Di qada perwerdê de qedexeyek din a HTŞ’ê ya cîhadîst
Li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şamê bikaranîna "modelên tazî" hate qedexekirin. Rexnegir dibêjin ku rêziknameyên wiha ne tenê kalîteya perwerdeyê, lê di heman demê de pêşeroja hunerê li Sûriyeyê jî dixe xeterê.

Şam – Piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam a cîhadîst hat ser rêveberiya demkî ya Sûriyeyê sûcên wekî komkujî, binpêkirina mafên mirovan, tacîz û tecawiz zêde bûn.
HTŞ ya cîhadîst her wiha dixwaze di qada huner û perwerdeyê de guhertinan bike. Biryarek ku li Fakulteya Hunerên Bedew a li Şamê hatiye girtin, di nav xwendekar û akademîsyenan de bû sedema nîqaşên girîng. Biryara rêveberiya fakulteyê ya qedexekirina karanîna modelên tazî, ku ew wekî "nebaş" bi nav kirine û dayîna sifir notan ji projeyên ku vê rêziknameyê binpê dikin, fikarên cidî li ser azadiya hunerî û derbirîna akademîk derxistiye holê.
Dekanê Fakulteya Hunerên Bedew li Zanîngeha Şamê Fûad Dahdûh, di 17’ê Tebaxê de bikaranîna "modelên tazî" di projeyên mezûniyetê yên beşên peykersazî, wênesazî û gravurê de qedexe kir. Li gorî biryarê, her projeyek ku têkiliya laşê tazî tê de hebe dê rasterast nota sifir bistîne û biryar di bin zexta rayedarên bilindtir de ji hemî beşên fakulteyê re hat ragihandin.
Ev biryar di nav derdorên akademîk û hunerî yên li Sûriyeyê de bû sedema nîqaşeke mezin. Xwendekar û akademîsyenan diyar kirin ku ev biryar azadiya hunerî sînordar dike û fikarên xwe anîn ziman ku ew ê bandorek neyînî li ser kalîteya perwerdehiya hunerî û pêşeroja hunerên dîtbarî li Sûriyeyê bike.
Bikaranîna tazî di hunerê de ji bo têgihîştina avahiya anatomîk a tevgerê û hevsengiya estetîkî pir girîng e. Ev rêbaz dihêle ku hunermend zanîna anatomîk a berfireh bi dest bixin û jêhatîyên xwe yên îfadeya dîtbarî pêşve bibin.