Saziya Jinan a Reqayê ji bo zarokan pêngavek da destpêkirin

Komîsyona Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo zarok ji rastiya şer rizgar bikin û jingehek bi ewle ava bikin pêngava bi dirûşmeya “Başkirin û Parastin” dan destpêkirin.

YUSRA EL EHMED  

Reqa- Jin û zarok herî zêde ji şer û nakokiyan bandor dibin. Mafê jin û zarokan di bin siya şer de tên binpêkirin. Bi hezaran rastî xizanî, destdirêjî tên. Bi armanca piştgirîkirina zarokan di warê derûnî û civakî de û pêşxistina şareza û şiyanên wan ên takekesî ji bo afirandina jîngeheke hişmend û saxlem, di 28’ê Tebaxê de, Rêveberiya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavek hişyarkirinê ya taybet ji bo zarokan di bin dirûşmeya “Başkirin û Parastin” dan destpêkirin. Ev pêngav wê sê mehan berdewam bike û di 20’ê Mijdarê Roja Zarokan ya Cîhanî bi dawî bibe.

Rêvebera Ofîsa Parastina Zarokan a li parêzgeha Reqayê Fatima El-Kurdî destnîşan kir ku destpêkirina hemleya hişyarkirina zarokan dê ji bo parastina wan ji diyardeyên civakî û neyînî û nexweşiyan, ji bo avakirina civakek saxlem bibe alîkar.

‘Pêngav bi armanca piştgiriya zarokan hatiye destpêkirin’

Rêvebira Buroya Parastina Zarokan ya kantona Reqayê Fatme El Kurdî behsa zirarên şer û bandora wê li ser zarokan kir û got: "Em bi riya pêngava xwe hewil didin li dijî tundiyê parastina zarokan bikin. Em bi riya wê kar li ser hişyarkirina wan û xurtkirina behreyên wan dikin. Her wiha em karînên wan ên kesayetî ava dikin ji bo karibin hemû zextên li ser xwe derbas bikin. Di dema şer û nakokiyan de zarok ên herî zêde ne berdêlan didin. Ji ber rastî hemû cureyên tundiyê dimînin ji rû bi rû yê istîsmarkirin bigre heya cudakarî û xizaniyê tên. Bandora şer gelek e û bi rengekî yekser bandorê li rastiya zarokan dike û ji mafên wan ên herî biçûk bêpar dihêle. Bandora şerê li Sûriyê gelek tişt li pey xwe hiştin."

‘Avakirina zarokatiyeke saxlem avakirina civakeke saxlem e’

Fatme El Kurdî di berdevamiya axaftina xwe de behsa bernameyên di nav pêngavê de kir û wiha pê de çû: “Ji dema programa pêngavê û çalakiyên wê hatine ragihandin me semîner û civîn lidarxistin ji bo hişyariya malbatan. Her wiha me der barê mafên zarokan de broşor belav kirin. Me  civînên hişyariyê lidarxistine ji bo pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û civakî ji bo karînên zarokan û behreyên wan xurt bikin da ku karibin di hemû waran de beşdar bibin û vegerin jiyana xwe ya normal. Me serdana zarokan li dibistan û peymangehan kir û me çalakiyên lîstok û fêrbûnê derbarê aliyên jiyanî yên cuda de da wan. Avakirina zaroktiyeke saxlem û civakeke saxlem e."

‘Çeteyên DAIŞ’ê bandorek gelek xerab li ser zarokan hiştine’

Fatme El Kurdî wiha axaftina xwe domand: "Destpêkirina pêngavê beşdariyek û erêkirineke mezin ji aliyê zarokan ve dît û malbatan jî gelek girîngî dayê. Vê yekê hişt pêngav xurt bibe û piştgiriya wê were kirin. Destpêkirina pêngavê girîngiyek bû ji ber heta niha bandora şer li ser zarokan heye bi taybet dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmê ku bi xwe wêneyên gelekî ne baş di mêjiyê wan de hiştin. Her wiha me ji bo zarokên nexweş jî xebat dan meşandin. Nexweşiyên talasîmya, Şekir û Şûştina kurçikan.

‘Parastina zarokan berpirsyariya hemû civakê ye’

Fatme El Kurdî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêngav dê bi riya çalakiyên xwe nifşên bê bi zanabûn û zanistê tijî bike û dê wan ji metirsiyên diyardeyên civakî neyînî mîna belavbûna madeyên hişbirê û bikaranîna şaş a dîjîtal medyayê  hişyar bike  wiha li ser axaftina xwe zêde kir: “Em ê pêngavên bi vî rengî her demê bi bernameyên cuda dubare bikin da ku em bighêjin hemû zarokên herêmê. Hişyarkirina zarokan berpirsyariya hemû civakê ye û bi taybet a jinan e. ji ber jin dayîk û ya herî nêzî zarokan e ji ber wê yekê divê bizanibe çawa zarokên xwe hişyar bike û parastina wan bike.”