Ji Senatoya Fransayê hişyarî: Baviksalarî "projeyeke siyasî” û "gefeke ewlekariyê" ye

Senatoya Fransayê di raporekê de ragihand ku mêrsalariya tundrew êdî ne tenê meyleke civakî ye, lê belê wekî “projeyeke siyasî” û gefeke nû li ser ewlehiya neteweyî derketiye pêş; ku bi rêya torên civakî ciwanan armanc digire.

Navenda Nûçeyan – Yekem cara ku Senatoya Fransayê raporekî berfireh ê îstîxbaratî ku ji 260 rûpelan pêk tê belav kir. Ev rapora ku ji aliyê Desteya Mafên Jinan a Senatoyê ve hatî amadekirin. Di raporê de hişyarî li ser belavbûna herikînên baviksalaî radîkal tê dan ku bi rêya qada vîrtula kîna li dijî jinan belav dikin, toran ava dikin û rê li ber tundiya li dijî jinan û heta çalakiyên terorîstî vedikin. Ev tevger di salên dawî de ji gotineke marjînal derbas bûye û veguheriye tevgereke bi organîze ku bi neheziyên kesane û algorîtmayên torên civakî, nifşên nû û bi taybetî xortan dikişîne nava xwe.

Bertekek li dijî pêşveçûna jinan

Baviksalarî wekî koma bawerî û nirxên ku li ser serdestiya mêran û bindestiya jinan tevdigerin tê pênasekirin. Ev herikîn piştî pêşveçûna tevgerên wekheviyê û berfirehbûna mafên jinan û kêmneteweyên zayendî, ji nû ve bi hêz bûye. Raporê diyar dike ku ev tora mêrsal jinan wekî sedema sereke ya pirsgirêkên mêran nîşan dide, têkoşîna wekheviyê ya bi dehan salan dixe bin pirsê û têkiliyên wê yên nêzîk bi rastgiriya tundrew û teoriyên komployê re hene.

Di torên civakî de ‘Aboriya belengaziya psîkolojîk’

Tora civakî  bûye zemînek ku tê de qeyranên kesane vediguherin kîneke komî. Rapor behsa ‘aboriya belengaziya psîkolojîk’ dike; modela ku tê de înfluenserên mêrsalar bi firotina kursên serkeftina sexte û sozên dewlemendbûna bilez, ji tenêbûn û bêhêvîtiya xortan qezenca aborî dikin û îdeolojiya dij-jin belav dikin. Lêkolînek li Zanîngeha Dublinê (2024) nîşan dide ku bikarhênerekî TikTok an YouTube’ê, bi navînî tenê piştî 26 ddeqeyan rastî naverokên mêrsalarî tê. Bikaranîna mîzah û mîman (memes) dibe sedem ku ev naverok bi hêsanî di nav ciwanan de belav bibe.

Ji kînê ber bi tundiyê

 Rapor hişyarî dide ku mêrsalariya radîkal dibe sedema tundiya fîzîkî û terorê. Di raporê de wekî mînak komkujiya 14 jinan li Zanîngeha Polytechnique a Kanadayê di sala (1989) û girtina xortekî 18 salî li Fransayê yê ku havîna borî bi tohmeta plankirina êrîşa bi kêrê li ser jinan hatibû girtin, hatin nîşandan. Dozgeriya Dijî Terorê ya Fransayê ev doz wekî yekem doza li ser bingeha endamtiya di tevgera “Incel” (mêrên tenê yên ne-bi-dilê-xwe) de tomar kir; herikîna ku tundî, destavêtin û kuştina jinan rewa dibîne.

Gefeke nû ya terorê û armanckirina ciwanan

 Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Navxweyî ya Fransayê (DGSI) êdî mêrsalariya tundrew di rêza gefên terorîstî yên nû de hesibandiye û di navbera du baskan de cudahiyê dike: herikîna dij-femînîst û baskê radîkal ê “Incel” ku ji bo vegerandina desthilatdariya mêran parastina kuştinê dike. Di navbera salên 2024 û 2025’an de du planên tundiyê yên vê îdeolojiyê berî bên kirin hatine pûçkirin. Temenê biçûk ê kesên ku tevlî vê herikînê dibin (di navbera 13 û 21 salî de) xala herî metirsîdar e. Di nav van kesan de tecrîda civakî, pirsgirêkên psîkolojîk û hewandina kujerên girseyî tê dîtin. Ev pêvajo gelekî dişibe rêbazên radîkala komên cîhadî.

Encam û pêşniyarên çareseriyê

Berpirsiyeke Encûmena Bilind a Wekheviya Zayendî li Fransayê nîşan dide ku nêzîkatiyên mêrsalarî hê jî di civakê de berfireh in. Li gorî daneyan, ji sedî 60’ê mêran bawer dikin ku tevgerên jin û fêmînîst dixwazin jin li ser mêran serdest bin û ji sedî 17’ê nifûsê jî nêzîkatiyên tund ên li dijî jinan diparêzin. Ji bo rûbirûbûnê, di raporê de 24 pêşniyar hatine pêşkêşkirin; wekî zêdekirina kontrolê li ser platformên dîjîtal, rûbirûbûna naverokên kîndar, perwerdekirina hêzên ewlehiyê ji bo naskirina zimanê vê herikînê û avakirina navendeke pispor a çavdêriyê. Senator tekez dikin ku ev diyarde êdî projeyeke siyasî ye û rûbirûbûna wê hevkariya perwerdehî, çandî, ewlehî û medyayî dixwaze.