Ji bo salvegera damezrandina Navenda Ciwanên Koye şahiyek hat lidarxistin

Li Koye bi boneya salvegera damezrandina Navenda Ciwanên Koye şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de cil û bergên jinan, huneran kongfo, werzîşa cimnastîk hat pêşandan û pêşangeha şêwekarî hat vekirin.

ŞIYA KOYE

Koye- Navenda Çalakiyên Ciwanan a Koye bi boneya 33’yemîn salvegera damezrandina parastina zarokên Kurdistanê û 22’yemîn salvegera damezrandina Navenda Ciwanên Koye ya ser bi bajarê Hewlêrê yê herêma Federal a Kurdistanê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de cil û bergên jinan, hunera kongfo, werzîşa cimnastîk hat pêşandan û pêşêngeha şêwekariyê hat vekirin.

‘Ji sala 2016’an ve ez wêneyan xêz dikim’

Şehla Navîz a ku peymangeha hunerên ciwan a Şehîd Cehfer li Koye xwendiye û li navenda çalakiya ciwanan bi karê şêwekariyê ve eleqeder dibe, bi hunera xwe beşdarî şahiyê bû wiha got: “Ez bi çend wêneyan beşdarî şahiyê bûme, yek ji wan wêneyan behsa avahiyek kevin a Koye dike ku yek ji avahiyên şênwar ên Koye ye. Armanca min bi vê tabloyê ew e ku kesên nikaribin serdan bikin û ji nêz ve şûnewarên Koye bibînin, bikarin bi tabloyan bibînin. Ji sala 2016’an de min dest bi karên hunerî kir, ji wê demê ve min gelek tablo çêkirine û ez bi wêneyên xwe beşdarî gelek festîfal û pêşangehan bûme. Navenda ciwanên parêzvaniya zarokên Koye her dem alîkariya me dike û pêwîstiyên me yên malzemeyan dabîn dikin.”

‘Ez gelek kêfxweş im’

Di şahiyê de hunerên kongfo, cîmnastîk ji aliyê keç û xortan ve hatin pêşandan. Robîn Şaxawan yek ji ciwanên keç bi werzîşa cîmnastîkê beşdarî şahiyê bû wiha got: “Ev du meh in li vê derê ji aliyê mamosteyên taybet ve perwerde dibînim, ez gelek kêfxweşim ku îro li vê derê li gel hevalên xwe beşdarî şahiyê bûme. Ji bo min werzîşa cîmnastîk gelek bi sûd e, ji bo keç û xortan tu cudahî nîn e û ger bixwazin bibin lîstikvanên cîmnastîkê yên baş divê zêde