Ji Kombûna Zenûbiya desteka Xezayê: Piştevanî çeka herî mezin e

Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê diyar kir ku li Xezayê jin û zarok di bin şertên giran ên mirovî de ne. Ji bo rakirina dorpêçê û bê astengî gihandina alîkariyên mirovî bang li civaka navnetewî kirin.

Reqa – Di demek ku li Xezayê rewşa mirovî her ku diçe xirab dibe, 44 welatên cîhanê rêxistinên civaka sivîl bi dirûşma “Ji bo te” pêngaveke berfireh a piştgiriya şêniyên Xezayê dane destpêkirin.

Ev pêngav li dijî ‘Polîtîkayên dorpêçê û birçîkirinê’ hatiye destpêkirin ku ji aliyê Îsraîlê ve li ser şêniyên Xezayê hatiye ferzkirin. Kampanyaya ku dê 10 rojan bidome, wê bi çalakî û bernameyên cûda bidome û wê di dawiya meha Tebaxê de li ser derya spî re bi şandina keştiyên ku alîkariyên mirovî dihilgire bi dawî bibe.

Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava piştgiriya şêniyên Xezayê re ragihandin. Daxuyanî li navenda meclîsa kombûnê ya li bajarê Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn.

Endamên meclîsê, Nûnerên Hevgirtina Al El Beyt a Kongreya Îslama Demokratîk beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Esmehan Şeban ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dorpêça li ser Xezayê û ambargoya li ser gelê wê hatiye ferizkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de piştgiriya bi pêngava alîkariya bi şêniyên Xezayê re hatiye destpêkirin, hate nîşandan, ku ji aliyê jinên Ewropa ve hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêngava piştgiriya bi Xezayê re însyatîfa mirovî ya rihê berpirsyariyê nîşan dide.

Bang li civaka navnetewî hate kirin

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafê mirovî û saziyên hiqûqî hate kirin ku di zûtirîn dem de tevbigirin da alîkariyên mirovî bighînin jin û zarokên li Xezayê. Her wiha bang hate kirin ku dorpêça li ser Xezayê demildest were rakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê destnîşan kir ku ew bawer dikin hevgirtina mirovî çeka herî bi hêz a li dijî şert û mercên herî zehmet e.