Ji bo bîranîna Fermanê: Ji Geliyê Kersê ber bi Koçoyê ve dimeşin

Sê ciwanên Êzidî ji bo bîranîna Şengalê ji Geliyê Kersê ya Şengalê dest bi meşê kirin. Ciwanên ku li ser maşa bi seatan dewam kir gihiştin Sûka Kevin a navenda Şengalê dê heya gundê Koço bimeşin.

Şengal – Bi boneya salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê ji bo şehîdên fermanê gelek çalakî tên darxistin. Li hemû bajar, bajarok û gundên Şengalê de ev hefteyeke wêne û pankartên fermanê hatiye daliqandin, li serê hemû kolanan de gel av û tiştên vexwarinê belav dikin. Civaka Êzîdî bi van çalakiyên xwe dixwazin ev ferman neyê jibîr kirin.

Ji Geliyê Kersê ber bi Koçoyê ve meş

Duh ji aliyê sê ciwanên bi navê Meyan Rebo, Xidir Şingalî û Xidir Berekat çalakiyek hate destpêkirin. Her sê çalakvan ji bo bîranîna fermanê do nîvroj ji  Geliyê Kersê ya Şengalê dest meşê kirin. Çalakvanên di rêka lofên Şengalê  de meşiyan di seat 4’ên sibehê de gihîştin Sûka Kevin ya Şengalê ku ev hefteyeke konê çalakiyê lê hatiye vekirin. Di destpêka meşê de Asayîşa Êzîdxanê bi çalakvanan re dimeşin. 

Dê heya gundê Koço bimeşin

Çalakvanan diyar kirin ku ew ê heta Gundê Koço ku bi hezaran Êzidî di 15’ê Tebaxa 2014’an de lê hatibûn qetilkirin, bimeşin û wê li Gundê Koço çalakiya xwe bi dawî bikin.

Çalakvana jin Meyan Rebo bi hevjînê xwe Xidir Berekat û du zarokê xwe beşdarî vê çalakiyê bûye. Meyan Rebo di destpêkirina axaftina xwe hemû şehîdên fermanê bibîranî û wiha got: “Ji bo ev ferman neyê jibîr kirin me vê çalakiyê darxist. Me ji Geliyê Kersê dest meşê kir û wekî roja fermanê me xwast bimeşin û bi vî awayî şehîdan bibîr bînin.”