xwînê, girtin, êşkence, zext û zordariyê hatiye nivîsandin. Lê dîroka herî mezin bi berxwedanê hatiye nivîsandin û xemilandin. Her ku yek ji me digirtin em deh zêde dibûn. Her çend polîtîkayê zordariyê li dijî me bi formên cuda tên meşandin jî, li hember vê yekê jî em li ber xwedidin û dibin mîrateya berxwedana çapemeniya azad.”

‘Bi riya polîtîkayên astengkirinê dixwazin qada çapemeniyê tengtir bikin’

Rojnameger Oznur Deger balkişand ser mijarek girîng, destnîşan kir ku serdema heyî ya modernîteya dîjîtal e û wiha nirxand: “Em di serdema modernîteya dîjîtal de dijîn lê ji ber ku polîtîkayên me bi yên desthilatdaran re nabin yek ji bo wê jî hesab, dîmen, nivîsên me tên astengkirin. Bi dehan car rûpel û hesabên me di bin navê ku nûçe an dîmenên me yên ku hatine parvekirin tên astengkirin û BTG vê biryarê distîne. Li dijî van êrîşan jî em bi berxwedana xwe tavilê kar dikin hesab û rûpelên nû ji bo ragihandina rastî û heqîqetê vedikin. Biryarên ku tên girtin biryarên bîrdozî ne. Bi hezaran şopînerên wan hesabên ku tên astengkirin hene. Ji ber biryara BTG’yê heya ku em ji nû de şopînerên xwe kom dikin em zehmetiyek mezin dijîn. Bi şerê derûnî ku dimeşînin, dixwazin ku em dev ji karên xwe berdin û şopînerên me kêm bibin û qada çapemeniyê tengtir bikin. Li hember tevahiya polîtîkayan em berxwedanê esas digirin. Çawa ku em li hember qirkirin û îşkenceyê bêdeng neman, em ê her tim li ber xwe bidin û li hember van kiryaran jî bêdeng nebin.”

‘Ji rojnamegeran dixwazin ku nûçe li gorî feraseta serdestan bê amadekirin’

Oznur polîtîkayên zextê di qadên têkoşînê de anî ziman û herî dawî jî binçavkirina Nûçegihana ajansa Mezopotamyayê MA’yê Sema Bîngol bibîr xist û wiha berdewam kir: “Herî dawî hevkara me Sema Bîngol bi malbata xwe re hedef hat girtin. Em wek jinên rojnamevan wek hebûn û jinbûn û nasnameya kurd tên hedefgritin. Dixawzin xebatên me krîmînelîze bikin bi taybet jî yên rojnamevanên jin. Dema ku jinek rojnamevan nûçeyê amade dike dozgerî li dijberî wê dozê vedike lê belê erka rojnamevan a sereke, çêkirina nûçeyê ye. Em bi tiştên trajiîkomîk re rû bi rû dimînin. Jixwe karê min rojnamevantî û ragihandin e. Dema ku ez van karan dikim jî ez rastî tacîz û lêpirsînan têm. Ji min tê pirsîn te çima ev nûçe çêkir û bi çi armancê çêkiriye. Ev pirs bê bersiv dimîne û bersiva wê jî pûç e.”

‘Bi saya keda jinên rojnameger heqîqeta qirkirina jinan aşkere bû’

