‘Hilbijartin ji bo jinan deriyê destkeftiyek mezin e’

Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bi pêşhilbijartinan namzetên jin ên ji bo hilbijartinên şaredariyan diyar kirin destnîşan kirin ku ev yek ji bo wan gavek girîng û serkeftî ye.

SÎLVA EL- ÎBRAHÎM

Minbic – Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên ji bo hilbijartinên herêmî ku wê di  11’ê Hezîranê de pêk were berdewam dike. Beriya hilbijartin pêkwerin namzetê şaredariyan bi pêşhilbijartinan tên hilbijartin. Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê hilbijartinên şaredariyan de nêrînên xwe anîn ziman.

‘Di hilbijartinê de jin xwedî rolek giringe’

Xîtam Xelef ji kantona Minbicê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye ye derbarê hilbijartinê şaredariyê de wiha got: “Hilbijartin daxwazên me pêk tînin, eve ji her welatiyek yê Sûriye re weke xewnekê bû. Hilbijartinên azad nûneriya mafê azad yê perwerdeyê, mafê dayîna nerîna xwe û mafê gelek tiştan pêk tine. Di van hilbijartinan de jinan roleke mezin lîstin. Mafê jinan e rola wan di hilbijartinan de hebe, dengê wan di hilbijartina kesên nûneriya wan bike de hebe. Ev hilbijartin ji herêmê re gaveke gelekî baş e. Ev destkeftî ne ji xwe ber hatine, ev yek bi saya şehîdên ku canê xwe ji bo me kirin feda hatiye.”

‘Di hilbijartinê de nûnertiya mêr û jin wekheve’

Huda Mihemed a ji kantona Dêra Zorê ye derbarê namzetiya jinan ji hevserokatiya şaredariyê de wiha got:  “Ev gaveke erênî ye, ji ber jin di civaka me de rastî zehmetiyan tên û karê wan tenê li malê ye. Lê belê niha jin rola xwe ne tenê di endamtiya saziyan de dilîzin, ew gihîştiye asta bi dengê gel ji bo îradeya xwe û jinan temsîl bike bibe rêveber. Ev gav mafê dengdayînê da jinan ji bo kesên dixwazin hilbijêrin. Îro jin ji sedan 50’î nûnertiya proseya hilbijartinan li kêlek mêr dikin. Çawa jin û mêr li kêleka hev rêveberiya malekê dikin ew dikarin rêveberiya civakekê jî bikin. Jin dikarin hevsengiyê di navbera karê xwe weke fermandar, di rêvebirina civakê û di navbera rêveberiya mala xwe û zarokên xwe de bike.”

‘Beşdariya jinan di hilbijartinê de gavek giring e’

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Zehra Mistit wiha got: “Jinan bi coşeke mezin dengê xwe dan û bejdarî proseya hilbijartinan bûn. Pêkanîna hilbijartina tê wateya ku wekhevî û demokrasî heye, bejdariya jinan di vê proseyê de gavek giringe û jin ber bi riya azadiyê ve biçe. Kirîza heye dewam dike, dewleta Tirk li dijî projeya neteweya demokratîk êrişan pêktîne, lê tevî van hemû êrişan proje roj bi roj serkeftinên nû bi dest dixe û gava pêkanîna hilbijartinan jî nimûneyeke berbiçave.”

Ji Kantona Reqayê Sara Hemûd jî wiha got: “Ev gav baweriya jinan bi wan zêde dike û wan bi pêş dixe ku di hemû waran de kar bike, ev yek dê bihêle nerîna civakê di jinê de were guhertin.”