Hêzên Parastina Jinan ên Beth Nehrin hêzêkî jinê ya parastina herêmê ye
Rola jinê ya di parastina ax û parastina civaka xwe de, ji bo parastina nasnameya dîrokî û pîroziyên olî hêmanek bingehîn pêktîne. Hebûna jinan, hevsengiya civakî bihêz dike û dihêle ku jin di pêvajoyên biryargirtinê de bibin hevkarên bi bandor.
ESMAA MUHMED
Qamişlo- Hêzên jinan, di lîdertiya operasyonên leşkerî yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di parastina civakê û parastina nasnameya dîrokî ya herêmê de rolek navendî dilîzin. Her wiha armanc dikin ku hemû gelên Sûriyeyê bikin yek û hevsengiya civakî bihêz bikin.
Hêzên Parastina Jinan ên Beth Nehrin, mîna parçeyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, nimûneyek bêhempa ya hêza jinên rêxistinkirî ku di sala 2015’an de li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser gundên Xiristiyan ên li kêleka Çemê Hawarê ya di sala 2013’an de, hat damezrandin. DAIŞ’ê li dijî van gundan gelek êrîşên mîna tundiya li ser jinê, tecawiz û qetilkirin, pêkanî.
Ji vê rojê şûnde, ev hêz veguherî sembola berxwedana jinan û hêzêk leşkerî ya bi bandor a mîsogerkirina parastina erd, civak, nasnameya dîrokî û olî û misogerkirina ewlehiya hemû mirovan.
Hedefgirtina gundên Xiristiyanan
Bûyerên trajîk ên di sala 2013’an de li gundên Hawarê qewimîn, tenê bûyerek ji rêzê nîne; di heman demê bi awayekî zelalî pêdiviya lezgîn a hêzêk jinan a rêxistinkirî ku jin û civakê ji her gefê biparêze, derxist holê. Ev yek ramana pêwîstiya avakirina hêzên jinan derxist holê. Ev hêzan, veguherîn sembola berxwedanê ku armanc dike parastina maf û rûmeta jinan û parastina nasnameya dîrokî û olî ya gel mîsoger bike.
Berdevka Hêzên Parastina Jinan ên Beth Nehrin Nûr Suryan, rola navendî ya hêzên jinan a di parastina civakê de û girîngiya ku jin bibin hevkarên çalak a parastina welat û şêwekieina pêşeroja wê ya siyasî û civakî de nirxand.
Nûr Suryan, diyar kir ku hebûna jinan di artêşê de ne vebijarkek e, ji bo misogerkirina hevsengiya civakî û mîsogerkirina ewlehî û aramiya siyasî pêdiviyek stratejîk e.
Rola leşkerî ya hêzên jinan
Nûr Suryan, da zanîn damezrandina Hêzên Parastina Jinan ên Beth Nehrin ne tenê tesaduf e, berhema pêwîstî û têgihîştinek pratîkî ku jin bikaribin xwe, civakên xwe û axên xwe biparêzin e û wiha axivî: “Ev hêzan, piştî êrîşên rasterast ên DAIŞ’ê yan li dijî jinan ji bo parastina jinan û civakên me hatin damezrandin. Hêzên jinan ne tenê hêzek leşkerî ye, di heman demê de sembola berxwedan û hevgirtina jinan e û erka wan parastina erd, nasname, nirxên dîrokî û olî, jin û zarokan e. Ev erkan, hêzên jinan di parastina civakê û parastina mafan de, veguherina hêmanek stratejîk.”
