Ji jinên Abya Yalayê hevgirtin: Kobanê sembola berxwedana kûrewî ye

Rêxistinên jinan ên li Latîn Amerîkayê (Abya Yala), li dijî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê banga hevgirtina navneteweyî kirin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistinên jinan ên li Latîn Amerîkayê (Abya Yala), destnîşan kirin ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ne tenê gelê Kurd, têkoşînên xweseriyê û rizgariya jinê ya gelê li seranserê cîhanê hedef digrin.

Jinên ji Abya Yala, daxwaza rawestandina êrîşên cîhadîstan kirin, rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, Tirkiye û HTŞ ji êrîşên li dijî gelê Kurd berpirsyar hatin girtin

Ji Kolektîfa Las Kompas a Mexico City Mîna, ji bo parastina Rojava  bang kir û got ku êrîş ne tenê li dijî Rojava ne û banga çalakiyên navneteweyî kir. Intî Barrios a ji heman kolektîfê jî got gelê Meksîkayê piştgiriyê dide gelê Kurd

‘Êrîşa li ser gelê Kurd êrîşeke li dijî hemû gelên xwecihî yên cîhanê ye’

Nûnerek ji Civakên Şoreşger ên Baweriyê yên Şîliyê, ji bo piştevanî û parastina Rojava bang kir û ragihand ku jinên Şîliyê bi jinên Rojava re mil bi mil dimeşin. Endama Yaguel Lavkenche li axa Mapuche Valeria Becerra, diyar kir ku êrîşa li ser gelê Kurd êrîşeke li dijî hemû gelên xwecihî yên cîhanê ye, ji bo gelê Kurd mafê xweparastinê xwest û peyama piştevaniyê ji bo girtiyên siyasî yên Mapuche yên hê ji aliyê dewleta Şîliyê ve tên girtin şand.

Parêzvana Geliyê Cholulteca yê Meksîkayê Myriam Vargas jî got ku ew ji herêmên gundewar ên Meksîkayê tevlî kampanyaya piştgirî û çalakiyê ya ji bo parastina Rojava dibe.

Myriam Vargas wiha got: "Êrîşên li ser Rojava, êrîşên li ser gelan in. Em bi kampanyaya Women Defend Rojava re dibin yek, em tevlî dengê azadiya jinên Kurd dibin!

Di daxuyaniya Abya Yala de hat destnîşankirin ku Kobanê sembola berxwedana kûrewî ye û li dijî êrîşên li ser Rojava peyama xurtkirina hevgirtina jinên navneteweyî da.