Ji komuna destpêkê heya îro: Komîn civak bi xwe ye

Li Rojavayê Kurdistanê komunên ku li tax û gundan hatine avakirin dibin bingehê pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku civak rasterast beşdar dibe.

BÊRÎTAN MAZLÛM

Qamişlo – Li Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina şoreşê ango ji sala 2012’an ve civak li derdora komunan xwe birêxistin dike. Komîn ew e ku civakbûyînê ava dike, çi ji aliyê çareserkirina pirsgirêkan ve be, çi ji aliyê şahî, xweşî, nexweşî û dilşadiyê ve be komîn civakê li derdora xwe kom dikin û bi awayekî çalak rola xwe dilîzin. Pergala komînan wekî modela rêveberiya civakî li heremê roleke girîng dilîze. Ev pergal li ser bingeha beşdarbûna gel ava dibe û armanca wê ew e ku civak xwe bi xwe bi rê ve bibe, beyî ku hemû biryar tenê ji aliyê desthilatdariyeke navendî ve werin girtin. Yek ji taybetmendiyê girîng ên pergala komînan, hevserokatiya jin û mêr e. Ev rêbaz hewl dide ku wekheviya zayendan were xurtkirin û jin di hemû astên biryargirtinê de roleke çalak bigrin. Li bajarê Qamişlo ku 7 taxên wê hene 86 komîn bi awayekî çalak xebatên xwe dimeşînin.

Endama komîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo Şeha Emîn Hesarî ku ji salên 1982’an ve di nava kar û xebatên cuda de cihê xwe girtiye, niha di heman demê de di komîngeha Kongra Star a taxa Xerbî de di Lijneya Sulhê de kar dike. Şeha Emîn Hesarî ya ku ji avakirina yekemîn komînan heya roja îro di nava xebatan de ye li ser xebatên komînan got: “Komun civak bi xwe ye.”

Şeha Emîn Hesarî têkildarî avabûna komînan wiha got: “Komîn di sala 2012’an de ava bûn, dema ku ava bûn me got em ê weke gel bi hev re bibin alîkar. Komînan ji bo gel çi dikir? Ruxsetên xanî yan jî mal û milkên gel çêdikirin, karê ku pêwist e şaredarî bike, gel destpêkê komîna xwe agahdar dikir û komînê jî şaredariyê agahdar dikir bi vî awayî li gorî pêwîstiyan bi gel re dibû alîkar.”

Komîn civak bi xwe ye

Komîn bi gelemperî ji malbatên heman tax an jî gundan pêk tên. Endamên komînê li ser pirsgirêkên rojane yên wekî ewlehî, perwerde, paqijî, aborî û bi giştî alîkariya civakî gotûbêj dikin. Piştî avakirina komînan, komîteyên cuda yên wekî komîteya jinan, ciwanan, aborî û çareserkirina nakokiyan tên damezirandin. Ev komîte bi riya diyalogan pirsgirêkên civakî çareser dikin.

Şeha Emîn Hesarî diyar kir ku komîn di heman demê de komîteya lihevkirin û lihevanînê ye û wiha domand: “Çi pêwistiyên gel hebin weke mazot, nan, gaz û hwd. komîn pêk tîne. Di heman demê de nakokiyên di navbera civakê de mînak, nakokiyên mal û milk hebin tên çareserkirin. Komîn ne tenê li ser nakokiyên civakê dixebite, li ser nakokiyên di navbera malbatan de jî nîqaş dike û çaraser dike. Di zemanê berê de eşîret hebûn, dema nakokî di navbera malbatan de derdiketin, pirsgirêk ji aliyê mezinên gund an jî eşîran ve dihatin çareserkirin. Bi demê re komîn hatin avakirin û niha gel bi taybetî jin  pirsgirêkên xwe yên malbatî bi riya komînên xwe çareser dikin.”

