Almaz Romî dest bi wezîfeyên xwe yên fermî kir

Îro li Kobanê bi awayekê fermî Serokê Şaredariya gel ya bajarê Kobanê û meclîsa wê bi riya daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi wezîfeyên xwe yên fermî kirin.

Kobanê – Li bajarê Kobanê yê girêdayî parêzgeha Helebê îro bi amedebûna nûnerên rêveberiya Helebê û hêzên ewlekariya Hundirîn, Seroka şaredariya gel a Kobanê Almaz Romî ku ji aliyê parêzgerê Helebê ve hatibû erkdarkirin, erka xwe girt. Li aliyekî din cîgirê seroktiyê Mislim Ebd Elxenî Mislim, her wiha endamên meclîsa rêveber a  şaredariyê Yara Ebdî, Narîn Bozo, Mehmûd Remî, Ehmed Şêxo û Osman Mihemed jî hatin ragihandin.

Piştî ku şande û rêveberên nû yên şaredariyê lihevkombûn, daxuyaniyeke çapemeniyê ya fermî ji hêla seroka Şaredariyê Almaz Romî ve hate dayîn.

Berfirehiya daxuyanî yê bi vê awayî ye:  

“Li gor rêkeftina ku di 29’ê Çileyê de pêk hat û gavên wê, îro li bajarê Kobanê xebatên entegersyona saziyên ximzetguzarî destpê kir. Ji bo vê jî îro fermî şaredariya Kobanê entegreyê şaredariya giştî a parêzgeha Helebê bû.

Serokatî û meclîsa rêveber a şaredariya Kobanê ji aliyê parêzgerê Helebê ve hatin erkdarkirin. Em jî ji bo ku bikarbin bê navber xizmetê ji gelê Kobanê re pêşkêş bikin, emê li gor derfetên heyî xwedî li gelê xwe derkevin.

Em spasiya rêveberî û hemû xebatên Şaredariyê dikin ku di salên dirêj de  kedeke mezin dan û karekî pîroz kirin. Ji bo ku em jî vê xebatê dewam bikin îro karên şaredariyê dewrî me tê kirin ku emê jî xwedî li vê xebatê derkevin.

Li Kobanê gava yekemîn ya entegresyonê bi şaredariya Kobanê re destpêkir, em jî di vê baweriyê de ne ku bi vê gava erênî re emê di Sûriyeke azad de bi hev re bijîn. Em soz didin ku emê bi awayekî baş û serkeftî xebatên xwe bimeşînin û xwedî li gel û bajarê Kobanê derkevin. Em spasiya hevalên xwe yên beriya me xebat deane meşadin dikin û em sozê xwe li hember gelê xwe nû dikin ku emê bi nêrîna we tevbigerin û layîqî keda we bin.”