Hevpeymaniya Jinan a ji bo Aştiyê li Yemenê sûcek nû yê li dijî jinan belge kir
Hevpeymaniya Jinan a ji bo Aştiyê ya li Yemenê, di rapora ku bi hevkariya komeleya di girtîgehên Hûsiyan de parastina kesên rastiyê tundiyê tên parve kir de, binpêkirinên li dijî Henan Caferî belge kir û bûyeran mîna "saleke dojeh” bi nav kir.
Navenda Nûçeyan- Hûsî di girtîgehan de li dijî jinan binpêkirinên pergalî dikin. Raporên dawî, kiryarên "tirsnak" ên mîna girtina kêfî, windakirina bi darê zorê, îşkenceya derûnî û fîzîkî, hewldana êrîşa zayendî û tometên çêkirî eşkere dikin. Ev kiryar, binpêkirinên peymanên navneteweyî yên mafên mirovan in.
Hevpeymaniya Jinan ji bo Aştiyê ya li Yemenê, îro bi hevkariya komeleya di girtîgehên Hûsiyan de parastina kesên rastî tundiyê tên raporek weşand û binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de belge kir. Di raporê de pêkanînên ku li dijî Henan Caferî ya ji Paytext Sanayê hat revandin hatin kirin, mîna yek ji mînakên herî eşkere yên van sûcan hat binavkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku Henan Caferî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Hûsiyan ve bêyî biryarek dadwerî hatiye revandin û bi awayekî kêfî hatiye girtin, vê heyamê mîna "saleke dojeh” hat binavkirin û hat destnîşankirin ku ev yek, binpêkirina qanûnên neteweyî û navneteweyî ye.
Henan Caferî bi hewldanek plankirî ya êrîşa zayendî re rûbirû maye
Li gorî raporê, Henan Caferî ya mezûna Akademiya Polîsan e û ji sala 2004’an vir ve li Wezareta Karên Hundir kar dike, bi darê zorê hatiye windakirin, têkiliya wê ya bi malbata wê re hatiye qutkirin û mafên wê yên serdanê hatine astengkirin. Her wiha Henan Caferî rastî pêvajoyek pergahî ku nav û dengê wê hedef digre, îşkenceya derûnî û fîzîkî û muameleya li dijî mirovahiyê hat. Di raporê de hat destnîşankirin ku Henan Caferî bi hewldanek plankirî ya êrîşa zayendî re rûbirû maye û hewl hatiye dayîn ku bi sûcên derexlaqî û qanûnî jinan bêdeng bikin û bitirsînin.
Di raporê de bal hat kişandin ser rola hinek rêber û berpirsên ewlehiyê yên girêdayî Hûsiyan di dosyayê de û hat destnîşankirin ku pergalek tepeserkirinê bi parastina sûcdaran parêzbendiya fiîlî mîsoger dike. Di raporê de hat destnîşankirin ku girtina Hanan Cafer sûcekî ji ber armancên siyasî û tolhildanê hatiye kirin e.
Di rapora ku hat diyarkirin, bêdengiya civaka navneteweyî wêrekiyê dide Hûsiyan de, hat destnîşankirin ku berpirsên binpêkirinên li dijî jinên Yemenî Hûsî ne û ji bo bidawîanîna bêcezatiyê bang hat kirin ku tedbîrên lezgîn werin girtin.