Ji NY’ê hişyariya krîtîk: Jin di bin siya şer de ne
Li gorî raporek Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres, hejmara jinên ku nêzîkî deverên şer dijîn ji salên 1990î vir ve gihîştiye asta herî bilind.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporek Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres ku ji bo salvegera 25’emîn a Biryara 1325’an a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê hatiye amadekirin, nêzîkî 676 milyon jin li çar aliyê cîhanê herî kêm 50 kîlometre nêzî deverên şer dijîn. Ev hejmar asta herî bilind a ji salên 1990î vir ve nîşan dide.
Tundûtûjiya zayendî ji sedî 87 zêde dibe
Rapor tekez dike ku hejmara jin û zarokên sivîl ên ku ji şer dikişînin di du salên dawî de çar qat zêde bûye, di heman demê de şîdeta zayendî ya têkildarî şer, ji sedî 87 zêde bûye. Sîma Bahous a Rêvebera Cîbicîkar û Cîgira Jinan a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye, derbarê raporê de wiha got: “Jin bi hejmareke bêhempa dimirin, ji danûstandinên aştiyê tên dûrxistin û bi zêdebûna şeran re, hewceyî piştgiriyê ne. Jin sozên bêtir naxwazin; ew hêz, piştgirî û beşdariya wekhev dixwazin.”
Jin ji pêvajoyên aştiyê tên dûrxistin
Rapor her wiha eşkere dike ku jin bi piranî ji biryargirtina di pêvajoyên aştiyê de tên dûrxistin. Li gorî daneyên 2024’an, ji sedî 90’ê pêvajoyên aştiyê yên li çar aliyê cîhanê danûstandinkarên jin nagirin nav xwe, lê tenê ji sedî 7’ê danûstandinkaran û ji sedî 14’ê navbeynkaran jin in. Rapora Neteweyên Yekbûyî her wiha nîşan dide ku lêçûnên leşkerî yên gerdûnî di sala 2024’an de ji 2.7 trîlyon dolarî derbas bûne, lê rêxistinên jinan tenê ji sedî 0.4’ê alîkariyê ji bo deverên şer wergirtine.
Banga ji bo kiryarên berbiçav
Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li hemû aliyan dike ku ewlehiya jinan û beşdariya tevahî di pêvajoyên aştiyê de mîsoger bikin. Ev rapor balê dikişîne ser bandorên wêranker ên şer li ser jinan û valahiya ku ji ber temsîliyeta nebaş a jinan di pêvajoyên aştiyê de çêdibe. Rapor, ji civaka navneteweyî kiryarên berbiçav dixwaze.