HRANA: Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 6 hezar û 842 xwepêşander hatin qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirov a HRANA’yê, ragihand ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha zêdetirî 6 hezar kesan ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û zêdetirî 49 hezar xwepêşander jî hatine binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirov a HRANA’yê, amarek nû li ser qetilkirin, birîndarkirin û binçavkirinên di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de belav kir.
Li gor amarên HRANA’yê, ji despêka xwepêşandanan ve ango ji 28’ê Kanûna 2025’an ve 6 hezar û 842 xwepêşander hatine qetilkirin û 49 hezar û 70 xwepêşander jî hatine binçavkirin. Her wiha 11 hezar û 21 xwepêşander jî birîndar bûne.
146 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de hatin qetilkirin
Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine qetilkirin de 146 ji wan zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de bûn. Her wiha 214 kes ji wan jî endamên hêzên ewlehiyê yê rejîma Îranê ne, 57 kes jî welatiyên ku tevlî xwepêşandanan nebûne, lê hatine kuştin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku 11 hezar û 46 kes bangî saziyên ewlehiyê hatine kirin û îfadeyên bi darê zorê yên 296 xwepêşanderan jî hatine tomarkirin.