‘Ji bo alîkarî bighîjin peravê pêwîstî bi vekirina korîdorên bi ewle heye’
Endama Însiyatîfa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalîde Botî ku di nava kerwanê alîkariya ji bo Perava Sûriyeyê de cîhê xwe digirt, bal kişand ser astengkirina alîkariyan û got: “Ji bo alîkarî bighîji peravê pêwîstî bi vekirina korîdorên bi ewle heye.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 17 ‘ê Adarê de konvoya yekemîn a alîkariyên ku ji aliyê însiyatîfên gel ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û bi beşdariya Heyva Sor a Kurd, Kongra Star û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn komkirin, ber bi herêma Perava Sûriyeyê ve bi rê ket. Konvoya duyemîn jî di 10’ê Nîsanê de hat amadekirin û ber bi perava Sûriyê ve çû. Lê hêzên desthilatdariya Şamê HTŞ’a cîhadîst nehiştin ku alîkarî derbasî herêma perava Sûriyeyê ve bibin û konvoy vegeriya cîhê xwe.
Endama Însyatîfa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalîde Botî ku di nava kerwanê alîkariya ji bo Perava Sûriyeyê de cîhê xwe digirt, derbarê astengiyên ku ji aliyê desthilatdariya HTŞ’ê ve hatine derxistine de, ji ajansa me re axivî.
‘Bi hişmendiya DAIŞ’ê kiryarên dijmirovî pêk tên’
Xalîde Botî da zanîn ku hikûmeta Demkî ya HTŞ’a cîhadîst bendewarî û hêviyên gelê Sûriyeyê vala derxistiye û axaftina xwe wiha domand: “Piştî hilweşandina pergala Baasê hatina HTŞ’ê ya wek hikûmeteke demkî kar û xebat bimeşîne, gelên li Sûriyeyê dijîn bi hemû pêkhate, ol û bawerî bendewarî û hêviyek wan hebû ku di Sûriyek nû de bi azadî û xwedî maf jiyan bikin. Lê mixabin kiryarên dijmirovî ku HTŞ’ya cîhadîst bi serê pêkhateyan de pêk tîne, bawerî û hêviya gelan vala derxist. Bi taybetî li Perava Sûriyeyê kiryarên ku bi hicetên bermahiya rêjîma Baasê, sîstemek qirker û tunekirinê bi awayekî hovane komkujî pêk tîne. Ma gelo jin, zarok, kal û pîr jî bermahiya rêjîma Baasê ne? Kesên ku rastî qirkirin û tunekirinê tên, kesên sivîl in, bêehlaqî wan qetil dikin. Bê guman em van kiryaran dûrî HTŞ’ê nabînin. Ji ber ku dema konferansa bi navê ‘Aşîtî’ hat lidarxistin, kujerên xelkên Sûriyeyê tê de cîh girtin, wê demê hat zanîn ku ev hikûmet wê Sûriyeyê ber bi qetilkirin û komkujiyan ve bibe. Niha jî em dibînin ku çawa bi hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê, çawa li Perava Sûriyeyê destdirêjiya li jinan dikin û wan qetil dikin, hemû kiryarên bê ehlaqî dimeşînin.”
‘Armanc xwedîderketin û sivikkirina barê jin û zarokan e’
Xalîde destnîşan kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin ku xwedî li xelkê Perava Sûriyeyê derkevin û wiha lê zêde kir: “Ji bo piştgiriya gelê Elewî gelek çalakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî kiryarên qirêj ku li Perava Sûriyê pêk tên, hatin lidarxistin. Gelê li Perava Sûriyeyê di aliyê aborî û civakî de tengasiyên mezin dijî. Ji bilî komkujî û kiryarên qirkirinê, siyaseta birçîkirinê li ser wan tê meşandin. Ji ber vê yekê jî em wekî Însyatîfa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî pêngava alîkariya ji bo xelkên perava Sûriyeyê bûn. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşa jinên Peravê hîs dikin û li kuderê jî jin rastî zehmetî û kiryaran were, emê xwedî lê derkevin û piştgirî bidin jinan. Ji ber ku ev erkek mirovî û ehlaqî ye.”
Xalîde Botî got “Cara yekemîn dema alîkarî hate pêşkêşkirin bi gelek zor û zehmetiyan gihîşt armanca xwe” û wiha pêl da axaftina xwe: “Cara duyemîn jî HTŞ’a cîhadîst rê neda em derbas bibin û barê xelkên perava Sûriyeyê sivik bikin. Tevî ku tensîq û çûyîna alîkariyê hatibû koordînekirin jî, dema em gihîştin wir, qebûl nekirin û gelek gotinên ne xweş digotin. Dixwestin tevlihevî û pirsgirêkan derxin, lê armanca me ew e ku em bikaribin alîkariyê bighînin jin û zarokan. Herî dawî Heyva Sor a Sûriyeyê xwest ku em alîkariyê radestî wan bikin û ew belav bikin. Lê ev yek ji aliyê me ve nehat qebûlkirin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku di riya wan de tu alîkarî naghê xelkên Peravê, em dixwazin ev alîkarî rasterast bighê destê hewceyan. Mixabin tevî hemû hewldanan jî, nehiştin ku em derbas bibin û alîkarî bidin.”
‘Banga vekirina korîdorek lezgîn ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ‘
Xalîde banga vekirina korîdorên mirovî ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di sedsala 21’an de ne ku projeya Netewa Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk di şexsê azadiya jinê de wê bibe sedsala azadiya tevahî gelên ku hemû pêkhate bi reng, deng û nasnameya xwe bi hev re bijîn. Lewma banga me ji her kesî re heye ku bi erk û wîjdanê xwe rabe û helwesta xwe nîşan bide. Banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan û hemû jinên azadîxwaz e. Bila li hemberî siyasetên qirkirin û tunekirinê ku li ser gelan pêk tê , helwesta xwe nîşan bidin. Em wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi israr in ku alîkariyê pêşkêşî xelkên Peravê bikin û emê heya dawî jî di nava hewldanan de bin da ku em xwedî li banga jin û zarokan derkevin û wan ji krîzê derxin.”