Ji bo mafê hêviyê kampanya îmzeyan a navneteweyî

Komîteya Parastina Navneteweyî ya 'Mafê Hêviyê' ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi cih anîna mafê hêviyê dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Parastina ‘mafê Hêviyê’ ya navnetewî bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18'ê Adarê de bi daxuyaniyekê ji bi raya gitşî ragihandin dest bi Kampanya komkirina îmzeyan ji bo ‘mafê Hêvî û Hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocelan’ re kir.

Ji welatên cuda gelek siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û hunermend tevlî kampaniyayê bûn, di demeke kurt de hejmara îmzeyan  gihîşt zêdeyî 500 îmzeyî. Komîteyê bi vê piştgiriya xurt daxwazên xwe gihand sazî û raya giştî ya navneteweyî.

‘Bêdengî tê wateya hevkariya li bê edaletiyê’

Di destpêka daxuyaniya komîteyê de hat gotin: ‘di demekê de ku li cîhanê şer, zext û rewşa nediyar heye, bêdengî tê wateya hevkariya li bê edaletiyê.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Rêber Apo ji 15'ê Sibata sala 1999'an û vir ve li Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û diyar kir ku ev rewş tenê rewşeke ragirtinê nîne, û wiha berdewam kir ‘ev yek tê wateya "Jiholêrakirina derfetê guherîn, diyalog û hêviyê bi rêk û pêk. Îmrali êdî ne tenê girtîgehek e, ew bûye sembola desteserkirina 'Mafê Hêviyê' jî.’

Komîteyê işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî kir û diyar kir ku 'Mafê Hêviyê' mafekî gerdûnî ye û di berdwamiya  daxuyaniyê de ev tişt hat zimnan ‘ti dewlet nikare mirovekî ji hêviya azadiyê, ji derfetê jinûve nirxandina çarenûs û diyalogê bêpar bihêle.

‘Ev gav ne tenê hiqûqî ye, pêwîstiyek dîrokî û siyasî ye’

Daxwazên Komîteyên bi van sê serenavan in:

*Tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin, şert û merc bêne afirandin ku bikaribe bi malbat, parêzeran û heyetên navneteweyî re hevdîtinê bike.

*Ji bo aştî û jiyana hevpar a li herêmê pêvajoya diyalogê ya wekhev û mayînde bê destpêkirin.

*Saziyên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û gavên şênber û bi biryar biavêjin;

ev gav ne tenê hiqûqî ye, di heman demê de pêwîstiyeke dîrokî û siyasî ye.

‘pênaseya hêviyê divê bibe xwedî wateyekî dîrokî ya girîng’

Komîtey parasina mafê Hêviyê tekez kir ku bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ji bo şikandina tundiyê û jinûve avakirina baweriya navbera gelan gelekî krîtîk e û ragihand ku hevdîtina bi Rêber Apo re ji bo siyaset jinûve derbasî ser zemîna diyalogê bibe û pênaseya 'hêviyê' bibe xwedî wateya dîrokî girîng e.

Komîteyê ragihand ku ev banga bi kampanya îmzeyan xurt bû wê pêşkêşî Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar ên navneteweyî re bê kirin.