Partiyeke siyasî ya nû yê Êzidiyan hate îlankirin

Li Şengalê partiyeke nû ya bi navê ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ hate avakirin. Kongreya damezrandina partiyê bi dirûşma “Edalet, Azadî û Demokrasî” bi tevlîbûna 200 delege û mêvanan destpêkir.

Şengal – Li Şengalê partiyeke nû ya Êzidiyan a bi navê ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ ava bû. Partiya nû, îro bi diruşma “Edalet, Azadî û Demokrasî” di saet 10.30’an de li Qaeya Hanover ya navenda Şengalê yekemîn kongreya xwe li dar dixe.

Li kêleka 200 delegeyan, nûnerên partiyên siyasî yên Êzidiyan, nûnerên rêxistinên Jin û Şengalê, nûnerên Rêveberiya Meclîsa Gel a Şengalê, kesayetiyên diyar ên Êzidî jî di kongreyê de amade ne. Kongre bi amadebûn û çavdêriya Lijneya Hilbijartinên Serbixwe ya Partiyên Siyasî ya Iraqê birêve diçe.

Kongre ji bo hemû şehîdên fermanê û Şengalê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Merwan Xwedêda ve hate kirin. Xwedêda di serî de avabûna partiyê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir û wisa got: Em Partiya Ciwanên Êzîdî di kongreya xwe ya yekemîn de radigihînin. Her wiha em ji bo hevkariya wan a ku bû sedema serkeftina vê damezrandinê spasiya Şaxê Partî û Rêxistinên Siyasî yê Komîsyona Hilbijartinan, Daîreya Partî û Rêxistinên Siyasî ya Komîsyona Hilbijartinan a Bexdayê dikin. Ev partî weke partiyeke Iraqî ya niştîmanî tê naskirin ku armanca wê yekkirina gotinê ye, di qada siyasî de xurtkirina hebûna Êzidî ye, bi hevkariya hemû aliyan parastina berjewendiyên gel û welat e. Em ji Xwedê dixwazin û hêvîdar in ku ev gav bibe destpêka xebateke ku xizmeta civaka me bike û rûmeta wê biparêze.”

Piştî axaftina vekirinê, dîwana kongreyê ji aliyê delegeyan ve hat hilbijartin. Dîwanê bernameya siyasî û rêziknameya partiyê pêşkêşî delegeyan kir û piştî nîqaşan, ev her du belge ji aliyê delegeyan ve hatin pejirandin. Di berdewamiya kongreyê de, bi amadebûn û çavdêriya Komisyona Serbixwe ya Partiyên Siyasî ya Iraqê, wê bi hilbijartinê endamên mekteba siyasî û rêveberiya partiyê bên diyarkirin.

Wê kongre piştî nîvro jî berdewam bike.