Girtiyên jin ên siyasî yên li Evînê: Divê jin li dijî şer û zilmê mil bidin hev
Komeke girtiyên siyasî yên jin li Girtîgeha Evînê, di çaremîn salvegera şoreşa "Jin Jiyan Azadî" de daxuyaniyek weşandin û bang li gel kirin ku li dijî zilm, şer, darvekirin û xizaniyê li ber xwe bidin.
Navenda Nûçeyan – Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê, di daxuyaniya ku li kanala Telegramê ya bi navê "Hidra" de hat weşandin de, bal kişandin ser şert û mercên dijwar ên ku civak pê re rûbirû ye.
Girtiyên jin, bal kişandin ser rola girîng a piştevaniya jinan a di rûbirûbûna qeyranên wekî zêdebûna zilmê, xizaniyê, zêdebûna darvekirin û siya giran a şer û koçberiyê de. Girtiyan, destkeftiyên girîng û neveger ên serhildana şoreşgerî ya ku li bajarên cuda yên Îranê pêk hatibû bi bîr xistin û ev pêvajo wekî mîrateyeke ku ji biryardariya jinan û gelên bindest ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe derketiye holê, pênase kirin.
‘Divê jin li dijî şer û asayîbûna mirinê mil bidin hev’
Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê, di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kirin ku di çaremîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de civak rûbirûyê zextên giran, xizanî û zêdebûna hejmara darvekirinan e û wiha anîn ziman: “Li kêlaka van tiştan wêrankariya şer û koçberiyê jî heye. Em bawer dikin ku ji bo jiyan ji nû ve geş bibe, divê jin li dijî şer û asayîbûna mirinê mil bidin hev. Divê piştevaniya jinan têkoşîna ji bo aştiya demokratîk û pêşerojeke azad bidomîne.”
‘Jinan pêşengiya serhildanê kirin û ji bo rûmet û mafên mirovan têkoşiyan’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku pergala kapîtalîst a cîhanî li Rojhilata Navîn bi gurkirina şer û mezhebgeriyê, berevajî sozên xwe yên der barê demokrasiyê de hewl dide jinan dîsa bikişîne nava tarîtiya paşverûtiyê û tarîperestiyê û wiha pê de çûn: “Bi vê yekê ew bi rêya dewletên paşverû kontrolê pêk tîne û di talankirina çavkaniyên Rojhilata Navîn û dûrxistina jinan ji hev bi rêya sepandina sînoran de israr dike. Di salvegera serhildana Jînayê de, destkeftiyên wê yên girîng û nayên vegerandin tên ronîkirin. Jinan di pêşengiya vê serhildanê ku li Kurdistanê, Gîlan, Sîstan û Belûcistan û Tehranê belav bûn de cih girtin û ji bo rûmet û mafên mirovan têkoşiyan. Di nava çar salên borî de, berdêla vê berxwedanê girtin, êrîş, hepskirin, dûrxistina ji kar û dibistanê û carinan jî qetilkirin bû.”
‘Divê jin li dijî zordariya dewletê ya li ser gelan û hemû cureyên serdestiyê derbikevin’
Girtiyên jin, diyar kirin ku ev mîrateya ku kokên wê digihîje 8’ê Adara 1979’an, nîşaneke rasteqîn a hêz û mezinahiya jin û gelên bindest e ku di dirêjahiya dîrokê de, di têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe de li dijî paşverûtiyê li ber xwe dan e û bang kirin ku divê jin li dijî zordariya dewletê ya li ser gelan û hemû cureyên serdestiyê derbikevin.
Girtiyên siyasî yên jin li Girtîgeha Evînê, helwesta xwe ya "na ji şer re" û "na ji dewletên paşverû re" anîn ziman û ragihandin ku azadî û wekhevî bi mûşekên ji derve tên avêtin û bi zext û zordariya navxweyî pêk nayê.
‘Berxwedan jiyan e’
Girtiyên jin, ragihandin ku ew li dijî şer, cezayê darvekirinê û xizaniya kujerde ne û pabendbûna xwe ya bi destkeftiyên serhildana "Jin Jiyan Azadî" dubare kirin û berxwedan wekî hêmaneke bingehîn a jiyanê pênase kirin.