Li Yemenê 60 hezar zarok neçarî koçberiyê bûn

Li gorî texmînên UNICEF'ê di du hefteyan de, ji ber pêleke nû ya zêdebûna aloziyê zêdetirî 60 hezar zarokên Yemenî neçar mane malên xwe bihêlin. Rêxistinê piştrast kir ku nûbûna şer û pevçûnan bûye sedem, bi hezaran malbat birevin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di nava du hefteyên borî de, ji ber zêdebûna aloziyên leşkerî û nûbûna tundiyê li deverên cuda yên welat, zêdetirî 60 hezar zarokên Yemenî neçar man koçber bibin.

'Nûbûna şer û pevçûnan bi hezaran malbatan neçarî koçberiyê kirine'

Ofîsa herêmî ya rêxistinê ya ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê diyar kir ku nûbûna şer û pevçûnan bûye sedem bi hezaran malbat di demek kurt de ji malên xwe birevin. Rêxistinê da zanîn ku tundbûna şer bandoreke neyînî li xizmetên tenduristî û perwerdeyê kiriye û rewşa mirovî ya dijwar a ku zarok pê re rûbirû ne, girantir kiriye.

Di nava 20 rojan de neh zarok mirine û 12 jî birîndar bûne

Raporên meydanî nîşan didin ku ji 3'yê Îlonê ve, neh zarok hatine kuştin û 12 zarokên din jî birîndar bûne. Her wiha piştî êrîşeke li ser riya ku peravên Rojava bi Adenê ve gire dide, sê zarok winda bûne.

Şer karûbarên 26 navendên tendrustiyê têk biriye

Rêxistinê berê jî hişyarî dabû ku nûbûna şer li rojavayê Taizê, başûrê Hodeidahê, Maribê û deverên din, krîza koçberiyê kûrtir dike û rê li ber gihîştina zarokan a xizmetên bingehîn digre. Rêxistinê piştrast kir ku şer bûye sedema têkçûna karûbarên 26 navendên tenduristiyê yên ji aliyê UNICEF'ê ve tên piştgirîkirin. Her wiha bûye sedema girtin an rawestandina dersan li 243 dibistanan ku vê bandorê li zêdetirî 137 hezar xwendekaran kiriye.

Zarokên Yemenî bi krîzên herî xeternak re dijîn

UNICEF'ê bal kişand ku zarokên li Yemenê rastî yek ji krîzên giran ên li cîhanê tên û gelek ji wan ji bilî şer û koçberiya berdewam, tiştekî din nedîtine.

Rêveberê herêmî yê rêxistinê ragihand ku tenê di nava du hefteyan de bi deh hezaran malbat koçber bûne û bi tenê tiştên ku dikaribûn hilgirin bi xwe re birine. Di heman demê de zêdebûna dawî ya aloziyan wê aramiya lawaz a mayî ya ji bo zarokan, ji ber birçîbûn û qutbûna xwendinê dikşînin, têk dibe.

Rêxistinê da zanîn ku bandora van aloziyan derbasî wê aliyê Tengava Bab el-Mendebê jî bûye; zêdetirî du hezar kes, di nav de hejmareke zêde ya zarokan piştî derbasbûneke xeternak germa zêde, bêavîbûn û metirsiyên ewlehiyê, gihîştine Cîbûtiyê.

Bi milyonan zarok ji mafên perwerdeyê bêpar mane

Li gorî rêxistinê, rewşa mirovî beriya zêdebûna aloziyên dawî jî ber bi xirabûnê ve diçû nêzî 12.2 milyon zarok pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye; 2.2 milyon zarokên di bin temenê pênc salî de ji kêmxwariniya tûj dikşînin. Di nava wan de 515 hezar kes birçî ne, 3.2 milyon zarok ji xwendinê dûr in û 17.8 milyon kes ji xizmetên tam ên tenduristî, av û paqijiyê bêpar in.