Ji Qesrînê heta Rojava jin sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê ne

Teror tenê bi tunekirina bajaran û saziyan re bi sînor namîne, di heman demê de jinan jî hedef digre lewre jin, sembola hêvî, rûmet û ruhê civakê ye.

ÎXLAS HEMRONΠ

Tûnis – Di pêvajoyeke ku rêxistinên terorê ji nû ve derketine ser dikê, tirs zêde bûne de, mijara jinan, yek ji qadên herî girîng ên têkoşînê ye. Aktivîsta mafên mirovan Monîra Halîmî diyar dike ku jin ne tenê dibin hedef, di heman demê de roleke pêşeng di têkoşîna li dijî terorê de dilîzin. Li gorî wê bi hedefgirtina jinan hewl didin li ser civakê kontrolê çêbikin. Ji Iraq Sûriye heta Rojava, dîmenên zext û gefan dubare dibin lê li bi vê yekê re mînakên berxwedan û îradeyê jî derdikevin hole. Jin li dijî hewldanên şikandina îradeya mirovan bûne sembolên hêvî û rûmetê.

‘Zindîbûna DAIŞ’ê xeterek mezin e’

Monîra Halimî, a li bajarê Qesrîn ê Tûnisê wiha dibêje: “Vegera DAIŞ’ê, beriya her tiştî tê wateya hedefgirtina jinan lewre van rêxistinan xwe li ser tunekirina jinan û şikandine îradeyê ava dikin. Qelsbûna jinan, malbatê û hemû civakê qels dike. Zindîbûna DAIŞ’ê dubare bû sedema xeteran û jiyan bê ewle û wate ye. Jiyana rojane her diçe zor dibe û jin ne dikarin xwe ne jî civakê biparêzin.”

Li gorî Monîra Halîmî jinên serbixwe, aktîf an jî perwerdekirî, ji bo DAIŞ’ê gef in loma bi biçûkxistina jinan û şikandina wan hewl didin serê civakê bidin tewandin.

‘Komên tundrew hewl didin vê rewşê ji bo kontrolkirina civakê bi kar bînin’

Monîra Halîmî, dibêje ku tiştên li Iraq û Sûriyeyê qewimîn, vê yekê îsbat dikin û wiha berdewam kir: “Jin ji aliyê DAIŞ’ê ve tên revandin, kuştin û her dem rastî gefan tên. Jin di van mercan de bi xizanî, vederkirin û bêhêziyê re têdikoşin. Tunebûna zagonan, wan zêdetir bêparastin dihêle. Van rêxistinan hewl didin vê rewşê ji bo kontrolkirina civakê bi kar bînin.”

Van hemû tecrubeyan nîşan didin ku jin di têkoşîna li dijî van rêxistinan de dilê têkoşînê ne. Dema ku rêbazên parastina rast û destek tê dayîn, jin dibin sembola hêz û berxwedanê.

Monîra Halîmî da zanîn ku şervanên jin ên li Rojava mînakên zindî yên vê berxwedanê ne û got: “Ev jin ji bo DAIŞ’ê bi xeter in; ji ber vê yekê DAIş wan bi êrîş, şîdetê hedef digre. Jinên Kurd ên ku çekan digrin û gelê xwe diparêzin, ji bo DAIŞ’ê gef in. Ji bo ku çavên hemû civakê bitirsîne destpêkê jinan hedef digre, wan dikuje û ceza dike, keziyên wan jêdike. Beriya ku jinan bi fizîkî bikuje, hewl dide ruhê wan tune bike lewre baş dizane ku jin sembola berxwedanê ne. Van mînakan nîşan didin ku jin li dijî terorê dikarin bi awayekî aktîf li ber xwe bidin. Divê ji bo parastina jinan hikumet, medya û saziyên sivîl ên navneteweyî bi hev re bixebitin. Divê hikumet zagonên ku jinan diparêzin û hesab ji sûcdaran dixwazin derxin, medya rastiyan tam vebêje û civaka sivîl a navneteweyî, xebatên şiyariyê bike, çalakiyên hevgirtinê li dar bixe û jinên ku hatine vederkirin destek bike.”

Parastina jinan stûna civakê ye

Monîra Halîmî bi gotinên; “Berxwedêriya jinan, tê wateya berxwedêriya civakê. Tirs û vederkirin divê li ser jiyana jinan nebe amûra kontrolkirinê. Parastina jinan ne bûyereke şexsî ye, stûna îstîqrara civakê ye.

Ji bo berxwedaneke ku dikare bidome perwerde şert e

Monîra Halîmî, balê dikşîne ser girîngiya mezinkirina nifşê nû bi rûmet û zanîna mafan û wiha didomîne: “Divê li ber keç û xortên ciwan, têkoşîna li dijî şîdetê were hînkirin û werin hînkirin ku daxwaza serxwebûnê bikin. Jinên bi hêz sembolên hêvî û berxwedanê ne. Ên ku destekê bidin jinan civakê diparêzin; ên ku hewl didin îradeyê bişkînin jî hemû civakê dixin nava çerxas qelsbûnê.”

Parastina jinan temînata azadiya civakê ye

Aktivîsta Tûnisî Monîra Halîmî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Jin dema ku desteka zagonî û civakî bigrin, serî li ber teror û vederkirinê natewînin. Dikarin xwe û civaka xwe biparêzin, li ber xwe bidin. Destekdayîna jinan, parastina wan, temînata azadî û hêza civakê ye. Şikandina îradeya jinan tê wateya tunekirina hemû civakê.”