Ji Rojnameya Kurdistan heta îro: Îsrara wan a di rastiyê de mamostetiya me kir
Rojnamevanên jin di Roja Rojnamegerên Kurd de hevalên xwe yên hatine qetilkirin û dîlgirtin bibîr xistin û bi gotina “Îsrara wan a di têkoşîna rastiyê de ji me re mamostetiyê kir” dan zanîn ku ewê her tim bibin dengê rastiyê.

ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Yekem rojnameya Kurd “Kurdistan” e. Rojname, di 22’yê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mîqdat Bedirxan ve ji ber zextên Dewleta Osmanî, li Qahîreyê hat weşandin. 75 sal şûnde jî di sala 1973’yan de li Başûrê Kurdistanê 22’yê Nîsanê wek “Roja Rojnamegerên Kurd” hat îlankirin. Roja ku hejmara yekem a Rojnameya Kurdistan hatiye weşandin, îro wek Roja Rojnamegerên Kurd tê pîrozkirin.
Li Qahîreyê pênc hejmarên destpêkê yên rojnameyê hatin weşandin. Di encama zextên Dewleta Osmaniyan de ji neçarî weşana xwe li Swîsre û Îngîltereyê domand. Di navbera salên 1898-1902’yan de Evdirehman Bedirxan weşana rojnameyê domand. Piştî hejmara 31’an, weşana rojnameyê bidawî bû. Her çiqas jiyana weşana Rojnameya Kurdistan bidawî bûbe jî, ev veguherî kevneşopiyek û heta îro hat. Rojnamevaniya Kurd li çar perçeyên Kurdistanê tevî hemû zextên dewletên serdest jî, hebûna xwe diparêze, li hember siyaseta tunehesibandin û asîmîlasyonê liberxwe dide.
Di çapemeniya Kurd de jin
Dema em li dîroka weşana çapemeniya Kurd dinhêrin, em dibînin ku wek hemû qadên jiyanê di vir de jî jinan hem têkoşîna Kurdbûnê hem jî nasnameya jinê dane. Di nav têkoşîna gelê Kurd de jinan jî têkoşîna xwe ava kirine. Yek ji vana jî çapemenî ye. Jinan gelek platformên wek kovar, rojname, ajans, televîzyona jinê ava kirin û hewl dan dengê xwe bi dinyayê bidin bihîstin.
Kevneşopiya çapemeniya Kurd a di 22’yê Nîsana 1898’an de destpê kir, ji bo jinên Kurd jî bû mîladek. Nêzî 20 sal piştî Rojnameya Kurdistan jî, di sala 1918’de, Kovara Jîn dest bi weşanê kir. Kovara Jîn ku weşana Cemiyeta Tealiya Kurd e, wek destpêkek cîhgirtina jinên Kurd a di nav çapemeniyê de tê dîtin. Di salên 1990’î ku hebûna Kurdan dihat înkarkirin û hewldanên qirkirina Kurdan zêde bûn de, rojnamevanên ku dengê rastiyê bûn li nav meydanê hatin qetilkirin, rojname hatin bombekirin.
Tarîtiya salên 1990’î ronî kirin
Tevî hemû van zextan çapemenî û weşangeriya jinê hebûna xwe domand. Di 30’ê Gulana 1992'yan de Rojnameya Ozgur Gundem dest bi weşanê kir. Gurbetellî Ersoz, li hember mêr û desthilatiya ku jinê tune dihesiband, bi pênûsa xwe rê li ber avakirina nasnameya jinê vekir. Bi vê keda xwe, di nav pêşengên kevneşopiya çapemeniya azad de cîh girt. Gurbetellî Ersoz, bi Rêveberiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê, di dîrokê de bû yekem rêvebera jin a weşana giştî.
Jinan destpêk ava kirin
Di salên 2000’î de jî, rojnamevanên ku li hember newekheviya zayendiya civakî pênûsên xwe dan axaftin, berovajî nûçeyên ku di nav rûpelên 3’yemîn de hatine asêkirin, di rojnameyan de ji bo nûçeyên jinan rûpelek cuda derxistin. Ev pêvajo bi avakirina ajansên jinan berdewam kir. Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) di 8’ê Adara 2012’an de avabûna xwe aşkera kir. Di 9’ê Çileya 2018’an de jî, JIN TV hat vekirin.
