Ji ber êrişan ji Lubnanê 100 hezar kes ji cihê xwe bûn

Êrişên Îsrail li herêmên cûda yên yên Lubnanê pêkanî, bû sedemê mirina bi sedan mirov, bi hezaran birindar û bi sedhezaran ji cihê xwe bûn. Hat ragihandin ku di êrişan de zêdeyî 700 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşa ji derveyî sînor ya di navbera hêzên Îsrail û Hizbullah de hema bêje piştî salekê, Îsrail di 23’ê îlonê de li hedefên cûda yên herêmên Lubnanê de dest bi êrişên hewayî kir. 

Ji roja dûşema bûrî heta niha êrişên di navbera hêzên Îsrail û Hilzbullah de berdewam dike, ji destpêkê krîza Sûriye de bi deh hezaran kes ji bo kar û geştê li Lubnanê bûn, bi destpêkirina êrişan re bi sedan mirov cardin vegeriyan.  Gelek malbatên Sûryeyî ku ji ber şer berê xwe dabûn Beyrûdê niha ji ber şerê ku destpêkiriye cardin di vegerin Sûriyeyê.   

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCER) Filippo Grandi li ser X'ê daxuyaniyek da û got, "Ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê zêdeyî 100 hezar kes ji şêniyên Lubnan û Sûriyeyê derbasî Sûriyeyê bûn. Koçberî dewam dike."

Roja Şemiyê saziya penaberan a NY ragihandibû nêzî 50 hezar kes reviyayê Sûriyeyê. Ev jî nîşan dide ku di nav du rojan de hejmara kesên reviyane du qat zêdetir bûye. Çavkaniyên UNHCR'ê diyar kirin ku ji sedî 80 ê van kesan Sûriyeyiyên li welatê xwe vegeriyane, ji sedî 20 jî Lubnanî ne ku neçar mane ji welatê xwe birevin.

Zêdeyî 700 kesan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirûstiyê ya Lubnan di daxuyaniya roja dûşemê dayî de diyarkir ku di êrişa hewayî ya Îsrailê di 24 saetên dawî de li herêmên Lubnan, Bekaa, Baalbek, Hermel û Beyrut pêkanî de 105 kesan jiyana xwe ji dest dane, 359 kes jî birîndar bûne.

Li gora Wezareta Tendirûstiyê ya Lubnan di êrişa hefteya bûrî ya Îsrail li ser Lubnanê de piranî sivîl zêdeyî 700 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Roja Yekşemê Bernameya Cihanê ya Xurekê ya NY (WFP) ragihand ku ji bo alîkariya nêzîkî mîlyonek kesê li Lubnanê ji şer bi bandor bûne bikin operasyonek lez dane destpê kirin.