Ji Şehrzad Zemîrî ku li girîtgeha Wekîlabadê girtî ye agahî nayê girtin
Cîgira serokê berê yê karûbarên civakî yê polîsên ê Fatah Xorasan Rezewî, Şehrzad Zamîrî, di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hat girtin, hê jî li Zindana Wekîlabadê ya Meşhedê ye. Rewşa ne diyar e.
Navenda Nûçeyan – Cîgira serokê berê yê polîsên civakî yê Fetih Xurasanê Rezewî û yek ji girtiyên xwepêşandanên Çileya 2026’an Şehrzad Zamîrî, li Meşhedê hê jî li girtîgeha Wekîlabadê bêyî ku derbarê rewşa wê ya zagonî û sûcên wê bi fermî werin zelalkirin, tê girtin.
’43 rojan di hucreya yekkesî de ma û rewşa doza wê ne zelal e’
Li gorî raporan, piştî girtina wê di Çileya 2026’an de, ew veguhestin beşa jinan a girtîgeha Wekîlabadê û 43 rojan di hucreya yekkesî de ma. Her wiha, ji destpêka Hezîrana 2026’an vir ve, têkilî û serdanên wê bi malbata wê re hatine qutkirin û rewşa doza wê hê jî ne diyar e.
li gorî hindek raporên nefermî, girtina efsera polîsê berê bi naveroka pêwendiyek telefonê ya 9’ê Çile û şirovekirina wê ya li ser rastî gaza rondikrêj hatiye ve girêdayî ye; lê belê, hê jî tu rayedarek di derbarê sedema girtina wê an sûcdarkirinên muhtemel de şiroveyek nedaye.
‘Şehrzad yek ji 30 jinên ku di vê dozê de hatine girtin’
Çavkaniyên mafên mirovan destnşan dikin ku Şehrzad Zamîrî yek ji nêzî 30 jinên ku di vê dozê de hatine girtin, her wiha bê biryara dadwerî hê jî di girtîgehê de ye.