Ji bo ‘Şerê 40 rojan’ agirbest hat îlankirin
Di şerê 40 rojan ê di navbera DYE û Îranê de agirbest hat îlankirin. Şerê ku ji bo gelê Îranê bû sedema maliyeta giran, di vê peyman ku hat kirin de, behsa êşên ku welatiyan kişand nehat kirin.
Navenda Nûçeyan –Serokê DYE’yê Donald Trump, ragihand ku di navbera alîgiran de peymana“agirbesteke berfireh a tam” hatiye kirin. Li gorî wê ev peyman dê merhele bi merhele pêk were û di nava 24 saetan de “Şerê 40 rojan” bi fermî bi dawî bibe.
Dema ku vî şerî dest pê kir, yek ji gotinên rayedarên DYE’yê “alîkariya ji bo gelê Îranê” bû lê di encama şerê ku 40 roj in didome de, bêyî ku behsa destekek şênber ji bo gel were kirin, ji ber zirara malî û kuştina mirovên ji civaka Îranê îlankirina agirbestê, bû sedema rexneyên li dijî DYE’yê.
Li gorî daneyên hatine parvekirin, pêkanîna agirbestê bi du merheleyan hatiye plankirin. Pêşî dê aliyek dest bi agirbestê bike, piştî 12 saetan dê aliyê din tevlî agirbestê bibe. Ger herdu alî jî girêdayî bimînin, piştî 24 saetan şer dê bi fermî bi dawî bibe lê raporên ji saetên pêşîn nîşan didin ku êrîş didomin û bêîstîqrariya li qadê didome. Ev yek jî der barê mayîndebûna agirbestê de gumanan zêde dike.
Di heman demê de Trump, diyar kir ku ji aliyê Îranê ve planek 10 madeyî hatiye pêşkêşkirin û ev plan bingeha peymanê ye. Li gorî agahiyan di planê de ev made hene:
*Li dijî Îranê û hêzên wê yên mutefîk rawestandina hemû êrîşan
*Kişandina hêzên şer ên DYE’yê ji herêmê û bidawîbûna belavkirina leşkerî ya li dijî Îranê
*Ji Tengava Hurmuzê di bin çavdêriya Îranê de du hefteyan derbasbûna keştiyan
*Rakirina hemû ferzkirinên Neteweyên Yekbûyî
*Bi fona malî tazmînkirina zirara ku gihîştiya Îranê
*Soza Îranê ya ji bo nehilberandina çekên nukleer
*Ji bo Îranê dayîna mafê dewlemendkirin asta uranyumê de muzakerekirin
*Ji bo peymanên aştiya herêmî destpêkirina muzakerayan
*Ji bo hemû aliyên ku bi hêzên mutefîk ên Îranê re di nava pevçûnan de ne berfirehkirina rêgeza rawestandina êrîşan
*Bidawîkirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê û weke belgeya NY’ê fermîbûna wê
Tevî ku ev bend berfireh in jî; ev ji nîşandana daxwaz û berjewendiyên gelê Îranê zêdetir, di çarçoveya ewlehî û fikarên jeopolîtîk de hatiye sererastkirin. Mînak; bendên weke “rawestandina êrîşan” û “kişandina hêzên leşkerî” zêdetir” di navbera dewletan de kûrbûna li ser hevsengiya hêzê ye, jib o ewlehiya welatiyan, başî û mafên wan tu temînat nehatiye dayîn. Welatê ku bi îdiaya “desteka ji bo gelê Îranê” dest bi şer kir, di vê peymanê de jî mekanîzmayeke şênber a ji bo parastsina jiyana gel, debar û mafên gel nedaye pêşiya xwe.
Di plana aborî de jî îfadeyên weke “rakirina ferzkirinan” û “tezmîtana ziraran” her çendî cih bigrin jî tecrubeyên berê nîşan didin ku çavkaniyên wiha bi kêrî başkirina rewşa gel nehatine û gelek caran di pergalên dewletê yên ne zelal de ev yek zêdetir bûne. Her wiha sînorkirina derbasbûna ji Tengava Hurmuzê, ji îstîqrara aborî zêdetir, nîşan dide ku li herêmê kontrola ji bo ewlehiyê û rewşa awarte didome.
DYE ji aliyekî ve gefan dixwe ji aliyekî ve jî îdia dike ku dê destekê bide gel
Di qada nukleer de jî balkişandina “hilneberandina çekan” û “pejirandina mafê dewlemendkirinê”, ji bo başbûna gel zêdetir, weke perçeyek bazarên siyasî ya di navbera dewletan de tê nirxandin. Di vê pêvajoyê de kêmasiya mekanîzmayên şênber ku mercên jiyana gel, azadiya wan a sivîl û mafên wan ên bingehîn baş dikin tên dîtin.
Van rexneyan, di mercên ku daxuyaniyên Donald Trump di destpêka şer de bi gotinên; “tunekirina şaristandiya Îranê” hê jî tên nîqaşkirin de tên kirin. Ev rewş, nakokiya di polîtîkaya DYE’yê de nîşan dide. Ji aliyekî ve gefan dixwe, ji aliyekî ve bi îdiaya destedayîna gel ketiye şer lê zirarê daye gel û ji bo başkirina êşên gel û telafîkirina ziraran tu tişt di peymanê de tune ye. Gelek raporên ku zirarên li ser binesaziyê nîşan didin û daneyên kuştinê di wan de hene hatine weşandin ev yek jî nîşan dide ku yên zirara herî mezin ji vî şerî dibînin mirovên sivîl in. Çalakiyên leşkerî yên DYE û Îsraîlê bi polîtîkayên hundir ên Komara Îslamê ya Îranê re zextê li ser civakê dikin.
Îranê rewşa şer ji bo zêdekirina zexta li ser çalakgeran bi kar tîne
Di vê çarçoveyê de, raporên mafên mirovan nîşan didin ku li Îranê zexta hundir zêdetir dibe. Li gorî van raporan, rêveberiya Îranê rewşa şer ji bo zêdekirina zexta li ser çalakgeran bi kar tîne û di gelek rewşan de mirovan bi sûcdariya “sîxurî” û “hevkariya bi dijmin re” rûbirû hiştiye.
Bi taybetî der barê rewşa kesên ku di çarçoveya serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya di sala 2022’yan de fikar zêdetir dibin.
Çavkaniyên cuda, radigihînin ku dayîna cezayên darvekirinê û pêkanîna zêdetir bûye û girtina girseyî her diçe zêdetir dibe. Li gorî rexnegiran ev pêvajo bi peymanên navneteweyî re bi leztir bûye û rewş her diçe xirabtir dibe.
Agirbesta ku hatiye îlankirin, her çendî bibe sedema kêmbûna pevçûnan jî naveroka peymanê û pêşketinên hevdem ên navxweyî, nîşan didin ku ev pêvajo di bin giraniya hêzê û ewlehiyê de ye. Ev rewş, tu perspektîfeke ji bo başbûna rewşa welatiyên sivîl pêşkêş nake.