Fîgen Yuksekdag bang li hikûmetê kir: Gelo ji bo pêvajoyê benda çi ne?

Fîgen Yuksekdag a di salvegera 10’emîn a girtina siyasetmedarên HDP’ê de axivî, diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber nayên avêtin û xwest yasaya çarçoveyî bê sepandin.

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Giştî HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, di salvegera 10’emîn a girtina siyasetmedarên HDP’ê de axivî û operasyonên 4’ê Mijdara 2016’an wiha pênase kir: “Derbeya 4’ê Mijdarê, destpêka çala dojehê ye.”

Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kandira Hejmar 1’ê ya Kocaeliyê tê ragirtin, ji İLKE TV’yê re axivî.

Fîgen Yuksekdag, balkişand ku zextên siyasî yên di dema Rewşa Awarte (OHAL) de dest pê kirin û îro jî berdewam in, armanc dikin ku hemû muxalefetê û kesên ku nerazîbûna xwe tînin ziman, ji holê rake û wiha got: “Di 4’ê Mijdarê de me gotibû ku 'Binêrin îro ji me re, sibê ji her kesê te.’ Ji wê rojê ve em heman tiştî dibêjin. Me got ku 'deriyê dojehê vedibe', mixabin em mafdar derketin. Hinek kes bihîst in, lê piraniya nebihîst in. Îro em ketine nava çaleke dojehê ku rewşeke bêhiqûqî û zordariyê ewqas berfireh bûye ku ji muxalefetê bigre heta xwediyên karsaziyên biçûk, teqawidbûyî, rojnamevan, jin û çalakvanên hawîrdorparêz û gihîştiye komên ku mirov qet nedifikirî ku dibe bibin hedef, hemû kes digire nava xwe. Em hemû bi hev re ketine nava vê rewşê. Destpêka vê yekê, rakirina parêzbendiyan û derbeya 4’ê Mijdarê ye."

'Ocalan li ser soza xwe ye'

Fîgen Yuksekdag ya pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk nirxand, wiha axivî:

" Birêz Ocalan, ji destpêka vê pêvajoyê ve rolê şikandina qeşayê dilîze. Ew li ser soza xwe ye. Lê niha tê gotin ku pêvajo 'cemidî ye'. Ger rewşeke wiha ya cemidî hebe, divê hemû aliyên têkildar û bi taybetî jî Hevbendiya Cumhur li pey sozên xwe be. Divê gavên şênber bên avêtin. Ez bawer dikim ku divê gelên Tirkiyeyê nehêlin ku ev derfet û îmkan careke din ji dest biçe."

‘Gelo ji bo pêvajoyê benda çi ne?

Fîgen Yuksekdag, balkişand ser yasaya çarçoveyî ku di 10’ê Tebaxê de ji aliyê Meclîsê ve hate pejirandin, lê hêj nehatiye bicihanîn û pirsî: “Gelo piştî pejirandina vê yasaya çarçoveyî heta îro çi qewimî? Çima di dagirtina naveroka vê çarçoveya vala de derengmayîn heye? Ew yek rastî rexneyên tund hat û me jî rexne kir, lê me ew wekî xaleke destpêkê dît. Gelo yasayeke çarçoveyî ya wiha, bêyî koordînasyona pêwîst, komîte û pêşînên hiqûqî yên sazkirî, dikare wateyeke xwe ya rast hebe? Çima ‘Desteya Aştî û Siyasîkirinê’ dest bi karê xwe nekiriye? Divê demildest dest pê bike. Bêyî van komîteyan û bêyî destpêkirina xebat, yasa dibêje ‘Hûn nikarin min pêk bînin.’ Çima biryarên DMME (û Dadgeha Destûra Bingehîn nayên bicihanîn? Çima qeyûmên ku ji aliyê dewletê ve hatine tayînkirin, nehatine vekişandin? Çima girtiyên nexweş û girtiyên siyasî nayên berdan? Çima rojnameger hêj tên girtin?”

‘Yekbûna jinan destpêkek girîng e’

Fîgen Yuksekdag, balkişand ser konferansa “Jin Li kêleka hev nîqaş dikin” û ev nirxandin û bangê kir:

“Ev konferans bi daxwaz û enerjiya jinan a ji bo hatina cem hev, berfirehbûn û enerjiyê, xaleke destpêkê ya girîng e. Ev derfeteke girîng e ji bo berfirehbûn û zêdebûnê. Jin, hişmendiya bingehîn û îradeya avakar a him aştiyê û him jî civakeke demokratîk in. Ez bawer dikim ku pêwîst e ev dînamîk bibe hêzeke kolektîf û di hemû qadên jiyanê de kûrahî bi dest bixe. Tax bi tax, kargeh bi kargeh, atolye bi atolye, dibistan bi dibistan, kolan bi kolan. Ne tenê bi gazîkirina konferansê re, bi veguhertina her qadê jiyanê û her kolanek a konferansê re.”