Ji Dêrazorê piştgiriya jinan ji bo banga Abdullah Ocalan
Hatîce el-Ebdullah ku yek ji jinên Dêrazorê ku piştgirî dan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, destnîşan kir ku ji bo aştiya rastîn, gavên berbiçav, hesabpirsîna bi rabirdûyê re û garantiyên ji bo pêşerojê hewce dike.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangek dîrokî ya nû ji bo "aştî û civakek demokratîk" kir. Xelkê Dêrazorê ku derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman, diyar kirin ku Ocalan dikare ji bo pêşerojek aram asoyên nû veke.
Jina nişteciha Dêrazorê Hatîce el-Ebdullah diyar kir ku banga Abdullah Ocalan li ba gelê Dêrazorê ku ji bo şer, pevçûn û têkoşînên siyasî bedelên giran daye, deng vedaye. Hatîce wiha got: "Wekî jinên ku di nav êş û azarê de dijîn, em bi çavekî rastîn û hişek vekirî nêzîkî vê bangê dibin. Ji ber ku ew kêliyek girîng di dîroka herêmê de temsîl dike."
‘Aştiya rastîn ne tenê ragihandina niyetê ye’
Hatîce diyar kir ku ew bi dilgermî piştgiriyê dide vê banga dîrokî û tekez kir ku niha veguherînek radîkal a derûnî û siyasî pêwîst e. Hatîce wiha berdewam kir: “Bê guman, em vê guhertina di axaftina Ocalan de teqdîr dikin, nemaze tekeziya wî ya li ser danîna çekan û bingehgirtina siyasetê ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Bêyî dawîanîna li tundiyê û afirandina cîhek ji bo diyalog û lihevhatinê, tu civakek nikare ji nav kavilên şer derkeve. Lê aştiya rastîn ne tenê ragihandina niyetê ye; ew pabendbûnek hevbeş e ku îradeya rastîn a siyasî û civakî ya hemû aliyan hewce dike.”
Bendewariya ji bo gavên berbiçav
Hatîce anî ziman ku terikandina projeya dewleta neteweyî û çûyîna ber bi civatek piralî û demokratîk ve, nîşana gihîştina rewşenbîrî ye û wiha got: “Lê belê, divê ev yek bi awayekî berbiçav li ser erdê were bicîhanîn. Ev yek li herêmek wekî Dêrazorê ku avahiyên siyasî û sazûmanî lê lawaz in, hîn girîngtir e. Baweriya gel qels dimîne."
Pirsa ‘Gelo?’ her tim heye
Hatîce destnîşan kir ku banga avakirina komîsyoneke parlementoyê ya ji bo bêçekkirinê gavek erênî ye, lê çend pirsên girîng jî derxistiye holê û wiha got: "Gelo dewleta Tirkiyeyê bi rastî vê bangê bi cidî digire dest? Gelo jin û civaka sivîl bi rastî jî di nav van mekanîzmayan de wê cih bigirin? Ji ber ku nebihîstina dengê me tê wateya paşguhkirina nîvê civakê."
‘Aştiyek dadperwer bi yekalî nayê avakirin’ Hatîce her wiha bal kişand ser girêdana ku Abdullah Ocalan di navbera azadiya takekesî û azadiya civakî de daniye û got: “Ev prensîb kevirê bingehîn ê avakirina civakek dadperwer e. Ew tê wateya rêjîmek ku dengê jinan tê de tê bihîstin û edaleta civakî tê sererastkirin. Werin em ji bîr nekin ku aştiyek dadperwer bi yekalî nayê avakirin; gavên berbiçav, hesabpirsîna bi rabirdûyê re û garantiyên ji bo pêşerojê hewce dike.”