‘Ji ber şerê li Sûdanê ji çar zarokan sê jê ji dibîstanê bêpar mane’

Dîrektorê Rêxistina Save the Children a li Sûdanê, bi rapora xwe ya nû diyar kir ku ji ber şerê li Sûdanê didome ji çar zarokan sê jê nikarin perwerdehiyê bibînin.

Navenda Nûçeyan – Şerê li Sûdanê yê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RFS) de Nîsana 2023’an dest pê kir heya niha jî didome. Şer bû sedemê mirina bi dehhezaran kes, koçberiya bi milyonan mirov, texrîbkirina bînesaziyên sivîl, belavbûna xela, nexweşî û şewban.

Dîrektorê Save thê Children, di rapora roja çarşemê 10’ê Îlonê weşandî de, anî ziman ku di demê krîzê de, gelemperî perwerde tê îhmalkirin, lê belê bi berdewambûna şer re, rê li ber windahiyên perwerdê ku neyê telafîkirin vekiriye. Diyar kir ku ev windabûn şansê fêrbûna xwendin û nivisînê ji destê gelek zarokan girtiye.

Zarok ji perwerdê bêpar in

Li gorî daneyê rêxistinê, ji 17 milyon zarokên di dema perwerdê de, 13 milyon naçin dibîstanê. Ango ji zêdeyî sêyan du ji perwerdê bêpar in. Di heman demê de zêdeyî nivê dibîstanên li Sûdanê girtî ne. Ji her deh dibîstanan yek jê ji bo malbatên ji cihên xwebûne, vegeriyaye stargehê.

Dîrektor da zanîn ku ger şer bidome, wê bi milyonan zarok venegerin dibîstanê, ev jî wê rê li ber başdarbûna wan a komên bi çek û xeteriyên tundiya zayendî veke. Di raporê de hate diyarkirin ku li navenda Sûdan û hinek bajarên li Bakur di mehên dawî de aramiyek bijî jî rewşa heye didome.

Krîz kûr dibe

Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî, ji destpêka îsal heta niha zêdeyî du milyon kesên ji cihên xwe bûne, herçend çûbin bajaran jî, ji ber bînesazî di astek mezin de hilweşiyane, girtina dibîstan û nexweşxaneyan didome. Qutbûnên kehrebeyê dem dem tê jiyîn.

Li gorî texmînan Sûdan yek ji krîzên koç û birçîbûna herî xirab dijî. Bi taybet li hinek kampên koçberan ên Rojavayê Sûdanê, ji ber qerebalixiya zêde, xela, şewba kolera, nebûna xizmetên tenduristiyê û pêwîstiyên bingehîn krîzê kûrtir dike.