Hêzên Ewlekariya Jin dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyonê kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi desteka YPJ’ê li dijî hewldanên şaneyên DAIŞ’ê yên kampa Roj, dest bi operasyonek kirin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin, li Kampa Roj a li bajarê Dêrikê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de dimînin, li dijî şaneyên DAIŞ’ê û êrîşên wan, îro dest bi operasyonek kirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê mijarê de li kampê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Awaz Welat bi zimanê Erebî û Bêrî Omer bi zimanê Kurdî daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku geşedanên têkildarî ewlekariyê û êrîşên dubare yên ku herêm bi giştî û bi taybet jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû bir û mane, rêya livdana şaneyên terorîst ên DAIŞ’ê vekiriye. Hat destnîşankirin ku şaneyên DAIŞ`ê ji vê rewşê sûd wergirtine û hewl dane ku rêzên xwe ji nû ve birêxistin bikin, planên terorî bi mebesta têkbirina ewlehî û aramiya herêmê pêk bînin.
‘Van şaneyan jinek û zarokek bi xwînsarî kuştin û destdirêjî li çend jin û zarokan kirin’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên wan tevgerên metirsîdar ên van şaneyan, bi taybetî li kampên ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê de ne, nexasim kampa Roj, şopandine. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Di demên dawî de, çend hewldanên derbasbûna kampê ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve hatin kirin ku jiyana niştecihên kampê bikin bin gefan. Van şaneyan jinek û zarokek bi xwînsarî kuştin û destdirêjî li hejmarek jin û zarokan kirin. Her wiha gef li kesên ku hewl didin xwe ji îdeolojiya tundrew a vê rêxistina terorîs rizgar bikin, kirin. Ev tevgera çeteyan di çarçoveya xebatên berdewam ên DAIŞ’ê de, ji ber girîngiya stratejîk a kampa Roj û ji bo tehrîqkirina şaneyên razayî yên li hundir û derveyî kampê, tên kirin.”
‘Parastina gelê me û pêkanîna ewlehiyê karê me yê pêşîn e’
Hat ragihandin ku li hember van gefan, hêzên wan çend operasyonên pêşîgirtinê li dar xistine û hejmarek ji planên terorîstan têk birine. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di vir de jî şaneyên DAIŞ`ê di hewildanên xwe yên belavkirina aloziyê û têkbirina aramiyê de derbeyên giran xwarin. Li ser bingeha berpirsyariya xwe ya ji bo parastina gelê xwe û pabendbûna me ya bi têkoşîna li dijî terorê, em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) destpêkirina hemleya ewlehiyê ya Hêzên Jinê yên di nava hêzên me yên ewlekarî û leşkerî de li dijî şaneyên DAIŞ’ê radigihînin. Armanca me lêgerîna li kampa Roj, şopandin û girtina şaneyên razayî û alîkarên wan e. “
‘Emê operasyonên xwe bidomînin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev qonax berdewamiya tekoşîna li dijî hemû hewlên terorîst ên DAIŞ`ê û nîşana îradeya bibiryar a ji bo zuhakirina jêderên terorê û peydakirina ewlehî-aramiyê ji bo hemû pêkhateyên civaka wan e. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonên bi vî rengî dê bidomin û wiha hat bidawîkirin: “Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) eşkere dikin ku pêngava me heta em dawî li gefên şaneyên terorîst ên li dijî mirovên bê guneh dikin bînin, wê berdewam be. Her wiha wê parastina gelê me û pêkanîna ewlehiyê bibe karê me yê pêşîn ku em jê gavan paşde neavêjin.”