Li Sûriyeyê di 7 mehan de 635 jin hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku di 7 mehan de li Sûriyeyê zêdetirî 635 jin hatine kuştin û bi sedan jin jî winda ne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Tora Rassed û Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka sala 2025’an vir ve li Sûriyeyê zêdetirî 635 jin hatine kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, hat hînbûn ku zêdetirî 400 jin li herêmên cuda yên Sûriyeyê winda ne û çarenûsa wan ne diyar e. Hat ragihandin ku di êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li dijî Siweydayê ku di 13’ê Sibatê de destpê kirin de, gelek jin hatine kuştin û 70 jin jî winda ne.

Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku bi sedan jin li Lazkiye, Hema, Hums û Tartûsê hatine revandin û çarenûsa gelek ji wan nayê zanîn.