Hişmendiya mêrê serwer bi têkoşîna jinan têk diçe - ANALÎZ

Heya civak xwe bi rêxistin neke û şerê xwe yê şoreşgerî nemeşîne wê şerê desthilatdaran bi dawî nebe. Nexwe pêwîst e civak û bi taybet jî jin û ciwan xwe bi rêxistin bikin, Şerê Gel ê Şoreşgerî bidin destpêkirin da ku dawiya serweran û dagirkirina wan wer

LEYLA WAŞOKANÎ

Serdema ku îro mirovahî tê de ye bi hişmendiya desthilatdar a mêrê serwer e. Ew hişmendiya bûye pergaleke desthilatdar û tundrew îro jî hatiye rewşa nexweşiyek gelekî xerab û bi bandor. Di vê mijarê de teqez divê her dem ferd li xwe miqate be, xwe ji vê nexweşiya mîna şewbê biparêze û nekeve xefika wê. Rêber Apo qala jehra ku pergala sermayedar weke şerbetê bi mirovan dide vexwarin dike. Ev 5 hezar sal in mirovahî ji ber desthilatdariyê rastî karesatan tê û cîhana wan bûye mîna dojehê. Ji bo haya mirov ji hişmendiya xerab a desthilatdariyê hebe divê mirov pêşî hay ji xwe hebe û û bikeve nava lêhûrbûnan. Pêwîst e ferd her dem xwe di ber çavan re derbas bike û rexneyan li xwe bike.

Pênc hezar sal in civak di bin navê “rêvebirina dewletê ya pîroz” de di bin zordariyê de ne

Divê were zanîn ku desthilatdarî û rêveberî ji hev cuda ne. Pêwîst e ev mijar pir baş were fêmkirin û têkildarî vê xisûsê serê mirovan zelal bibe. Gelek kes mijara desthilatdarî û rêvebirinê, wekî hev fêm dikin û nêzîkatiyeke bi wî awayî nîşan didin. Lê belê bi rastî her du mijar bi qasî erd û asîman ji hev dûr in. Bi taybetî jî yên xwedî hişmendiya desthilatdar pir bi zanebûn vê mijarê tevlihev dikin û serê mirovan şîlo dikin. Jixwe mijara rêvebirinê hinekî şîlo ye, ji şîroveyê û rêderxistinê re guncav e. Serwer jî weke darikê hewdelê wê tevlihev dikin. Pênc hezar sal in ku civak di bin navê “rêvebirina dewletê ya pîroz” de zordariya desthilatdariyê tehemul dikin û jiyana wan ji dojehê xerabtir bûye.

Ew hişmendiya mêrê serwer bi demê re xwe navendî û bi sazî dike. Li ser vî esasî jî dibe dewleta despot. Amûra dewletê her diçe diwerime, dibe weke dêwek e ku êdî kes nikare pêşî lê bigre. Ya divê were zanîn jî ew e hişmendiya dewletê bûye weke nexweşiya pençeşêrê, xwe berdaye nava qelîştokên civakê û di hişê mirovan de cihê xwe çêkiriye. Jixwe her bi civakê dane îqnakirin ku bê dewlet nabe, bê dewlet wê mirov bibin gurê hevdu û heya roja me ya îro jî xwe wiha berdewam kiriye. Desthilatdarî ew qasî xeternak e ku serê mirovan tevlîhev dike û wan ji rê derdixe. Tişta herî xerab jî ew e ku pergal civakê bi vê hişmendiyê perwerde dike û bi wan didin bawerkirin.

Hevkarên pergalê

Eger mirov vê hişmendiyê bi hemû hûrgiliyên wê lêkolîn bikin û bizanibin, teqez wê bertekên wan jî li hemberî pergalê gelekî tund û hişk bin. Lê mixabin di civakê de zanebûna wê hişmendiyê lawaz e û ev jî dibe sedema bikevin xizmeta pergala dewletê ya hov. Jixwe tê zanîn bê ka çawa pergal civakê di bin navê neteweperestiyê de dike hevkarê xwe yê sernerm. Desthilatdar her di nava liv û tevgerê de ne da ku hevkarên xwe zêde bikin, pişta xwe bi wan rast bikin. Ya din jî divê were zanîn ku hevkarên pergalê yên sereke jî kesên pragmatîst û pereperest in. Ew kes kurtêlxur in û xwefiroş û kole ne.

Ew kesên pragmatîst ên rêya navîn, timî xet û refê xwe li gorî yên bi hêz û desthilatdaran diyar dikin. Her tim dijberî şoreşê ne, bi kirasê burokratan digirin û dixwazin cihekî xwe li cem wan çêbikin. Pergal siyaseta xwe ya şerê taybet li ser civakê pêk tîne. Bi taybet jî lîstikên xwe li ser jin û ciwanan pêş dixin. Siyaseta pergalê ew e ji van her du potansiyelan sûd werbigire û xwe domdar bike. Pergala desthilatdar her di derdê domdariya pergala xwe de ye. Ev 5 hezar sal in civak ji destê pergala serwer û zordar êşan dikişîne û êdî hew tê debarkirin. Sedema alozî û rewşa xerab a civak, xweza û tevahî gerdûn têde ye jî pergala desthilatdar û tundrew e.

