Ji Rêxistina Jinên Ereb komxebat: Qanûna malbatê hat nîqaşkirin
Rêxistina Jinên Ereb, komxebatek herêmî ku armanc dike qanûnên malbatê ji perspektîfa wekheviya zayendî ya civakî ku rûmeta mirovan biparêze, edaletê xurt bike û hevgirtina civakî xurt bike, li dar xist.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Jinên Ereb, bi hevkariya Wezareta Hevgirtin, Entegrasyona Civakî û Malbatêre duh li Rabatê ya paytexta Mexribê, bi sernavê "Di Cîhana Ereb de ji Perspektîfa Wekheviya Zayendî ya Civakî pêşxistina Qanûnên Malbatê” komxebateke herêmî li dar xist. Parlamenter, pisporên hiqûqî, dadwer û nûnerên saziyên fermî û sivîl a ji welatên cuda yên Ereb beşdarî komxebatê bûn.
Dîrektora Giştî ya rêxistinê Fadya Kiwan, diyar kir ku armanca komxebatê parvekirina tecrûbeyên di qada qanûnê ya wekhevî û edaletê derdixe de ye û balkişand li ser girîngiya hevkariyê. Fadya Kiwan, destnîşan kir ku welatên Ereb rastiyên civakî yên hevpar parve dikin, îradeya siyasî di pêvajoyê de bandorker e û got hêvî dike ku encamên komxebatê bi taybetî di qanûnên malbatê de edalet û wekheviy bihêz bike.
Qanûnên têkildarî malbatê
Wezîra Hevgirtin, Entegrasyona Civakî û Malbatê ya Mexribê Naîma Ben Yahya, diyar kir ku komxebat di demekî veguherînek kûr tê jiyîn de hatiye lidarxistin û pêdivî bi nirxandina qanûnên malbatê ya bi awayekî ku rûmeta mirovan, edalet û hevahengiya civakî xurt bike, heye. Naîma Ben Yahya, destnîşan kir qanûnên malbatê ji bo pêşkeftina domdar û aramiya civakî girîng in û diyar kir reformên ku mafên jinan xurt dikin, zarokan diparêzin û prensîba wekheviyê xurt dikin, di navenda siyaseta giştî ya Mexribê de cih digre.
‘Divê ji bo jinan polîtîkayên adiltir bên bihêz kirin’
Dîrektora Projeyan a Saziya Hevkariya Navneteweyî ya Alman (GIZ) Annette Fonk jî, diyar kir Projeya WoMENA, bi hevkariya Rêxistina Jinên Ereb armanc dike polîtîkayên dadperwer ên ku wekheviya zayendî di siyaset û aboriyê de li herêma MENA pêşve dixin bihêz bike. Annette Fonk, balkişand ku jin bi taybetî di qada qanûna malbatê de, bi tundî û qanûnên cudakar re rû bi rû dimînin û diyar kir ku ev cudakarî bandorek neyînî li ser gelek aliyên jiyana jinan dike û ew li bendê ne nêrîn û pêşniyarên pisporan guhdar bikin.
Komxebata ku dê sibê bi dawî bibe, ji bo nirxandina rewşa heyî ya qanûnên malbatê ya li welatên Ereb, analîzkirina wan a ji perspektîfa wekheviya zayendî ya civakî û parvekirina tecrûbeyên li ser stratejiyên reform û parêzvaniyê, amûrên parlamenteriyê û mekanîzmayên hevkariyê û çavdêriyê yên neteweyî û herêmî, platformek berfireh pêşkêş dike.