‘Ji bo jinan perwerdeyên cûrbecûr pêşkêş dike’
Nûr Suryan, destnîşan dike ku amadekariya domdar a hêzên jinan, bingeha bersivên bilez ên ji bo her gefek ji nişka ve pêktîne û got: “Ev amadekarî, hêzên jinan di parastina gelê sivîl û civakê de veguherand hêmanek bi bandor. Hêzên Beth Nehrin, jinan ne tenê bi awayekî fîzikî, ji bo amedekariya jinan a di aliyê fikrî û stratejîk de jî perwerdeyên cûrbecûr pêş dike. Ev perwerdeyan, dihêle ku jin li hember şer û pirsgirêkên civakî bi tundî bisekinin, bi rêgezî bifikirin û aliyên derûnî û stratejîk ên têkoşînê fam bikin. Parastin êdî tenê bi hêza fîzîkî ne sînordar e, veguherî meseleyek zihnî û stratejiyê. Ev perwerdeyan, ji jinan re di mijara rûbirûbûna pirsgirêkan de biryardarî dide qezençkirin, jêhatîyên lîdertî, rêxistinî û dîsîplîna leşkerî pêşdixe. Ev yek jî jinan dike parêzvanên bibandor ku dikarin li hemberê hemû rewşên herî dijwar û tevlihev de têbikoşîn.”
‘Ev hêz, hewl dide hemû jin azad bin û bikaribin xwe biparêzin’
Nûr Suryan, diyar kir ku pejirandina bilez a dîsîplîna leşkerî ji aliyê jinan ve, nîşan dide ku taybetmendiyek wan a xwezayî heye û ev dîsîplîn hêzên jinan di operasyonên leşkerî de bibandortir dike. Nûr Suryan, wiha got: “Dema ku jin berpirsiyariyên parastin an jî lîdertiyê digirin ser xwe, dema pêkanîna van berpirsyartiyan de li gorî qûral û dîsîplinê tevdigerin. Ev dîsîplîn, dihêle ku jin operasyonên leşkerî û civakî bi bandortir organîze bikin. Hêzên Parastina Jinan ên Beth Nehrin, mîna hêzekî ku hemû pêkhateyên civakî dihewîne tê naskirin û destnîşan dike ku azadiya takekesî ya jinan bi azadiya hemû jinan ve girêdayî ye. Ger jinek azad be û bikaribe xwe biparêze, lê jinek din ji vê mafê bêpar be, wê demê azadî bi tevahî nayê bidestxistin. Ev hêz, hewl dide ku hemû jin azad bin û bikaribin xwe biparêzin.”
Koordînasyona bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk
Hêzên Parastina Jinan ên Beth Nehrin, di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de mîna parçeyek a avahiya parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe dimeşîne. Ev hêzan, bi hevakariya yekîneyên leşkerî û ewlehiya navxweyî ya herêmê re bi koordînek mezin dixebitin. Ev koordînasyon, bi misogerkirina parastina hemû pêkhateyên civakî, yekîtiya neteweyî bihêz dike.
‘Jin di qada leşkerî de rastî zehmetiyan tên’
Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya beşdarbûna jinê ya di qada leşkerî de, redkirina civakî ye. Nûr Suryan, destnîşan kir ku ew di destpêkê de rastî berxwedana civakî ya li dijî beşdarbûna jinê ya qada leşkerî hatin, lê jinan ji bo derbaskirina van astengiyan bi biryardarî têkoşiyan e. Nûr Suryan, axaftina xwe wiha domand: “Ev tecrûbeyan îspat kir ku jin ne tenê beşdar dibin, di heman demê de hêmanên bibandor in dikarin hevsengiya hêzê diguherînin.”
‘Jin beşdarên çalak ên pêvajoyên biryargirtinê ne’
Nûr Suryan, balkişand li ser bandorên demdirêj a hebûna hêzên jinan a li ser pêşeroja civakê û got: “Beşdariya jinê ya di qada leşkerî de, hevkariyek rast a parastinê û beşdarbûna pêvajoya avakirina civakê temsîl dike. Jin, êdî ji qada leşkerî nayên dûrxistin û beşdarên çalak ên pêvajoyên biryargirtinê ne.”
‘Jin dê di têkoşînên civakî û leşkerî de bibin hevkarên çalak’
Nûr Suryan, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên Suryanî, Asûrî, Keldanî û hemû gelên Sûriyeyê kir û diyar kir ku her jin di parastina ax, maf û civakên xwe de xwedî mafên wekhev e, jin dê di têkoşînên civakî û leşkerî de bibin hevkarên çalak.