Li Îranê zext û cezayên giran ên li ser Bahaiyan didome

Hemwelatiya Bahaî Romîna Golî, 5 sal 7 meh û 16 roj cezayê girtigehê xwar û cezayê bêparmayîna 10 salan a ji mafên xwe yên civakî hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Hemwelatiya Bahaî Romîna Golî ya li bajarê Sarî dijî, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi cezayê girtîgehê yê 5 salan û cezayê bêparmayîna 10 salan a ji mafên xwe yên civakî, hat cezakirin.

Li gorî nûçeyên hatine weşandin, Şaxa 2’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Sariyê ji jina bi navê Romîna Golî re bi sûcdariya " Çalakiyên perwerdeyî an jî propagandayê yên ku şerîeta pîroz a Îslamê binpê dikin an jî li dijî wan derdikeve”, 5 sal cezayê girtîgehê û cezayê bêparmayîna 10 salan a ji mafên civakî birî. Her wiha hate diyarkirin ku ji Romîna Golî re bi sûcdariya "propagandaya li dijî rejîmê" jî 7 meh û 16 rojan cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Hemwelatiya Bahaî, beriya niha di meha Gulanê ya îsal de li bajarê Sariyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. Hêzên ewlehiyê, di dema serdegirtina mala wê de amûrên wê yên dîjîtal ên kesane û pirtûkên olî yên têkildarî baweriya Bahaî desteser kiribûn.

Li gorî nûçeyên hatine weşandin, Romîna Golî rojek beriya binçavkirina xwe, li Dozgeriya Sariyê hatiye lêpirsînkirin û bi sûcdariyên "propagandaya li dijî rejîmê" û "çalakiyên propagandayê yên li dijî Şerîeta Îslamî" re rûbirû ma. Piştî binçavkirinê, der barê wê de biryara girtina demkî ya mehek hate dayîn û şandin Girtîgeha Sariyê.