Li komînan li ser pirsgirêkên di navbera jin û zilam de nîqaş çêdibin û tên çareserkirin

Şeha Emîn Hesarî anî ziman ku pirsgirêkên di navbera jin û mêr de çêdibin li komînên taxan tên çareserkirin û li ser vê yekê wiha got: “Jin gelek caran rastî tundiyê tên, berî komîn ava bibin, jina ku rastî tundiyê dihat berê xwe dida mala bavê xwe lê malbatê pirsgirêk çaraser nedikir û jinê vedigerand mala wê. Nakokiyên di navbera malbatê de weke şerm dihat dîtin. Piştî ku komîn hatin avakirin bi taybetî jinên ku rastî tundiyê tên berê xwe didin komîna xwe û pirsgirêkên xwe yên malbatî li komînên xwe çareser dikin. Rêbazên çareserkirina komînan çawa ye? Em destpêkê li jinan guhdar dikin, piştre li zilam guhdar dikin, piştre jî em li herdu kesan bi hev re guhdar dikin. Piranî ji bo zarokan em naxwazin veqetîn çêbibe heta ji destên me tê em dixwazin ji bo xatirê zarokan lihevkirin çêbibe û vegerin malên xwe. Ger çareserî were dîtin em wan li hev tînin û vedigerînin malên wan. Lê ger li komînê çareser nebe, em der barê wan û pirsgirêkên wan de raporek dinivîsînin û dişînin Mala Jin û pirsgirêk li mala jin tên çareserkirin.”

Di parastinê de komîn

Pergala komînan dikare di warê parastinê de demokrasiya bingehîn xurt bike, ji ber ku gel rasterast di rêveberiya jiyana xwe de cih digre. Yek ji hîmên bingehîn ên komînê pergala parastinê ye. Li ser vê yekê Şeha Emîn Hesarî wiha dibêje: “Di sala 2012’an de dema komîn hatin avakirin, her kesê ji bo parastina taxên xwe mildan milên hev û bi hev re taxên xwe ji DAIŞ’ê parastin. Komînê nobedarên xwe yên jin û mêr amade dikirin û li serê her kolanê parastina xwe dikirin. Kesên ku dixwestin xerabiyê di taxên me de bikin dihatin girtin û teslîmî asayişê dihatin kirin. Yanî rola komînan di her warî de pir mezin û girîng e. Çi pirsgirêkên ku werin jiyîn tên komînê û li wir tên çareserkirin.”

 


        

Têkiliya di navbera komîn Mala Jin û dadgehê de

Pergala komînan weke ezmûneke civakî ya nû tê dîtin, hewl dide demokrasiyê bi asta herî nezîk bi gel re ava bike.

Şeha Emîn Hesarî li ser têkiliya di navbera komîn, Mala Jin û dadgehê de jî wiha got: “Dema pirsgirêk tên komînê, komîn hewl dide çareser bike, dema çareser nebe em dişînin komîteya lihevanînê (lijneya silhê) hinek pirsgirêk hene ku çareser nabin û em ji bo van pirsgirêkan çareser bikin, neçar dimînin hemû saziyên xwe yên heyî bixin tevgerê. Ger li komîteya lihevkirinê jî neyê çareserkirin, em wan dişînin Mala Jin. Her saziyek ji aliyê xwe ve pir zêde bi van pirsgirêkan re mijûl dibe ger qet neyê çareserkirin, wek çareseriya dawî em wan dişinin dadgehê. Bi giştî pergala heyî bi vî awayî ye, komîn, komîteya lihevanînê, Mala Jin û herî dawî jî dadgeh. Her saziyek ji aliyê xwe helw dide pirsgirêkê çareser bike û hevberdan çênebe. Ji ber ku komîn li civaka xwe xwedî derdikevin em dibêjin komîn civak bi xwe ye.”

‘Xwedî li komînên xwe derkevin’

Şeha Emîn Hesarî anî ziman ku tenê li taxa Xerbî ya Qamişloyê 7 komîn hene, ev komîn bi hemû îmkanên xwe rola xwe dilîzin. Şeha Emîn Hesarî bi van gotinan banga xwedîderketina li komînan kir: “Her kolanek komîna xwe nas dike û çi ji aliyê pêwistiyan be, çi ji aliyê pirsgirêkan be li komîna taxan tên çareserkirin. Komîn li civaka xwe xwedî derdikevin, parastina taxên xwe dikin ji ber wê jî civak xwe li komînan digre. Ez herî dawî ji bo civakê dibêjim, dema pirsgirêkên we di nava malbatê de, bi cîranan re û hwd. çêbibin, xwe bigihîjînin komînên xwe. Komîn komînên civaka xwe ne, wê we hembêz bikin û pirsgirêkên we çareser bikin. Ji bo wê jî ez dibêjim bila civak li komînên xwe xwedî derkeve.”