Ji ber şer û aloziyan jinên nan çêdikin bêkar mane

Ji ber şerê DYE-Îsraîl û Îranê û bandorên wê li ser başûrê Kurdistanê ku bihabûna gazê bi xwe re anî, jinên nan çêdikin bêkar mane û dibêjin: “Berê 50 nan bi 16 hezar dînar bû niha bûye 20 hezar. Piranî firinên nan hatine girtin.”

ŞIYA KOYE

Koye – Beşek ji jinên navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê û derdora wê debara jiyana wan li ser çêkirina nan e. Di nav de jinên bi temen, jinên ciwan ên ku zanîngeh xilas kirine jî hene. Tevî guherînên şertên aborî, bi rêbazên kevneşop, nanê malan çêdikin û van nanan difroşin. Ev nanên malan li hinek cihan wekî nanê sêlê û wek nanê Kurdî û weke nanê xwemalî tên zanîn lê belê girîngiya wan mayîna nanê Kurdî ye. Ger ew cih nebûya wê nanê Kurdî tune bûna.

Di mehên borî de şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de ku bandorê li ser jiyan û kesên xwedî cihên kar ên li Başûrê Kurdistanê kiriye. Ji ber bihabûna gazê li hinek cihan, nebûna gazê bandorek rasterast li jinên nan çêdikir kiriye. Ji ber bi gazê nan çêdikin. Hinek ji wan jinan ji karên xwe bûn li bendê bûn ku biha asan bibin û gaz berdest bibe, da dest bi çêkirina nan û karên xwe bikin.

‘Ji ber nebûna gazê em nikarin karê xwe bidomînin’

Cihê ‘Nanê sêlê yê Ronak’ yek ji wan firoşgehên ku 14 jin bi du deman ‘du şift’ nan çêdikin e. Berjîn Tahîr xwediyê vê firoşgehê ji ajansa me re axivî û got: “Di sala 2015’an de ev firoşgeh hatiye vekirin, li Koye nanê herî kevin tê çêkirin û bi taybetî nanê sêlê. Lê belê niha pirsgirêka nebûna gazê derketiye û em nikarin bidomînin. Çêkirina nan ji bo jinan karekî giran e lê belê hemû jin pê kêfxweş in. 14 jin li gel me dixebitîn, wan bi vî karî debara jiyana xwe peyda dikirin. Ji ber hîs dikirin ku bi keda destê xwe dixebitin û debara jiyana xwe peyda dikin. Lê belê ji ber bihabûna gazê bêkar mane û hemû jin nikarin nan çêbikin. Piştî cejna Remezanê sê hefteyan me firoşgeh girt lê me niha vekiriye, ew jî ji ber daxwazek zêde ya kiryarên me li ser heye. Lê belê wekî tê dîtin tenê çend jin nan çêdikin. Nan jî biha bûye, berê 50 nan bi 16 hezaran bû niha bûye 20 hezar dînar.”

Berjîn Tahir da zanîn ku berê rojane 15 qilîneyên gazê tije dikir lê niha 8 an 9 tije dikin, her qilîneyeke bi 25 hezar dînar tije dikin, hinek caran bi dest jî nakeve û wiha got: “Qet alîkarî nayê kirin divê alîkarî bihata kirin û gazê bidana. Lê mixabin kes alîkarî nake.”

‘Kesên berê 50 nan dibir niha 25 an jî kêmtir dibin’

Berjîn Tahir têkildarî helwesta xelkê li hemberî bihabûna nan wiha got: “Ên tên fêm dikin ku nan biha bûye, ne şaşiya me ye û em jî naxwazin nan biha bibe lê belê ev yek bandorê li xelkê kiriye û tiştek ji destê me bê nîn e. Yên ku beriya niha 50 nan dibirin, niha 25 nan an jî kêmtir dibin. Dibêjin belkî rewş baş bibe.”

Debara jiyana me bi çêkirina nan e’

Jina bi temen Bihar Ehmed nan çêdike, destpêkê spasiya xwediyên kar ji bo pêkanîna derfetên kar ji bo wê kir û got: “Em 14 jin li vê derê dixebitin û debara jiyana me bi çêkirina nan e tu mûçeyê me nîn e. Beriya niha 150 hezar mûçeyên kesên ku hevjînê wan tune ye hebû me digirt lê niha ew jî nemaye û qet mûçeyek me nîn e. Ger çêkirina nan nebûya em nikaribûn pêwîstiyên xwe pêk bînin. Ji ber wê ez spasiya xwediya kar dikim ku ev derfet daye min û nêzî 6 salan e debara xwe bi çêkirina nan dikim.”

Bihar Hemed di dawiya xaftina xwe de wiha got: “Ger vî karî nebe, ez nikarim tu karekî din bikim. Ji ber ku li vê derê hevîr amade dibe û ez dikim girik, dikim nan. Lê belê kar ji bo temenê min gelek giran e. Ez bang li aliyên pêwendîkar dikim ku alîkariya xwediyên firoşgehan ji bo peydakirina gazê bikin, da ku ew jî pê kar bikin û debara jiyana me çêbibe.”