Ji bangê re bersiva jinên Kobanê: Dengê te dengê me ye, azadiya te azadiya me ye
Jinên ji bajarê Kobanê kêfxweşiya xwe ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk anîn ziman. Jinan weke bersiva bangê ji bo Abdullah Ocalan gotin: “Dengê te dengê me ye, azadiya te jî azadiya me ye.”

BEÇREM CÛDÎ
Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 27 salan ji girtin û tecrîda ku di nav de jiyan dikir, bi bangeke dîrokî ya di bin navê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, di 27’ê Sibatê de têkoşîna gelê Kurd gihand qonaxek nû ya dîrokî. Bi banga dîrokî re Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi xwedî derketina li banga Aştî û Civaka Demokratîk, 12’emîn Kongreya xwe li darxist û biryara fesihkirinê da. Di 9’ê Tirmehê de banga nû ya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bigihîne qonaxekî nû, bi dîmen hat parvekirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di duyemîn banga xwe ya dîrokî de, pêşkêşkirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ragihand.
Jinên ji bajarê Kobanê di vê çarçoveyê de, hest û nirxandinên xwe anîn ziman.
‘Em bi saya Rêber Apo li ser axa xwe ne’
Hedlê Hesen bangên dîrokî yên Ocalan ên di 2015’an de kiribûn, bi bîr xist û wiha: “Banga Rêber Apo ya di 9’ê Tîrmehê de kiriye, berdewamiya banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Weke jin û gelê Kobanê em vê bangê wek sêyemîn a dîrokî û çarenûsî digirin dest. Rêber Apo di 2014’an de bangeke din a dîrokî kir ku bi riya wê seferberî ji bo parastina Kobanê ragihand. Bi riya banga ku hatiye kirin, xwedîderketina li Kobanê û berxwedana hatiye meşandin, serketin bû para me. Ji ber vê jî ger em îroj li ser axa xwe dijîn, ev yek xwe dispêre Rêber Apo.”
‘Manîfesto naveroka bangên dîrokî yên Rêber Apo ye’
Hedlê Hesen anî ziman ku ewê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bikin bingeha têkoşîna xwe û wiha got: “Çawa ku gelê Kurd di 2014’an de xwe li banga Rêber Apo pêçandin, em dibînin ku di roja îro de ev xwedîderketin gihîştiye lûtkeyê. Bi taybetî Rêber Apo bi vê banga dîrokî re, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêş kir. Rêber Apo naveroka banga xwe bi vê Manîfestoyê re dagirt û kilîta çareseriyê pêşkêşî her kesî kir. Bi taybetî di vî warî de ew ji bo gelê Kurd û jinan jî dibêje ku azadiya wî bi azadiya civakê re pêkan e. Ji bo ku em jî bikarbin azadiyeke hevbeş ava bikin, emê vê manîfestoyê bixwînin, fam bikin û di têkoşîn û xebata xwe de bingeh bigirin.”
‘Bi dîmen dîtin û guhdarkirina Rêber Apo zayîneke nû ye’
Lujeyin El-Salim a ku ji pêkhateya Ereb e da zanîn ku ev salên dirêj e ku li ser bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde dike û wiha berdewam kir: “Û di bin siya pergala wî de dijîm. Lê dema ku min dîmenê wî dît û dengê wî gundar kir, min hîs kir ku ez careke din ji dayîk bûm. Hestekî wiha xwe li min pêçand ku bi gotinan nayê pênasekirin. Jixwe dema ku min Manîfestoya wî ya Aştî û Civaka Demokratîk xwend, ez bawer bûm ku riya tekane ya avakirina aştî û demokratiyeke mayînde bi Rêber Apo pêkan e. Ji bo vê jî xwendina Manîfestoyê û bi dîmen dîtina Rêber Apo, ji bo min mûcîzeyeke ebedî ye. Lewra ez dibêjim ku deng, reng û ramanên Rêber Apo çavkaniya aştî, ewlehî û azadiyê ye. Ez weke jineke Ereb ji Rêber Apo re dibêjim; dengê te dengê me ye, azadiya te jî azadiya me ye.”
‘Rêber Apo di sekin û helwesta xwe de cîhaneke aştiyane nîşan dide’
Lujeyin El-Salim bal kişand ser sekna Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de û wiha got: “Bila dîrok vê bûyerê qeyd bike, îro kesayeteke di asta rêbertiyê de azadiya gelê xwe di ser azadiya xwe ya fîzîkî re dibîne. Ev sekin û helwest di tu serdeman de nehatiye jiyankirin. Ji ber vê jî em Rêber Apo mîna nûnerê aştî û demokrastiyê binav dikin. Ya ku van gotinên min jî piştrast dike, gotinên wî yên di Manîfestoyê de ne. Rêber Apo piştî ewqas nirxandin û analîzên dagirtî, dîsa jî bilêv dike ku ew ji bo rexnekirin û pêşniyaran amade ye. Ger ev nirxandin pênaseya tiştekî bike, ji me re diyar dike ku Rêber Apo bi her awayî jî amade ye ku cîhaneke aştiyane, demokratîk û azad ava bike.”