Ji Komeleya Jinên Demokratîk a Mexribê banga maf û parastina mafên jinan
Komeleya Jinên Demokratîk a Mexribê, ji Serokwezîr re nameyek şand û daxwaz kir ku parastina jinan were zêdekirin, beşdariya wan a aborî û civakî were xurtkirin û ji bo ewlekirina mafên jinan qanûnên zewac û hevberdanê bên nûjenkirin.
Mexrib- Jinên li Mexribê, di mijarên bihêzkirina aborî, gihîştina wekhev a edaletê û ewlekirina mafên xwe ya di nav malbat û bazara kar de, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ev yek di çarçoveya daxwazên zêde yên ji bo xurtkirina wekheviyê û parastina jinan a ji her cûre cudakarî û tundiyê de diqewime.
Komeleya Jinên Demokratîk a Mexribê, 26’ê Sibatê nameyek aşkera ji Serokwezîr re şand û daxwaz kir ku parastina jinan were xurtkirin û beşdariya wan di jiyana aborî û civakî de were zêdekirin.
Komeleyê, di nameya xwe de destnîşan kir ku pêdivî bi nûvekirinek berfireh a qanûnên malbatê (zewac, hevberdan, mîras) heye û da zanîn ku beşdariya jinan di hêza kar de tenê ji 19 e. Hate diyarkirin ku daneyên fermî jî nîşan didin ku tenê ji sedî 58’ê jinan di nav malbatê de an jî di qada giştî de rastî cureyên cûrbecûr ên tundiyê tên. Ev rewş gihîştina jinan a bi bandor a bernameyên parastina civakî sînordar dike.
Komeleyê, di nameya xwe de daxwaz kir ku ev tedbîr bên girtin: “Nûjenkirina qanûnên malbatê, destekkirina keda nava malê, amadekirina planeke lezgîn a ji bo bihêzkirina aborî ya jinan, weşandina daneyên parastina civakî ya li gorî zayendê û mîsogerkirina ewlehiya tenduristî û teqawiyê ya ji bo hemû jinan.”
Komeleyê, di dawiya nameya xwe de destnîşan kir ku parastina civakî ya ji bo jinên Mexribê divê ne tenê mîna dirûşmeyek bimîne, divê veguhere reformên berbiçav ku edalet û rûmeta aborî û civakî ya jinan xurt dike.