Rojnamevanên jin ên Kurd ku di her serdemê de li hember zextên mêr-dewletê û polîtîkayên wan ên çewsandinê serî rakirin, hatin qetilkirin, girtin û cezayên giran xwarin. Hero Bahaddîn, Gulîstan Tara û Cîhan Bîlgîn, bûn mînakên dawî yên vê komkujiyê. Heta dawî di destên wan de kamerayên wan hebûn. Ev jî nîşana biryardariya wan a di rastiyê de bû. Di demeke ku em 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd pêşwazî dikin de, em bi rojnamevanên jin ên Kurd re li ser girîngiya Rojnameya Kurdistan a di Çapemeniya Kurd de û zextên li rojnamevanan tên kirin, axivîn.
‘Rojnameya Kurdistan tevî zextan jî liberxwe da’
Hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu, diyar kir ku Rojnameya Kurdistan digel hemû zextên Dewleta Osmanî jî liberxwe daye. Dîcle anî ziman ku rojname yekem pêngava di qadên ku Kurdan gotinên xwe gotine de ye, lewma jî li cîhekî pir girîng e. Dîcle Muftuoglu, got ku ev zext di dîroka Tirkiyê de jî berdewam kiriye, wek perçeyek êrîşên desthilatiyan ên li hember Kurdan zexta li ser rojname û rojnamevanan berdewam dike. Dîcle atmosfera li Tirkiyê ya di navbera salên 1990 û 2000’î de bibîr xist. Dîcle Muftuoglu, wiha got: “Ev zext di salên 1990’î de bûn êrîşên mezin. Rojnamevan li nav kuçeyê hatin qetilkirin, avahiyên rojnameyan hatin bombekirin. Serdemek wiha çêbû. Dîsa jî kevneşopiyek ku gotina xwe digot, hat avakirin. Ev zext di dema desthilatiya AKP’ê de gihîştin asteke cuda. Rojnamevan carna bi destê darazê hatin dîlkirin. Di salên dawî de li hember rojnamevanan zextên girîng çêdibin. Hema bêje tu rojnamevan bê girtin û binçavkirin nemane. AKP, hemû rojnamevanên ku li gor wî tevnagere, dike hedefa xwe û tîne asteke ku nikare bixebite.”
‘Rastiya çapemeniyek azad a li hember hemû êrîşan liberxwe dide heye’
Dîcle destnîşan kir ku ji ber daxwaza xwe ya dengê rastiyê li 4 perçeyên Kurdistanê rojnamevan hatine qetilkirin. Dîcle ev tişt gotin: “Îro hê jî li perçeyên din ên Kurdistanê bi êrîşên Tirkiyê komkujî çêdibin. Ger em li mînakên dawî yên vêya binhêrin; Azîz Koyluoglu li Ranyayê bi êrîşa SİHA’yê hat qetilkirin. Beriya wî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Rojnamevan ji ber ku tiştên gelê Kurd dijî ji dinyayê re ragihandin bûn hedef û hatin qetilkirin. Nagîhan Akarsel, li Silêmanî hat qetilkirin. Qetilkirina rojnamevanan, nîşan dide ku Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe bernade. Rastiya çapemeniyek azad a li hember hemû êrîşan liberxwe dide heye. Mirov gava ku van êrîşan difikirin ji me pirsa ‘tevî hemû van êrîşan hûn çawa dikarin vî karî bikin?’ ji me dipirsin. Pîvana bingehîn a vê yekê, şehîdên çapemeniya azad ku afirînerên vê kevneşopiyê ne û mîrateya wan hiştî ye. Biryardariya wan a di têkoşîna rastiyê de, ji me re mamostetî kir.”
‘Çapemeniya azad rolek girt ser xwe’
Dîcle anî ziman ku Kurd ev 100 sal in têkoşîna ji bo ku bên pejirandin dimeşînin, di encama vê têkoşînê de nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tên meşandin. Dîcle wiha berdewam kir: “Îro pêvajoyek ku hebûna Kurdan û rastiya Rêbertî tê qebûlkirin dimeşe. Her çiqas car caran pirsgirêk bên derxistin jî, nîqaş û hevdîtinên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tên meşandin hene. Di aliyê ragihandina hemû van pêşveçûnan a ji dinyayê re, çapemeniya azad rolek girîng girt ser xwe.”
‘Ji Rojnameya Kurdistan heta îro zext didomin’
Dîcle diyar kir ku ji ber karûbarên xwe yên pîşeyî nêzî 40 rojnamevan hatine dîlkirin û axaftina xwe wiha doman: “Nêzî 40 rojnamevan, ji ber ku têkoşîna rastiyê dane di girtîgehê de ne. Rojnamevan 22’yê Nîsanê di girtîgehê de pêşwazî dikin. Ev jî, nîşanî me dide ku rewşa zextên li ser Rojnameya Kurdistan îro çawa didome. Roja rojnamevanên dîl pîroz be. Emê bi tevî wan, zêdetir têbikoşin û kevneşopiya çapemeniya azad zindî bihêlin.”