Mirov ji hêla fizîkî zêdetir ji hêla fikrî ve tên kolekirin

Têkildarî vê mijarê gelek nirxandinên Rêber Apo hene. Rêbertî diyar dike ku hişmendiya desthilatdar civak û ferd bi navê welatparêziyê kiriye weke keriyên sewalan, ew bê vîn hiştine û wisa didomîne: “Ji bo haya civak û ferd ji nasname û vîna xwe çêbibe divê werin perwerdekirin, jîr û zana bibin û ya din jî pêdiviya wan bi dahûrandinek pir hûrûkûr heye. Ji ber heya xwe ji bandora pergalê rizgar nekin û xwe ji gemara wê neşon wê nikaribin li dijberî wê jî têkoşîn bikin. Pergalê civak aniye rewşa serê xwe bitewîne û xizmetkariyê bike.” Naxwe divê civak û ferdê wê xwe di hêla îradeyê de rizgar bikin, helwesta xwe ya tund li dijberî pergalê dêynin holê û bibêjin; “Bes e!” Mamoste û pêşengê mezin Rêber Apo, gelê Kurd û bi taybetî jî jinan perwerde kir û bi wan da fêrkirin ku mirov ji hêla fizîkî zêdetir ji hêla fikrî ve tê kolekirin. Naxwe divê civak û ferd xwe di aliyê fikrî de pêş bixin û azad bikin.

A girîng ew e ku mirov bi riya perwerde û lêhûrbûnê xwe ji pergala desthilatdar rizgar bike

Pergala dewletperest, ji bo heqîqetê nebînin, serê xwe ji zordariya wan re bitewînin û her tiştê wan qebûl bikin civakê nezan û cahil hiştiye. Lê weke zanist jî dibêje hişê mirovan her di tevgerê de ye, qet ranaweste û nayê sînordarkirin. Jixwe dema mirov dikevin nav tengasiyan derûniya wan pir nayê naskirin. Gelek caran jî mirov dibêje qey xwezaya tevahî mirovan weke hev, lê wisa nîne. Meriv fêm dike ku xwezaya mirovan ji hev cuda ye. Di vê mijarê de Rêber Apo dibêje ku her mirovek mîna gerdûnek em jî di jiyana xwe ya rojane de vê rastiyê dibînin, ji me re dibe ders û ezmûn. Niha tişta herî giring jî ew e mirov, bi rêya perwerde û lêhûrbûnê xwe ji pergala desthilatdar û dîlgirtina wê rizgar bike, derkeve ronahiyê.

Dem hatiye civak pêşeroja xwe bi xwe xêz bike

Divê ew jehra ku mirovahiyê bi navê şerbetê vexwariye bi tevahî vereşe û hinavê xwe ji wê vîrusa pergala desthilatdar paqij bike. Pêwîst e civaka mirovahiyê ya li ser destê dayika xwedawend û rêveber hatiye avakirin, vegere ser koka xwe ya resen. Bi vî awayî wê pirsgirêkên civakê û ferdên wê çareser bibin. Rêber Apo qala şoreşa neolîtîkê kiriye û wiha gotiye: “Şoreşa neolîtîkê bi pêşengtiya jin dayikê hatiye destpêkirin û pêş ketiye. Lê bi komploya bi destê mêrê pîr Şaman pêş ketiye, şoreşa neolîtîkê di nîvî de maye û divê were temamkirin.” Îro jî em dibînin jinan xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kirine û kêliyên şoreşa neolîtîkê dijîn.

Bi rastî rewşa mirovahiyê ya 5 hezar salî gelekî bi êş û trajîk e. Lê teqez divê were zanîn ku dem hatiye civak bi têkoşînê wê zordarî û koletiyê ji ser xwe rake û pêşeroja xwe bi destê xwe xêz bike. Em di serdema şerê cîhanê yê sêyemîn de dijîn û rojane tundûtûjiya pergala desthilatdar zextan li ser jin û civakê dibarîne, ew xistine nava metirsiyek mezin. Ez careke din diyar dikim ku heya civak xwe bi rêxistin neke û şerê xwe yê şoreşgerî nemeşîne wê şerê desthilatdaran bi dawî nebe. Naxwe pêwîst e civak bi tevahî beşên xwe û bi taybet jî jin û ciwan xwe bi rêxistin bikin, Şerê Gel ê Şoreşgerî bidin destpêkirin da ku dawiya serweran û dagirkirina wan were.