Hêzên rejîma Îranê dayîkek û kurê wê yê 15 salî binçav kirin

Li gorî agahiyan, Amîne Qasimzade û kurê wê yê 15 salî li bajarê Nazirabad ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. Ji dema hatin binçavkirin br heta niha sedema girtina wan nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, Amîne Qasimzade û kurê wê yê 15 salî, Aryo Muşrefî, li bajarê Nazirabad ji aliyê hêzên  ewlehiyê ve hatine binçavkirin. Ji roja hatin binçavkirin ve heta niha der barê sedema binçavkirinê, cihê lê tên girtin û rewşa wan de tu agahî nehatine bidestxistin. 

Xwişka Amîne Qasimzade, Mehtab Qasimzade, ragihand ku piştî qutbûna têkiliyên wê bi Îranê re, bi riya xizmên xwe hîn bûye ku xwişka wê û kurê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. 

Li gorî heman çavkaniyê, sedema girtina wan weke ‘kêfxweşiya ji bo mirina Elî Xamineyî’ hat diyarkirin. Her wiha hat gotin ku piştî binçavkirina wan, malbatê der barê cihê lê tên û rewşa wan de tu agahî negirtiye.