Di dirêjiya nirxandina xwe de Oznur balkişand ser hişmendiya baviksalar ku çawa hebûna jinê qebûl nake, wê wek rojnamevan jî qebûl nake. Oznur wiha got: “Rojnamegerê zilam nayê dûrxistin lê jin tê dûrxistin ji ber ku îtifaqa mêrî ser nixumandî ye. Polîs li qadên çalakiyan me asteng dikin li dijî me û dîmen û nûçeyên çalakiyên ku em bi kamereya xwe belge dikin doz vedikin û lêpirsîn tê kirin. Di encamê de jî gelek cezayên giran li ser rojnamevanên jin tên birîn. Dema ku em nûçeya jinek ku rastî tundî yan jî tacîz û tecawîzê hatiye dinvîsin ew zilam me hedef digre, tehdît dike û jiyana me dikeve bin xeterê. Ne tenê sîstem, tevahî zilam ji bo me wek jin û bi taybetî jî rojnamevan xeter in. Jinên rojnameger ên Kurd dîrokê dinvîsin. Rêxistinbûyîna xwe mezin dikin û bilin dikin ji tevahî cîhanê re jî radighînin. Mînaka herî berbiçav jî jinên rojnameger yên Rojavayê Kurdistanê, Îran û Efganistanê ne. Bi saya keda jinên rojnameger, heqîqeta qirkirina jinan aşkere bû.”

Gelê Kurd dibêje Rêberê me xeta me ya sor e’

Oznur Deger di nava nirxandinê xwe de behsa pêvajoya 27’ê Sibata sala 2025’an kir û wiha gotinên xwe dewam kir: “Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata sala 2025’an de deklerasyonek ragihandin û tê de pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” da destpêkirin. Ji bo jiyanek aştiyane û demokrat çawa dikare pêk bê. Piştî salekê di hundir civakê de gelek guhartin hatin çêkirin. Tovê hêviya aştiyê ket nav civakê de û bi vê hêviyê jî xwesteka azadî, aşîtî û demokrasiyê zêdetir bû. Di hundirê Îmraliyê de Rêber Abdullah Ocalan gelek kar da meşandin lê gelek rexne li ser dewleta Tirk heye ji ber ku tu gavek hê jî neavêtiye. Tenê komîsyonek ava kir û çend kom guhdar kirin û herî dawî jî raporek amade kirin. ji aliyê dewletê ve ev pêvajo gihaşt heya kîjan astê ji ber ku tê gotin ku xitimandinek heye. Statûya fermî û hiqûqî ya Birêz Abdullah Ocalan hê ne diyar e. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan wek Rêberkî tê pênasekirin gelê Kurd dibêje Rêberê me xeta me ya sor e. Gel tekez dike ku heya rêberê xwe fîzîkî azad nekin ne civak ne jî jiyanek azad tê avakirin û civakek demokratîk nepêkan e.”

‘Em rojnamegeriya aştiyê diparêzin’

Oznur Deger diyar kir ku xebatên wan yên rojnamegeriyê aştiyê diparêze û wiha got: “Em jî wek rojnameger ji bo ku bibin perçeyek ji vê pêvajoyê, me gelek serlêdan kir û daxwaza çûyîna Îmraliyê kir. Bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinekê bikin. Di derheqê pêvajoyê de gelek pirsên me hene û pirsnîşan jî di mejiyê me û gel de hene. Em wek berdevkên gel dixwazin rûbirû û bê astengî pirsên xwe bikin û Rêber Abdullah Ocalan yekser bibe muxatabê me. Me serî lê da, lê bê encam ma. Ji ber ku ne erênî ne jî neyînî tu bersivek ji me re nehat. Çima rojnameger nikarin biçin Îmraliyê? Ev ji bo pêvajoyê kêmasiyek herî mezin e. Em rojnamegeriya aştiyê diparêzin.” 

‘Îro jin nêzî azadiyê ne’

Oznur Deger behsa têkoşîna jinên Kurd ya ku gerdûnî bûye kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dema ku em têkoşîna jinan ya ku bi bîrdozî û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ gihîştiye kîjan pêvajoyê nîqaş dikin em dibînin ku jinên Rojhilata Navîn û jinên Kurd bûn xwedî hebûn. Jina ku dewlet, pergal û mêrê serdest ew kiribû kole gihaye asta rizgariyê. Jin li her deverê nexşeya mor bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji cîhanê re radighînin û jiyana azad dihûnin.”