'Li dijî her cure komkujiyan divê hemû jinên Sûriyeyê bibin yek'
Endama Meclîsa Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf li dijî komkujiên ku li Suweydayê çêdibin piştevaniya xwe bi jinên ji Suweydarê re anî ziman û got ku li dijî her cure komkujiyan divê hemû jinên Sûriyeyê bibin yek.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê HTŞ’a cîhadîst û çeteyên girêdayî wê ve, rojane li deverên cuda yên Sûriyeyê komkujî tên kirin û tevahiya pêkhateyan bi xeteran re rûbirû ne. Bi taybetî êrîşa herî dawî ya li ser pêkhateyên Durzî careke din rûyê wan ê rast nîşan da. Tevî binpêkirinên ku li Suweydayê di dema êrîşên ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê HTŞ’ê ve tên kirin jî jinên Suweydayê bi wêrekî daketin kolanan û dengê xwe bilind kirin. Ji bo parastina axa xwe û li dijî binpêkirinên ku li ser wan tên kirin dibin bersiv, bi wêrekî têdikoşin.
Der heqê van binpêkirin û êrîşên li ser Suweydayê de endama Meclîsa Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf ji ajansa me re axivî.
‘Komkujiyên gelek hovane li ser jin û zarokan tên kirin’
Ebîr Hesaf, binpêkirinên ku bi hatina rêveberiya demkî ya Sûriyeyê HTŞ’a cîhadîst rojanê li deverên Sûriyeyê çêdibin wiha vegot: “Piştî hilweşandina rejîma Baasê, hêvî û coşa gelên Sûriyeyê zêde bû lê belê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, desthilatdariyek nû li Şamê dide meşandin û şêwazên pir bi êş li ser gelên Sûriyeyê pêk tîne. Ji ber vê yekê tu cudahî di nevbera wan û rejîma Baasê de tuneye. Li Peravên Sûriyeyê kiryarên hovane li dijî Elewiyan kir. Her wiha ji aliyê siyasî ve jî tu guhertinên mezin nekiriye û kongreya ku li Şamê hat lidarxistin mafên pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî jinan nehat dayîn.”
‘Eşîrên li Suweydayê li ser Durziyan komkujiyên hovane dikin’
Ebîr Hesaf bal kişand ser şerê li Suweydayê û binpêkirinên ku tên kirin û wiha berdewam kir: “Bûyera herî dawî li Suwedayê pir bi êş bû. Gelên Sûriyeyê berî hev dan, herêma Suwedayê ji kontrolê derketiye û eşîrên li wê derê bi rengekî hovane komkujiyan li ser gelê Durzî dimeşînin.”
‘Jinên extiyar ji bo parastina malbat û gundên xwe çek hildan’
Ebîr Hesaf diyar kir ku jinên Suweydayê gelek têkoşiyane û parastina xwe û axa xwe kirine û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Jinên Suweydayê hewldaneke pir mezin raber kirin, ji bo xwe biparêzin. Heta jinên temenê wan mezin ji bo ku malbat û gundên xwe biparêzin çek hildan û têkoşîneke mezin dan. Bangewaziya me ew e ku hemû jinên Sûriyeyê bibin yek, bi malbatên xwe re doza mafên xwe bikin û xwedî li axa xwe derkevin, ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk têbikoşin.”