Hîcaba xwe avêt û keziya xwe hûnand: Keziyên me wan bi saxî dixeniqînin
Neslîxan Hisên a ku çend sal in hîcabê li xwe kiriye, piştî ku dibîne çeteyên HTŞ’ê keziya şervaneke YPJ’ê birîne, biryar dide hîcaba xwe bavêje. Neslîxan got: “Keziyên me wan dixeniqînin.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir- Dîmenê birîna keziya şervaneke YPJ’ê ji hêla çeteyên HTŞ’ê ve rastî şermzarkirinê hat û li Kurdistanê jinan bi hezaran keziyên xwe hûnandin. Çimkê por jî sembolek e azadiyê ye.
Jinên bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê jî bi bertek bûn. Jina ciwan Neslîxan Hisên a ku çend sal in hîcaba xwe daniye, dema ku dîmenê wî çeteyî dibîne keziyên şervana YPJ’ê biriye, bi hêrs dibe. Hêrsa xwe vediguherîne hêz û biryardariyê.
Neslîxan bi Jin Jiyan Azadî hîcabê avêt û keziyên xwe hûnand
Neslîxan dibêje: “Armanca birîna keziyê ew e ku jinan bitirsînin û wan ji azadiyê dûr bixin. Em bi wê şervana YPJ’ê serbilind in. Wê keziyên me bibin kinifê xeniqandina çeteyan.”
Neslîxan got ku çete, neyar û dagirkerên Kurdistanê ji keziyên jinan, azadiya wan, nasname û dîroka jinan ditirsin. Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî Neslîxan hîcab ji serê xwe avêt erdê û kefiyek qermîdê avêt ser milên xwe keziya xwe hûnand û got: “Ger duh wan keziyek birî be îro bi hezaran kezî tên hûnandin.”
Neslîxan di dawî de rext û çeka xwe hilgirt û got: “Çeteyên HTŞ’ê bi avêtina termê şervanên jin ji avahiyan û birîna keziyên wan, nikarin jinan bitirsînin û îradeya wan a têkoşîn û berxwedanê bişkînin. Wê çete her dem me di rûyê xwe de bibînin û nikaribin hêza me bişkînin.”
Bavan jî porê keçên xwe kirin kezî
Li aliyek din jî Samir Dawûd li ber çeka xwe, keziyên keça xwe Hêlîn dihûne û dibêje: “Em bi ruh û can bi wan şervanên ku li dijî çeteyan heta dawî şer kirin û şehîd bûne ne. Em û zarokên xwe, fedayên axa Rojava ne. Keziya şervana me birîn, em jî îro keziyên keçên xwe dihûnin. Em ê xeta şehîdên xwe bişopînin û dest ji hêza xwe bernedin.”
Jin bi komî keziyan çêdikin
Hejmarek ji jinên ciwan ên bajar li çerxeriya Qendîl kom bûn, li ber stran û tilîliyan û dilopên barana zivistanê, porên xwe kirin kezî.
Jinên Til Temirê jî bi vî awayî bertek nîşanî binpêkirinên cîhadîstên hikûmeta veguhêz a demkî HTŞ’ê ya li dijî şervanên YPJ’ê dan.