Jinan li Qamişlo li ser rola jinan di avakirina Sûriyeyê de nîqaş kirin
Beşdarên panela diyalogê ya li bajarê Qamişlo teqezî bi pêkanîna edaleta civakî li Sûriyeyê da û girîngî da rola sereke ya jinan di pêvajoyên siyasî yên avakirina Sûriyeyê de.

Qamişlo – Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) paneleke diyalogê bi navê "Edaleta demkî ya Sûriyeyê û asoyên pêkanîna wê" li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di panelê de jinên çalakvan ên partiyên Sûriyeyê, nûnerên rêxistin û saziyên sivî ên jinan, kesayetên civakî û rewşenbîrî, hiqûqnas û çalakvanên jin beşdar bûn.
Mijara yekemîn ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Hindirîn Mihemed ve hat birêvebirin.
Hindirîn Mihemed li ser girîngiya edaleta demkî û hesabxwestina ji sûcdaran axivî û got: “Gelek welatiyên deverên dagirkirî li bendê ne ku mafên xwe yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji wan standine, vegerînin.”
Hindirîn Mihemed diyar kir ku destpêka pêkanîna makanîzmên edaleta demkî di vê dema niha de pêvajoyeke pir zehmet e, ew jî ji ber cudahiya di navbera gavên teorîk û pratîk de, ew jî bi sedema destwerdanên navneteweyî û tunebûna saziyên navneteweyî yên serbixwe ye.
Hindirîn Mihemed got ku gelek astengî li pêşiya qonaxa demkî ya Sûriyeyê hene, wekî destwerdana aliyên herêmî û navneteweyî di krîza Sûriyeyê de.
Beşdaran li ser vê mijarê nêrînên xwe parve kirin. Di nêrînan de qetilkirina Elewiyan li perava Sûriyeyê bi bihaneya bermahiyên rejîma berê û pêkanîna sûcan li dijî jinan, şermezar kirin.
Beşdaran daxwaza hesabxwestina ji hemû sûcdarên ku ji 62 salan ve gelê Sûriyeyê qetil kirine, kir. Her wiha wan banga avakirina komîteyeke navneteweyî ya serbixwe ji bo çavdêrîkirina li edaletê kir û got ku hikumeta demkî ya niha di pêkanîna edaletê de ne cidî ye.
Di dawiya panelê de encamname wiha hat diyarkirin:
*Edaleta civakî bi beşdariyeke rastîn a hemû nûnerên gelê Sûriyeyê were pêkanîn.
*Zext li rêveberiya demkî were kirin da ku bermahiyên serdema berê wekî sûc û binpêkirinên dermirovî çareser bike û garantiyê bide ku ew sûc dubare nebin.
*Komîteyeke nîştîmanî were avakirin da ku bi heşdariya hemû pêkhateyan dest bi lêpirsînan bike û binpêkirinan belge bike.
*Civata navneteweyî di pêvajoya edaleta civakî de alîkariya madî bide û pisporên di desteyên neteweyî de ji bo vê erkdar bike.
*Zirardîtiyên ji tevahî xaka Sûriyeyê beşdar bin.
*Di pêvajoya amadekarî û plansaziyê de beşdariyeke rastîn hebe û rewşa jinan, zarokan û malbatên qurbaniyan di ber çavan re were derbaskirin.
*Diyalogên navxweyî yên di nav civakan de werin xurtkirin.
*Saziyên dadgerî û rêveberî werin sererastkirin.
*Ji bo sivikkirina êşa malbatên qurbaniyan alîkariyeke bi edalet were dayîn û rewş wekî berê were vegerandin.
*Nûnertiya jinan di hemû wezaretan de bi awayekî rastîn were kirin.
*Jin ji bo avakirina têkiliyan bi bajarên Sûriyeyê re hevgirtina xwe xurtir bikin.
*Vegereke ewle ji bo koçberan were misogerkirin.
*Komîteyên ji bo lêkolîna li ser binpêkirinan û kategorîkirina wan werin avakirin.
*Civakeke aştiyane ya gelêrî wekî bingeha edaleta demkî were avakirin.