‘Em li rojnamevaniyê xwedî derkevin’
Dîcle anî ziman ku ew wek rojnamevan li hember zextan liberxwe didin û axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Ev nebe, civak dê di tarîtiyê de bimîne. Em bang li gel û hemû rêxistinên pîşeyî dikin. Ji bo xwedî derketina li rojnamevaniyê û berdewamkirina têkoşîna rastiyê, bi me re bimeşin, piştevaniya me bikin, vê têkoşînê mezin bikin.”
‘Rojnamevana jin hêza xwe ji rastiyê digre’
Edîtora JINNEWS’ê Dîlan Babat jî, balkişand ser têkoşîna ku di rojnamevaniya Kurd de ji aliyê rojnamevana jin ve hatiye dayîn. Dîlan got ku rojnamevana jin şekil daye bîra dîrokî, dema ev tişt kiriye jî, bûye hedefa gelek êrîşan jî. Dîlan da zanîn ku rojnamevana jin a di vê riyê de hatiye qetilkirin jî heye û Cîhan Bîlgîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşa Tirkiyê ya bi SİHA’yê de hatiye qetilkirin bi bîr xist.
Dîlan Babat got ku di demeke tê xwestin jin di civakê de bên bêzarkirin de ji bo ragihandina dengê rojnamevana jin zêdetir têdikoşin û wiha pê de çû: “Em rojnamevanên jin, zêdetir girêdayî rastiyê ne. Ji ber ku tê xwestin jiyana jinan bê teşekirin. Di vê xalê de yên kul i hember newekheviya zayendî ya civakî herî zêde bertek nîşan didin, jin in. Li Efganistanê berteka yekem a li hember yasayên Talîbanê, ji jinan tê. Destpêkê rojnamevana jin vêya radigihîne. Ji ber ku em dizanin yasayên ji aliyê desthilatiyan ve bên çêkirin, destpêkê jinan şerpeze dikin. Ji ber vê sedemê jinan zêdetir xwe bi têkoşîna rastiyê ve girêdane. Rojnamevana jin, dizane ku pergala mêr dê çi bîne û di vê riyê de têkoşîna xwe dimeşîne.”
‘Emê li hember zextan bi berxwedanê bibin bersiv’
Dîlan Babat, roja rojnamevana jin a Kurd pîroz kir û wiha got: “Helbet ev zext dê bidomin, emê li hember van zextan bi berxwedanek mezin bibin bersiv. Ji ber ku ji bo vê têkoşînê bi dehan rêhevalên me yên wek Cîhan, Nagîhan, Hero û Gulîstan canê xwe dane. Me berpirsyariyek girt ser xwe û em dizanin ku rastî ji herkesî re pêwîst e.”
‘Newekheviya zayendî karşı têkoşîn ediyoruz’
Seroka Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî, li ser girîngiya Rojnameya Kurdistan a di çapemeniya Kurd de sekini. Roza diyar kir ku rojnamevaniya Kurd li hember çapemeniya alîgir alternatîfek ava kiriye. Roza Metîna, da zanîn ku ew mîna rojnamevanek jinek a di çapemeniya azad de, li hember newekheviya zayendî jî têkoşînek dimeşînin.
Roza di berdewama gotinên xwe de rojnamevanên wek Gurbetellî Ersoz, Şîlan Aras, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Hero Bahaddîn, Gulîstan Tara û Cîhan Bîlgîn ku hatine qetilkirin an jî jiyana xwe ji dest dane jî bibîr anî. Roza Metîna, da zanîn ku ev kes di çapemeniya azad de bûne sembol û ji bo rojnamevana jin mîrateyek hiştine.
‘Rojnamevanên jin ên Kurd 22’yê Nîsanê di girtîgehê de pêşwazî dikin’
Roza Metîna, da zanîn ku di girtîgehên li Tirkiyê de 10 rojnamevanên jin dîl in û xwest ku 22’yê Nîsanê bibe wesîleya azadiya hemû rojnamevanan. Roza Metîna di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku MKG dê ji bo mafên rojnamevanan têbikoşe û ewê li mîrateya rojnamevanên Kurd xwedî derkevin.